Efesiyara
4 Lema ez, ku ji bo baweriya xwe hindava Xudan kelêda me, hîvî ji we dikim, wekî hûn hêjayî gazîkirina xwe bijîn. 2 Her gav milûk bin, şkestî bin,* bi sebir bin û bi hezkirinê hevdu teyax kin. 3 Bi saya ruhê pîroz hûn bûne yek. Lema jî edilayêda bin û xîret kin ku hûn yektiyêda bimînin. 4 Beden yek e, ruh yek e, û guman jî yek e, ya ku we stand çaxê hûn hatine gazîkirinê. 5 Xudan yek e, bawerî yek e, nixumandin* yek e, 6 Xwedê yek e û Bavê hemûya ye. Ew ser hemûyara ye, pê hemûya hereket dike û nav hemûyada ye.
7 Awa kerema mezin me her yekîra usa hate dayînê, çawa Mesîh ev bela kir. 8 Çimkî tê gotinê: “Gava ew hilkişiya jorê, ewî merivên dîl tevî xwe bir, û meriv ça pêşkêş dan. 9 Lê ev gilî “ew hilkişiya” çi tê hesabê, ne ev tê hesabê, wekî ew pêşiyê daketibû jêrê ser erdê? 10 Yê ku dakete jêrê hema ew bû, yê ku hilkişiya jorê û ser hemûyên li ezmanara ye, wekî her tişt bi saya wî temam be.
11 Û ewî hine kes ça şandî dan, hinek ça pêxember, hinek ça mizgînvan, hinek jî ça şivan û dersdar. 12 Ewî usa kir ku pîroza rast ke,* wekî ewana kesên dinra berdestiyê bikin û bedena* Mesîh qewî kin. 13 Ewana wê usa bikin, heta ku em gişk baweriyêda û zanebûna rastda ya derheqa Kurê Xwedê, bibine yek, bibine merivne gihîştî û weke Mesîh bi temamî gihîştî bin. 14 Awa em gerekê îda mîna zara nîbin, yên ku ça bêjî ji pêlên avê virda-wêda dikevin, û ber bayê her hînkirinekê dikevin pê derewên meriva, yên ku bi fêlbazî dixapînin û dixalifînin. 15 Em gerekê rastiyê bêjin û hezkirinê bidine kifşê. Bi vî awayî emê her aliyava gihîştî bin, û tevî Mesîh, yê ku serê bedenê ye, yektiyêda bimeşin. 16 Bi saya wî, hemû endemên bedenê hevra rind girêdayî ne û çawa lazim e pê cûre-cûre movika hevkariyê dikin. Gava her endemê bedenê rast hevkariyê dike, beden nav hezkirinêda rind mezin dibe.
17 Lema jî ez bi navê Xudan vê yekê wera dibêjim û temiyê didime we: Îda li gora fikirên miletên dine pûç û betal nejîn. 18 Hişê wan teriyêda ye û ji jîyîna ku Xwedê dide, dûr ketine, çimkî naxwazin Xwedê nas kin û dilê wan hişk bûye. 19 Wana şerma rûyê xwe unda kiriye, xwe dane rabûn-rûniştina robetî,* û her cûre heramiyê dikin û pê têr nabin.
20 Lê hûn pêhesiyane ku Mesîh yekî usa nîne, 21 hemikî hergê we guh daye Îsa û ji wî hîn bûne, çimkî rastî Îsada ye. 22 Hûn hîn bûne ku gerekê merivê kevin, kîjan ku li gora jîyîna weye berê ye û bi xwestinên xapînok tê xirabkirinê, ji xwe bêxin. 23 Û hûn gerekê hertim hiş-aqilê* xwe nû kin, 24 û merivê nû li xwe kin, kîjan ku li gora qirara Xwedê, ser hîmê rastiyê û aminiyê hatiye çêkirinê.
25 Lema jî, gava we terka derewiyê daye, hevdura rastiyê bêjin, çimkî em endemên bedenekê ne. 26 Hergê hûn hêrs kevin jî, gune nekin. Pêşiya ku ro here ava, bira hêrsa we derbaz be. 27 Mecalê nedine* Mîrê-cina, wekî ser we hukum ke. 28 Bira yê ku diziyê dike, îda diziyê neke. Lê bira ew helal bi destê xwe bixebite, şixulekî qenc bike, wekî tiştekî wî hebe ku bikaribe bide belengaza. 29 Bira gilîkî xirab ji devê we dernekeve, lê tenê tiştên baş bêjin, kîjan ku qewî dikin. Bi vî awayî, kesên ku giliyên we dibihên wê karê bistînin. 30 Usa jî ruhê Xwedêyî pîroz xemgîn nekin, pê kîjanê hûn hatine morkirinê, bona roja azabûnê bi saya heqê kirînê.
31 Her cûre kînê, hêrsê, xezebê, qare-qarê, giliyên bêhurmetî û hemû cûre xirabiyê ji xwe dûr xin. 32 Lê hindava hevda qenc û dilşewat bin. Çawa Xwedê bi saya Mesîh bi dil baxşandiye we, hûn jî bi dil bibaxşînine hev.