2 Tîmotêyo
1 Ez, Pawlos, yê ku bi qirara Xwedê û li gora sozê jîyîna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bûme şandiyê Mesîh Îsa, 2 Tîmotêyora, kurê xweyî delalra dinivîsim:
Bira kerema Xwedêye mezin, aminî û edilaya Bavê me Xwedê û Xudanê me Mesîh Îsa tevî te be!
3 Şikir Xwedêra, kîjanîra ez mîna kal-bavên xwe xizmetiya pîroz dikim, û vê yekê bi îsafa temiz dikim. Ez şev û roj dua-dirozgên xweda te bîr tînim. 4 Ez hêsirên çevên te tînim bîra xwe û hizreta vê yekê me ku te bivînim, wekî dilê min bi şabûnê tije be. 5 Ez baweriya teye ji dil* tînim bîra xwe. Baweriya usa pêşiyê bal pîrika te Loyîsê û diya te Eynikê hebû, û ez bawer im ku heta niha ev baweriya te heye.
6 Lema ez tînim bîra te, wekî tu pêşkêşa Xwedê mîna agir gur kî, kîjan ku te stand, gava min destê xwe danî ser serê te. 7 Çimkî ruhê pîroz ku Xwedê dide me, ne ku tirsê nav meda pêşda tîne, lê qewatê, hezkirinê û serwaxtiyê. 8 Lema jî şerm neke ku tu bona Xudanê me şedetiyê didî. Û ne jî bona min şerm ke, ku ez seva xatirê Xudanê me kelêda me. Lê hazir be bona mizgîniyê tengasiyê bikişînî, û vê yekêda xwe bispêre qewata Xwedê. 9 Xwedê em xilaz kirin û gazî me kir, wekî em bibine kesên pîroz. Ewî ne ku bona kirên me, lê bona qirar û kerema xweye mezin gazî me kiriye. Ev kerema mezin bi Mesîh Îsa berêda mera hatiye dayînê. 10 Lê niha ev kerema mezin pê vê yekê hate kifşê, ku Xilazkarê me Mesîh Îsa eşkere bûye. Îsa mirin kokêva rakir û bi saya mizgîniyê mera eşkere kir, wekî em ça dikarin jîyînê û bedena ku narize, bistînin. 11 Bona vê mizgîniyê, ez ça mizgînvan, şandî û dersdar hatime kifşkirinê.
12 Lema jî ez tengasiya dikişînim, lê ez şerm nakim, çimkî ez Wî nas dikim, baweriya xwe kîjanî tînim. Û ez bawer im wekî çi ku min tesmîlî wî kiriye, ew dikare heta Roja Dîwanê xwey ke. 13 Tu xwe li mesela* xeberên saxlem bigire, yên ku te ji min bihîstine. Û vê baweriyê û hezkirina ku te bi saya yektiya tevî Mesîh Îsa qazanc kiriye, bide kifşê. 14 Bi alîkariya ruhê pîroz, ku nava meda ye, van tiştên qîmet xwey ke, yên ku tera hatine tesmîlkirinê.
15 Tu zanî, wekî hemû kesên li herêma Asyayê pişta xwe dane min, usa jî Fûgelo û Hêrmoxênîs. 16 Bira Xudan rema xwe li mala Onîsîforo bîne, ewî gelek cara dilê min qewî kir û şerm nedikir ku ez girtî bûm. 17 Û gava ez li Romê bûm, ewî bi xîret ez digeriyam heta ez dîtim. 18 Bira Xudan Yehowa Roja Dîwanê li Onîsîforo bê remê. Tu rind zanî ku ewî li Efesê bona min çiqas tişt kiriye.