1 Korintî
10 Birano, ez dixwazim bînim bîra we, ku hemû kal-bavên me bin ewrda bûn û hemû jî Bera Sorra derbaz bûn. 2 Gava ewana pey Mûsa diçûn, hemû jî bin ewr û berêda hatine nixumandinê.* 3 Wana hemûya xût xwarineke ruhanî dixwar, 4 û hemûya jî xût vexwarineke ruhanî vedixwar. Wana ji zinarê ruhanî, yê ku pey wan diçû, av vedixwar. Ew zinar Mesîh bû. 5 Lê Xwedê ji wan geleka razî nîbû, lema jî ewana beriyêda mirin.
6 Ev tiştên ku hatine serê wan, bona me bûne ders, wekî dilê me mîna dilê wan neçe ser tiştên xirab. 7 Ne jî bibine pûtparist, çawa ji wan hinek bûn. Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Cimet rûnişt ku bixwe û vexwe. Paşê ewana rabûn ku wedekî xweş derbaz kin”. 8 Ne jî zinêkariyê* bikin, çawa ku hineka ji wan zinêkarî kirin û rojekêda 23 000 meriv mirin. 9 Ne jî Yehowa bicêribînin, çawa ku ji wan hineka ew dicêribandin û bi gezkirina mera hatine kuştinê. 10 Ne jî bikine kute-kut, çawa ku hineka ji wan dikirine kute-kut û bi destê melek hatine kuştinê. 11 Ev tiştên ku hatine serê wan, bona me bûne ders. Û ev tişt hatine nivîsarê bona şîretkirina me, ku xilaziya wan demada dijîn.
12 Lema jî kî difikire ku ew qayîm sekinî ye, bira haj xwe hebe ku nekeve. 13 Hemû cêribandinên ku têne serê we, têne serê merivên din jî. Lê Xwedê amin e û ewê nehêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Lê Xwedê wê cêribandinêda usa jî delîlekê bike, wekî hûn bikaribin teyax kin.
14 Lema delalên min, ji pûtparistiyê birevin. 15 Ez tevî we ça tevî merivên serwaxt xeber didim. Hûn xwexa gotinên min bidine ber hev. 16 Ew kasa keremê, bona kîjanê em şikiriyê didine Xwedê, gelo me nake hevparên xûna Mesîh? Û ew nanê ku em ker dikin,* gelo me nake hevparên bedena Mesîh? 17 Nan yek e, û rast e em gelek in, lê em bedenek in, çimkî em hemû hevparên wî nanî ne.
18 Hela dîna xwe bidine cimeta Îsraêlê: Gava ewana tiştên ku têne qurbankirinê dixwin, ne ewana dibine hevparên qurbangehê? 19 Ez çi dixwazim bi vê yekê bêjim, wekî pût yan jî çi ku pûtra têne qurbankirinê, tiştek in? 20 Na, ez usa nabêjim. Ez dibêjim ku miletên din, ne ku Xwedêra, lê cinara qurbana didin. Û ez naxwazim ku heleqetiya we tevî cina hebe. 21 Hûn nikarin him ji kasa Yehowa, him jî ji kasa cina vexwin. Hûn nikarin him ji “sifra Yehowa”, him jî ji sifra cina bixwin. 22 Yan em dixwazin ‘hêrsa Yehowa rakin’? Çima em ji wî qewattir in?
23 Her tişt îzin e, lê her tişt kêrhatî nîne. Her tişt îzin e, lê her tişt naşidîne. 24 Bira her kes ne ku kara xwe bigere, lê kara kesê din.
25 Her goştê ku bazarêda tê firotanê, bixwin. Hergê hûn safî dikin goşt bixwin, hingê bi îsafa temiz hûn dikarin bixwin, 26 çimkî Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Erd û hemû tiştên ku ser erdê hene, yên Yehowa ne”. 27 Hergê kesekî nebawermend we teglîfî ser xwarinê dike, û hûn safî dikin herin, çi jî daynin ber we pê îsafa temiz bixwin. 28 Lê hergê kesek wera bêje: “Ev goşt pûtekîra hatiye qurbankirinê”, hingê bona xatirê wî kesê ku wera ev yek got û ji bo îsafê, nexwin. 29 Ez ne ku besa îsafa we, lê besa îsafa merivekî din dikim. Çira îsafa merivekî din gerekê azaya min sûcdar ke? 30 Hergê jî ez bi şikirdayîna Xwedê xwarinê dixwim, û îzina min heye bixwim, lê ev yek wê bibe sebeb ku kesên din min sûcdar kin, çira ez gerekê vê yekê bikim?
31 Lema jî hûn bixwin yan vexwin yan jî tiştekî din bikin, her tiştî bona rûmeta Xwedê bikin. 32 Tu kesîra nebine sebebê likumandinê, ne Cihûyara, ne Yûnanara, ne jî wanra, yên ku civata Xwedêda nin. 33 Ez jî xîret dikim ku usa bikim. Ez xîret dikim ku pê hemû kirên xwe dilê gişka razî kim. Ez ne ku kara xwe, lê kara geleka digerim, wekî ewana xilaz bin.