Nema Aqûb
4 Gelo şer-dewên nav weda ji ku tên? Ne ewana ji xwestinên bedenê tên, yên ku dilê weda şer dikin? 2 Hûn dixwazin, lê nastînin. Hûn dikujin û çevnebariyê dikin, lê nikarin bistînin. Hûn dikevine hucetê, şer dikin, û tiştekî nastînin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin. 3 Lê gava hûn dixwazin, nastînin, çimkî hûn bi nêteke xirab dixwazin, wekî bikaribin xwestinên xweye bedenî têr kin.
4 Hey kesên neamin,* çira hûn nizanin ku hevaltiya tevî dinyayê tê hesabê dijminatiya tevî Xwedê? Lema jî kî dixwaze bibe hevalê dinyayê, ew xwe dike dijminê Xwedê. 5 Yan hûn difikirin ku Nivîsarên Pîrozda badîhewa usa tê gotinê: “Dilê me, me berbi hevsûdiyê dikişîne, lema jî em hertim cûre-cûre tişta dixwazin”? 6 Lê kerema mezin ku Xwedê dide me, ji vê hevsûdiyê mezintir e. Lema Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê kerema xweye mezin dide milûka”.
7 Lema jî gura Xwedêda bin, miqabilî Mîrê-cina bisekinin, û ewê ji we bireve. 8 Nêzîkî Xwedê bin, û ewê jî nêzîkî we be. Gunekarno, xwe ji kirên xweye xirab paqij kin. Dudilîno, dilên xwe paqij kin. 9 Bigirîn û şînê bikin. Bira kenê we bibe şîn, û bira şaya we bibe derd. 10 Xwe ber çevê Yehowa milûk kin, û ewê we bilind ke.
11 Birano, bes e miqabilî hev xeber din. Kesê ku miqabilî birê xwe xeber dide, yan jî wî sûcdar dike, ew miqabilî qanûnê xeber dide û qanûnê sûcdar dike. Hergê tu qanûnê sûcdar dikî, tu qanûnê naynî sêrî, lê tu xwe dikî hakim. 12 Tenê Xwedê Qanûndar û Hakim e, û tenê ew dikare xilaz ke, yan jî qir ke. Lê tu kî yî ku meriva sûcdar dikî?
13 Hinek ji we usa dibêjin: “Îro yan sibê emê herin filan yan bêvan bajarî, salekê wêderê bimînin, şixulekî bikin û pera qazanc kin”. 14 Lê hûn nizanin sibê çi wê bê serê we. Çimkî jîyîna we mîna hulmekê ye, ya ku demeke kin xuya dibe û paşê unda dibe. 15 Dewsê, hûn gerekê ha bêjin: “Hergê Yehowa bixwaze, emê bijîn û filan yan bêvan tiştî bikin”. 16 Lê hûn qure-qure payê xwe didin. Hemû payîdayînên usa gelek xirab in. 17 Lema jî hergê kesek zane çi rast e û nake, ew gune dike.