1 Yûhenna
4 Birên delal, baweriya xwe her hînkirinekê* neynin, yên ku usa têne kifşê, yançi ji bîna ber Xwedê ne. Lê têderxin hela ev hînkirin bi rastî ji Xwedê ye, yan na, çimkî gelek pêxemberên qelp derketine dinyayê.
2 Aha hûn ça dikarin fem kin hela filan hînkirin bi rastî ji Xwedê ye, yan na: Her hînkirina ku qebûl dike, wekî Îsa Mesîh ça meriv hate ser erdê, ji Xwedê ye. 3 Lê her hînkirina ku Îsa qebûl nake, ji Xwedê nîne. Ew hînkirin ji neyarê Mesîh ye, derheqa kîjanî we bihîstibû ku gerekê bihata, û niha ev hînkirin îda dinyayêda bela bûye.
4 Zarên delal, hûn ji Xwedê ne. We pêxemberên qelp alt kirine, çimkî Xwedê, yê ku tevî we yektiyêda ye, ji Mîrê-cina, yê ku tevî dinyayê yektiyêda ye, mezintir e. 5 Ev pêxemberên qelp ji vê dinyayê ne, lema gotinên wan li gora nihêrandina dinyayê ne, û bona vê yekê dinya guh dide wan. 6 Em ji Xwedê ne. Her kesê ku Xwedê nas dike, guh dide me, û her kesê ku ji Xwedê nîne, guh nade me. Bi vê yekê em dikarin fem kin, hela filan hînkirin rast e yan qelp e.
7 Birên delal, werên em berdewam kin hevdu hez bikin, çimkî hezkirin ji Xwedê ye, û her kesê ku hez dike, zara Xwedê ye û Xwedê nas dike. 8 Kesê ku hez nake, Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hezkirin e. 9 Bi vî cûreyî Xwedê hezkirina xwe mera nîşan kir: Ewî Kurê xweyî tayê tenê şande dinyayê, wekî em bi saya wî jîyînê bistînin. 10 Hezkirin ev e, ne ku me Xwedê hez kir, lê ev e ku ewî em hez kirin û Kurê xwe çawa qurbana lihevhatinê bona gunên me şand.
11 Birên delal, hergê Xwedê aha em hez kirin, em jî gerekê hevdu hez bikin. 12 Tu kesî tu cara Xwedê nedîtiye. Hergê em berdewam kin hevdu hez kin, Xwedê wê tevî me be, û hezkirina wî wê nav meda kamil be. 13 Em zanin ku em tevî wî yektiyêda nin û ew jî tevî me yektiyêda ye, çimkî ewî ruhê xwe daye me. 14 Xêncî wê yekê, me xwexa dît ku Xwedê Kurê xwe ça xilazkarê vê dinyayê şand, û em şedetiya vê yekê didin. 15 Kî ku qebûl dike, wekî Îsa Kurê Xwedê ye, Xwedê tevî wî yektiyêda dimîne, û ew tevî Xwedê yektiyêda dimîne. 16 Me fem kir û bawer kir, ku Xwedê me hez dike.
Xwedê hezkirin e. Kesê ku hezkirinêda dimîne, tevî Xwedê yektiyêda ye, û Xwedê jî tevî wî yektiyêda dimîne. 17 Bi vê yekê hezkirin nav meda kamil dibe, seva ku em roja dîwanê bi azayî xeber din, çimkî vê dinyayêda em mîna Mesîh ne. 18 Kesê ku Xwedê hez dike, natirse. Tirs bindest dike, lê hezkirina kamil tirsê dûr dixe. Belê, yê ku ditirse, hezkirina wî kamil nîne. 19 Em hez dikin, çimkî pêşiyê Xwedê em hez kirin.
20 Hergê kesek bêje: “Ez Xwedê hez dikim”, lê birê xwe nefret dike, ew derewîn e. Çimkî yê ku birê xweyî ku divîne, hez nake, nikare Xwedayê ku navîne hez bike. 21 Temiya ku me ji wî standiye, ev e: Kesê ku Xwedê hez dike, gerekê birê xwe jî hez bike.