KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 2 Korintî 3
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

2 Korintî Naveroka Kin

      • Nemên payîdayînê (1-3)

      • Xizmetkarên peymana nû (4-6)

      • Rûmeta mezin ya peymana nû (7-18)

2 Korintî 3:16

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    4/2018, rûp. 9

2 Korintî 3:17

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    11/2018, rûp. 19-20

    4/2018, rûp. 8-9

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
2 Korintî 3:1-18

2 Korintî

3 Gelo em dîsa destpêdikin payê xwe bidin? Yan mîna hineka em hewcê nema ne, ku wera bişînin, yan jî bistînin ji we, kîderêda payê me tê dayînê? 2 Hûn in nema ku ser dilê me hatiye nivîsarê, kîjan ku hemû kes zanin û dixûnin. 3 Eşkere ye ku hûn nema Mesîh ne, ya ku aliyê me xizmetkarada hatiye nivîsarê. Ev neme ne bi hubirê hatiye nivîsarê, lê bi ruhê Xwedayê sax, û ne ser selên kevir, lê ser dila.

4 Em vê yekêda bi saya Mesîh Xwedêda bawer in. 5 Û em nabêjin ku em vî şixulî bi qewata xwe dikin, lê em bi alîkariya Xwedê dikin. 6 Belê, yê ku em kirine xizmetkarên peymana nû, Xwedê ye. Em ne xizmetkarên qanûna nivîsar in, lê em xizmetkarên ruh in. Qanûna nivîsar cezayê mirinê dide, lê ruh jîyînê dide.

7 Qanûna ku mirinê tîne û ser kevira hatibû nivîsarê, bi rûmeteke usa hatibû dayînê, ku Îsraêliya nikaribûn rûyê Mûsa binihêriyana ji bo rûmeta rûyê wî, kîjan ku wê betal bûya. Hergê qanûn bi rûmet hatibû dayînê, 8 gelo ruh gerekê bi rûmeteke hê mezin neyê dayînê? 9 Hergê qanûna ku meriv berbi dîwanê dibir bi rûmet bû, lê çi ku berbi rastiyê dibe wê çiqas hê zêde rûmet be! 10 Belê, hela hê çi ku wextekê xweyîrûmet bû jî, rûmeta xwe unda kir, ji bo wê rûmeta ku ser wêra bû. 11 Hergê tiştê ku gerekê betal bûya, bi rûmet bû, lê îja rûmeta tiştê ku wê bimîne çiqas diha mezin e!

12 Awa çimkî gumana meye usa heye, em bi mêrxasî xeber didin, 13 û mîna Mûsa nakin, yê ku rûyê xwe bi xêliyê vedişart, wekî Îsraêlî rûmeta ku gerekê betal bûya, nevînin. 14 Lê hişê wan girtî bû. Û heta roja îro, gava peymana kevin tê xwendinê, xût ew xêlî ser hişê wan dimîne, çimkî ew tenê bi saya Mesîh dikare bê hildanê. 15 Erê, heta roja îro, gava nivîsarên Mûsa têne xwendinê, xêlî ser dilê wan dimîne. 16 Lê gava kesek vedigere cem Yehowa, ev xêlî tê hildanê. 17 Yehowa Ruh e, û ruhê Yehowa kîderê be, wêderê azayî heye. 18 Me hemûya xêlî ser rûyê xwe hildaye û em mîna neynika, rûmeta Yehowa nîşan dikin. Em têne guhastinê, wekî hê zêde bibine mîna Xwedê û rûmeta wî hê rind nîşan kin, usa çawa ku Yehowa dixwaze, yê ku Ruh e.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin