Kolosiyara
3 Awa ku hûn tevî Mesîh ji mirinê hatine rakirinê, li tiştên ezmanî bigerin, kîderê ku Mesîh li milê Xwedêyî rastê rûniştî ye. 2 Berdewam kin derheqa tiştên ezmanî bifikirin, ne ku derheqa tiştên ku ser erdê ne. 3 Çimkî hûn mirine, û emirê we Mesîhra hatiye dayînê, yê ku tevî Xwedê yektiyêda ye. 4 Gava Mesîh, yê ku emirê me ye, rûmeta xwe eyan ke,* hingê hûnê jî tevî wî rûmetêda eyan bin.
5 Lema jî hemû xwestinên xirab bikujin: Zinêkariyê,* heramiyê, temê xirab, xwestinên zirar, û timayê, çi ku pûtparistî ye. 6 Ji bo van tişta xezeba Xwedê tê. 7 We jî wextekê ew tişt dikirin û usa dijît. 8 Lê niha gerekê hûn terka van hemû tişta bidin: Xezeb, hêrs, xirabî, giliyên bêhurmetî û xeberdana necayîz. 9 Hevdu nexapînin, merivê kevin kirên wîva ji xwe bêxin, 10 û merivê nû li xwe kin, kîjan ku bi saya zanebûna rast tê nûkirinê, wekî hê zêde bibe mîna Efirandarê xwe. 11 Firqî tune meriv Yûnan yan Cihû be, sinetkirî yan nesinetkirî be, xerîb be, Îskît* be, xulam yan jî aza be, lê Mesîh ye her tişt û ew hemûyada ye.
12 Awa çawa bijartiyên Xwedêye pîroz û hezkirî, hûn dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, nermiyê û sebirê li xwe kin. 13 Her gav hevdu sebir kin û bi dil bibaxşînine hev, hergê jî meniya weye gazinkirinê heye. Çawa ku Yehowa bi dil baxşande we, gerekê hûn jî usa bibaxşînine hev. 14 Xêncî van hemû tişta, hezkirinê li xwe kin, çimkî hezkirin meriva dike yek.
15 Usa jî, bira edilaya Mesîh rêberiyê dilê we bike, çimkî hûn çawa endemên bedenekê bona vê edilayê hatine gazîkirinê. Timê şêkirdar bin. 16 Bira hînkirina Mesîh dilê we bi temamî tije ke û bîlaniyê bide we. Berdewam kin hîn kin û hevdu qewî kin bi zebûra, bi pesindayîna Xwedêra û bi stiranên şikirdariyê. Bi temamiya dilê xwe* Yehowara bistirên. 17 Her tiştê ku hûn dikin û dibêjin, bi navê Xudan Îsa bikin, û bi saya wî şikiriyê bidine Bavê me Xwedê.
18 Kulfetno, gura mêrên xweda bin, çimkî Xudan vê yekê dixwaze. 19 Mêrno, her gav jinên xwe hez bikin û hindava wanda sert nîbin.* 20 Zarno, her gav gura dê-bavê xweda bin, çimkî ev yek dilê Xudan xweş tê. 21 Bavno, hêrsa zarên xwe ranekin, wekî ewana ber xwe nekevin. 22 Xulamno, her gav gura axayên xweda bin, ne ku tenê ber çevê wan, wekî hûn dilê meriva xweş bên, lê bi dilê sax û bi xofa Yehowa guhdar bin. 23 Û hûn çi jî bikin, bi dil û can bikin çawa bona Yehowa, ne ku bona meriva. 24 Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ku hûnê ji Yehowa war bistînin çawa xelat. Axayê mezinra, dêmek Mesîhra xulamtiyê bikin. 25 Bîr nekin, kesê ku xirabiyê dike, wê bona kirên xwe bê cezakirinê, çimkî Xwedê firqiyê nake orta meriva.