2 Korintî
13 Eva cara sisiya ye ez hazir dibim bême cem we. “Her tişt gerekê pê devê du yan sê şeda bê îzbatkirinê”. 2 Rast e niha ez ji we dûr im, lê giliyên min usa qebûl kin ça bêjî ez cara duda hatime cem we. Hergê ez dîsa bêm, ez dixwazim wanra, yên ku berê gune kirine û usa jî hemûyên dinra, pêşda bêjim, ku tu kes wê nikaribe ji şîretkirina min bireve. 3 Bi vî awayî, ezê nîşan kim ku Mesîh pê min xeber dide. Û Mesîh hindava weda sist nîne, lê ew qewata xwe nîşanî we dike. 4 Rast e ew ser stûnê hate dardakirinê gava sist bû, lê ew bi saya qewata Xwedê sax e. Belê, em jî sist in, çawa ku ew sist bû, lê pê qewata Xwedê, ya ku ser me ye, emê tevî wî bijîn.
5 Berdewam kin têderxin hela hûn nava baweriyêda nin yan na. Her gav xwe bicêribînin. Hûn fem nakin ku Îsa Mesîh tevî we yektiyêda ye? Hemikî hergê we qebûlkirina Xwedê unda nekiriye. 6 Ez bi rastî guman im ku hûnê fem kin, wekî me qebûlkirin unda nekiriye.
7 Em Xwedêra dua dikin, ku hûn tiştekî xirab nekin, lê ne seva vê yekê ku em qebûlkirî bêne kifşê, lê wekî hûn tiştê qenc bikin, hergê jî em neqebûlkirî bêne kifşê. 8 Çimkî em nikarin tiştekî miqabilî rastiyê bikin, lê em tenê dikarin evê rastiyê pêşda bivin. 9 Em timê şa ne, hergê jî em sist in, lê hûn qewî ne. Û em bona vê yekê dua dikin, ku hûn xwe rast kin. 10 Lema jî pêşiya ku ez bême cem we, ez van tişta dinivîsim, wekî gava cem we bim, hindava weda sert nîbim, û pê hukumê ku Xudan daye min, ne ku we hilşînim, lê dilê we ava kim.
11 Birano, xilaziyêda ez wera dibêjim: Timê şa bin, her gav xwe rast kin, berdiliyê bistînin, ser nêtekê bin, edilayêda bijîn, û hingê Xwedayê hezkirinê û edilayê wê tevî we be. 12 Bi hezkirinê* hevdu silav kin. 13 Hemû kesên pîroz we silav dikin.
14 Bira kerema mezin ya Xudan Îsa Mesîh, hezkirina Xwedê û keremên ruhê pîroz ser we hemûya be!