Îbraniyara
6 Awa em hînkirinên pêşin derheqa Mesîh alîkî bihêlin, û were em aliyê ruhanîda pêşda herin, ku bibine merivne gihîştî. Were em dîsa venegerin ser hînkirinên pêşin, dêmek tobekirina kirên pûç,* baweriya hindava Xwedê, 2 hînkirina derheqa nixumandinê, destdanîna ser seriya, rabûna miriya û dîwana heta-hetayê. 3 Û emê bibine merivne gihîştî bi alîkariya Xwedê.
4 Ewên ku aliyê Xwedêda hatibûne ronayîkirinê, pêşkêşa ezmanî tem kirine, û bûne hevparên ruhê pîroz, 5 û xebera Xwedê û keremên dinya ku wê bê, tem kirine, 6 lê paşê ji riya rastiyê derketine. Îda nabe ku ewana dîsa vegerine berbi tobekirinê, çimkî ewana Kurê Xwedê dîsa ser stûnê mix dikin û ber her kesî dikine sosret. 7 Mesele, Xwedê erdê kerem dike, gava gelek baran ser erdê dibare, erd ava xwe hildide û berê baş dide wan, yên ku erd bêcer kirine. 8 Lê hergê ev stirî û diriya bide, ew bêqîmet dibe û zûtirekê wê nifir lê be, û axiriyêda ewê bê şewitandinê.
9 Xûşk-birên delal, hergê em usa xeber didin jî, em bawer in ku hûn halekî diha başda nin û tiştên usa dikin, çi ku we berbi xilazbûnê dibe. 10 Xwedê heq e, û ew kirên we û hezkirina ku we bona xatirê navê wî daye kifşê, bîr nake. Belê, ew bîr nake xizmetiya ku we pîrozara kiriye û hûn heta niha jî dikin. 11 Lê em dixwazin ku her yek ji we berdewam ke xîreta xwe bide kifşê, çawa destpêkêda, wekî gumana we heta xilaziyê bê parastinê. 12 Tembel nebin, lê çev bidine wan, yên ku bi baweriyê û bi sebir sozên Xwedê* standine.
13 Gava Xwedê soz da Birahîm, wekî wê wî kerem ke, ewî bi navê xwe sond xwar, çimkî ji Xwedê mezintir tu kes tune. 14 Ewî got: “Ezê te eseyî kerem kim, û ezê zureta te zêde kim”. 15 Û paşî wê yekê gava Birahîm sebir kir, ewî ev soz stand. 16 Meriv pê navê kesê ji xwe mezintir sond dixwin, û ev yek riya şer-dewa digire, çimkî sonda wan îzbat dike ku gotina wan rast e. 17 Bi vî cûreyî gava Xwedê safî kir, wekî warên vî sozîra zelal nîşan ke, ku nêta wî nayê guhastinê, ewî bi sondekê îzbat kir ku ewê sozê xwe bîne sêrî. 18 Ev soz û sonda wî nayêne guhastinê, çimkî Xwedê nikare derewa bike. Ev tişt dilê me, dêmek dilê yên ku Xwedê kirine sitargeha xwe, qewî dikin û alî me dikin, wekî em xwe li gumana ku pêşiya me ye, qewî bigirin. 19 Ev gumana me bona jîyîna me mîna lengerê ye. Ev guman him saxlem e, him jî qewî ye û me dibe pişt perdê. 20 Îsa pêşiya me kete wêderê, rê bona me vekir û hazir kir. Ew mîna Melkîsedek bûye kahînê mezin û heta-hetayê kahînê mezin e.