Kolosiyara
1 Ez Pawlos, yê ku bi qirara Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, tevî birê me Tîmotêyo 2 vê nemê pîrozara û birên aminra dinivîsim, yên ku yektiya Mesîhda nin û Kolosyayêda dimînin:
Bira kerema mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê, ser we be!
3 Her gav çaxê em bona we dua dikin, em şikiriyê didine Xwedê, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh. 4 Çimkî me derheqa baweriya weye hindava Mesîh Îsa û hezkirina we hindava hemû pîrozada bihîst. 5 Ev bawerî û hezkirina we heye, çimkî gumana we heye, wekî çi ku li ezmana bona we tê xweykirinê, hûnê bistînin. Gava we rastiya vê mizgîniyê bihîst, hûn derheqa vê gumanê pêhesiyan. 6 Ew mizgîniya ku gihîştiye we, nav temamiya dinyayêda bela dibe û berên baş tîne. Ew nav weda jî berên baş tîne, ji roja ku we mizgînî bihîstiye û derheqa rastiya kerema Xwedêye mezin pêhesiyane. 7 Ewê yekê hûn pêhesiyane ji heval-xulamê meyî delal Êpafras, yê ku berdestiyê Mesîhe amin e, û dewsa me alî we dike. 8 Û ewî mera derheqa hezkirina we gilî kir, ya ku bi saya ruhê Xwedê pêşda tê.
9 Bona vê yekê, ji roja ku me ev yek bihîst, me dest ji dua nekişandiye. Em ji Xwedê hîvî dikin, wekî hûn zanebûna rast derheqa qirara wî qazanc kin, usa jî hemû bîlanî û femkirina ruhanî. 10 Em dua dikin ku hûn usa bijîn çawa layîqî Yehowa ye, û dilê wî bi temamî şa kin, bi vê yekê ku hûn her cûre kirên qenc bikin û zanebûna xwe derheqa Xwedê zêde kin. 11 Û em dua dikin, wekî Xwedê pê qewata xweye mezin we qewî ke, seva ku hûn bikaribin bi sebir û bi şabûn teyax kin. 12 Berdewam kin şikiriyê bidine Bav, yê ku hûn kirine hêjayî war, kîjan ku ewî pîrozara soz daye, yên ku ronayêda dimeşin.
13 Ewî em ji teriyê xilaz kirin û derbazî padşatiya Kurê xweyî delal kirin, 14 bi saya kîjanî em pê kirînê hatine azakirinê û gunên me hatine baxşandinê. 15 Ew sûretê Xwedê ye, yê ku nayê dîtinê, û nixurî ye nav hemû efrînada. 16 Bi wî hemû tiştên din ser erdê û ezmana, yên ku têne dîtinê û yên ku nayêne dîtinê, hatine efirandinê: Serwêr, serok, serwêrtî yan hukumetî. Hemû tişt bi wî û bona wî hatine efirandinê. 17 Xêncî wê yekê, ew pêşiya her tiştî hebû û hemû tiştên din bi wî hatine efirandinê. 18 Ew serê bedenê ye, dêmek serê civatê. Ew destpêka her tiştî ye, û yê pêşin e ku ji mirinê hate rakirinê,* wekî her tiştîda bibe yê pêşin. 19 Xwedê xweş hat ku her tiştî wîda temam ke. 20 Û Xwedê bi wî hemû tiştên ser ezmana û ser erdê tevî xwe li hev anîn. Pê xûna Îsa, kîjan ku ser stûna cefê hate rêtinê, edilayî tevî Xwedê hate standinê.
21 Berê hûn jî ji Xwedê dûr bûn. Hûn dijminên wî bûn, çimkî fikirên we bi tiştên xirab tije bûn. 22 Lê niha Xwedê pê mirina Îsaye bedenî hûn tevî xwe li hev anîne. Ewî ev yek kir, wekî hûn ber çevê wî ça cimeteke pîroz, bêleke û bêsûc bin. 23 Hemikî hûn gerekê berdewam kin baweriyêda hîmgirtî û qewî bimînin. Tu cara îzinê nedin, wekî gumana ku we ji bihîstina mizgîniyê qazanc kiriye, ji we bê standinê. Ev mizgînî nav hemû merivada hatiye belakirinê, û ez Pawlos, xizmetkarê vê mizgîniyê me.
24 Ez şa me ku ez bona we cefê dikişînim. Ez zanim ku gerekê dîsa jî bona bedena Mesîh, dêmek bona civatê cefê bikişînim. 25 Ez vê civatêra xizmet dikim, çimkî Xwedê bona we ev cabdarî daye min, wekî ez xebera Xwedê bi dil û can bela kim, 26 dêmek ev sura pîroz, kîjan ku ji merivên berê û ji nisilên berê veşartî bû. Lê niha ew pîrozên Xwedêra hatiye eşkerekirinê. 27 Xwedê xwest ev sura xweye pîroz nav miletada bide eşkerekirinê. Sur ew e ku Mesîh tevî we yektiyêda ye û gumana we heye, ku hûnê tevî wî bêne rûmetkirinê. 28 Em derheqa wî mizgîniyê bela dikin, rêberiyê didine her kesî, bîlaniya ku me standiye wana hîn dikin, seva ku alî hemû şagirtên Mesîh bikin, wekî ewana bibine merivne ruhanîda gihîştî. 29 Bona vê yekê jî ez gelek xîret dikim, û berdewam dikim xwe bispêrim qewata wî, ya ku nav minda eyan dibe.