KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Karên Şandiya 20
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

Karên Şandiya Naveroka Kin

      • Pawlos Makedonyayêda û Yûnanistanêda (1-6)

      • Troyayêda Eytûxo ji mirinê tê rakirinê (7-12)

      • Ji Troyayê diçine Mîletosê (13-16)

      • Pawlos tevî rûspiyên Efesê top dibe (17-38)

        • Hînkirina mal bi mal (20)

        • “Bextewarî hê zêde dayînêda ye” (35)

Karên Şandiya 20:6

Spartin

  • *

    Yan nanê bê hevîrtirşk.

Karên Şandiya 20:10

Spartin

  • *

    Yan “ruhê wî nav wîda ye”.

Karên Şandiya 20:11

Spartin

  • *

    Raste-rast “şkênand”.

Karên Şandiya 20:20

Spartin

  • *

    Yan “her tişt bona kara we”.

Karên Şandiya 20:24

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    7/2016, rûp. 26-27

Karên Şandiya 20:35

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê)”,

    № 2 2017 rûp. 13-14

Karên Şandiya 20:37

Spartin

  • *

    Raste-rast “wana xwe avîte stiyê wî”.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
  • 29
  • 30
  • 31
  • 32
  • 33
  • 34
  • 35
  • 36
  • 37
  • 38
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Karên Şandiya 20:1-38

Karên Şandiya

20 Gava tevlihevbûn sekinî, Pawlos şande pey şagirta û çaxê ewî dilê wan qewî kir û xatirê xwe ji wan xwest, çû Makedonyayê. 2 Ew wan herêmada digeriya û dilê şagirtên wêderê qewî dikir. Paşê ew hate Yûnanistanê, 3 û sê meha wêderê ma. Ewî dixwest pê gemiyê derbazî Sûryayê be, lê çimkî Cihûya dixwest wî bikujin, ewî safî kir Makedonyayêra vegere. 4 Tevî wî ev kes bûn: Sopatroyê kurê Pîrû ji Beroyayê, Erîstarxo û Sêkûndo ji Têsalonîkiyê, Gayos ji Dêrbeyê, Tîmotêyo, usa jî Tixîko û Trofîmo ji Asyayê. 5 Ev meriv pêşiya me çûn û Troasêda hîviya me bûn. 6 Lê em paşî rojên Cejina Nanê Şkeva* ji Fîlîpyayê pê gemiyê rê ketin û pey pênc rojara hatine bal wan Troasêda. Em heft roja wêderê man.

7 Roja heftiyêye pêşin, gava em top bûn ku tevayî xwarinê bixwin, Pawlos destpêkir xeber de, çimkî ew gerekê roja din biçûya. Xeberdana wî heta nîvê şevê kişand. 8 Otaxa jorinda, kîderê em top bibûn, gelek çira vêxistî bûn. 9 Hê Pawlos xeber dida, xortekî bi navê Eytûxo, ser pencerê rûniştî bû, kete xeweke kûr û ji qatê sisiya ket. Çaxê nêzîkî wî bûn, ew mirî bû. 10 Pawlos çû jêrê, xwe serda qûz kir, ew da hemêza xwe û got: “Rihet bin, çimkî ew sax e”.* 11 Paşê Pawlos çû jorê, nan ker kir* û xwar. Ewî dirêj heta berbangê tevî wan xeber dida û paşê ji wêderê çû. 12 Wana gede sax-silamet tevî xwe bir, û bêhesab dilbînî standin.

13 Em ketine gemiyê û çûne Asosê, lê Pawlos heta wêderê piya çû. Ewî mera gotibû ku em gerekê wî ji wêderê xwera bivin. 14 Ew Asosêda rastî me hat, me ew tevî xwe kire gemiyê û em çûne Mitûlanê. 15 Roja din em pê gemiyê ji wêderê çûne Xiyoyê. Rojek şûnda em çûne Samosê, û roja din em gihîştine Mîletosê. 16 Pawlos safî kir ber Efesêra derbaz be, wekî Asyayêda nemîne. Çimkî ewî dixwest zû here Orşelîmê, seva ku roja Pênciyê Hesabê wêderê be.

17 Ji Mîletosê ewî xeberek şande Efesê ku gazî rûspiyên civatê ke. 18 Gava ewana gihîştine cem wî, Pawlos wanra got: “Hûn rind zanin wekî ji roja ku ez hatime Asyayê, rabûn-rûniştina min çawa bû. 19 Min bi milûktî û bi hêsira Xudanra xizmet kir, nava wan tengasiyên ku Cihûya anîne serê min. 20 Min xwe paş nexist, wekî her tiştên kêrhatî* wera bêjim. Û min ber xelqê, him jî mal bi mal, hûn hîn dikirin. 21 Min him Cihûyara, him jî Yûnanara bi cûrekî baş şedetî da wekî ewana tobe kin, Xwedê bigerin û Xudan Îsa bawer kin. 22 Û niha ez bi rêberiya ruhê pîroz diçime Orşelîmê, lê nizanim wêderê çi wê bê serê min. 23 Ez tenê zanim ku ruhê pîroz her bajarîda minra dibêje, ku kela û tengasî hîviya min in. 24 Ez nakevim heyra emirê xwe, lê xwestina min tenê ev e, wekî ez heta xilaziyê lecmeydana xweda birevim û xizmetiya ku min ji Xudan Îsa standiye, bînim sêrî, dêmek mizgîniya derheqa qenciya Xwedêye mezin bela kim.

25 Ez zanim ku hûnê, kîjanara min derheqa Padşatiya Xwedê gilî kiriye, îda tu car rûyê min nevînin. 26 Lema ez îro wera şedetiyê didim, ku xûna tu kesî ser stiyê min nîne. 27 Çimkî min xwe paş nexistiye ji vê yekê, ku derheqa qirara Xwedê wera gilî kim. 28 Haj xwe û haj temamiya keriyê Xwedê hebin. Ruhê pîroz hûn ça berpirsiyar kifş kirine, wekî şivantiya civata Xwedê bikin, ya ku ewî bi xûna Kurê xwe kiriye. 29 Ez zanim ku paşî çûyîna min, gurên har wê bikevine nava we û wê hindava kerîda bêrem bin. 30 Nava weda jî wê hine meriv derkevin û hînkirinên xêlif bela kin, wekî şagirta pey xwe bivin.

31 Lema hişyar bimînin û bîr nekin ku sê sala min şev û roj, hertim her yek ji we bi hêsira şîret dikir. 32 Û niha ez we tesmîlî Xwedê û xebera derheqa qenciya wîye mezin dikim. Ev xeber dikare we qewî ke û milkê ku hemû pîrozara wê bê dayînê, bide we. 33 Çevên min ser zîv, zêr, yan jî ser kincên kesekî nîbûne. 34 Hûn xwexa zanin wekî min him bona hewcên xwe, him jî bona hewcên kesên ku tevî min bûn, xem dikir. 35 Min pê rabûn-rûniştina xwe nîşanî we kir, ku ça bixebitin, alîkariyê bidine kesên sist û ew gotinên Xudan Îsa bîr nekin: ‘Bextewarî hê zêde dayînêda ye, ne ku standinêda’”.

36 Gava ewî ev tişt gotin, tevî hemûya kete ser çoka û dua kir. 37 Hingê gişk giriyan. Wana Pawlos hemêz dikir* û lê paç dikirin, 38 çimkî ewana gelek xemgîn bûn îlahî ji bo van giliya, ku ewî got wekî ewana wê îda tu car rûyê wî nevînin. Paşê wana ew heta gemiyê verêkirin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin