2 Petrûs
1 Ez Şimhûn Petrûs, xulam û şandiyê Îsa Mesîh, vê nemê dinivîsim wanra, yên ku bi saya rastiya Xwedayê me û Xilazkarê me Îsa Mesîh mîna me bûne xweyê vê baweriya qîmet:
2 Bira kerema mezin û edilayî li we zêde be bi saya zanebûna rast derheqa Xwedê û Xudanê me Îsa. 3 Pê qewata Xwedê mera hate dayînê ev hemû tişt, çi ku lazim e, wekî usa bijîn ku Xwedêra amin bin, çimkî me zanebûna rast qazanc kiriye derheqa wî, kî ku bi rûmet û qenciya xwe gazî me kiriye. 4 Xwedê li gora rûmet û qenciya xwe, sozên qîmet û mezin ça pêşkêş dane me, wekî em bibine hevparên hunurên wî û mîna wî bibine ruh, çimkî em ji xirabiya vê dinyayê, ya ku ji xwestinên xirab tê, dûr ketine.
5 Bona vê yekê, çi ji destê we tê bikin, wekî baweriya we hebe û hûn tiştên qenc* bikin, usa jî xîret kin ku zanebûna we hebe 6 û xwegirtina we hebe, wekî hûn teyax kin û Xwedêra amin bin. 7 Çi ji destê we tê bikin, ku hûn hemû biratiyê û her kesî hez bikin. 8 Çimkî hergê hûn xweyê van hunura bin û ew nav weda zêde bin, hûnê li gora zanebûna rast derheqa Xudanê me Îsa Mesîh hereket bikin û bê ber nemînin.
9 Lê kesê ku xweyê wan hunura nîne, ew kor e, çimkî ew çevê xwe digire ku ronayê nevîne.* Û ew bîr dike ku gunên wîye berê hatine baxşandinê. 10 Lema birano, çi ji destê we tê bikin, wekî hûn vî qedirê xwe ku hûn hatine gazîkirinê û bijartinê, xwey kin. Hergê hûn van tişta hertim bikin, hûnê tu cara ji rê dernekevin. 11 Erê, hûnê têr-tije kerema bistînin û bikevine Padşatiya heta-hetayê ya Xudan û Xilazkarê me Îsa Mesîh.
12 Lema jî, rast e hûn van tişta zanin û hînkirinên rastda jî qewî ne, ez dixwazim her gav van tişta bînim bîra we. 13 Ez vê yekê ça borcê xwe hesab dikim, wekî heta ez vê bedenêda* nim, wan tişta bînim bîra we. 14 Çimkî çawa ku Xudanê me Îsa Mesîh minra eşkere kiriye, ez zanim ku ezê tenê wedekî kin vê bedenêda bimînim. 15 Ezê hertim çi ji destê min tê bikim, ku hûn pey çûyîna minra bikaribin van hemû tişta bînin bîra xwe.
16 Gava me wera derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîh got, giliyên me ser hîmê çîrokên meriva nîbûn, lê ser hîmê vê yekê bûn, ku me mezinaya wî bi çevê xwe dît. 17 Ewî ji Bavê me Xwedê hurmet û rûmet stand, gava Xwedayê rûmetê wîra usa got: “Ev e Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike”. 18 Erê, gava em tevî wî ser çiyayê pîroz bûn, me ev gilî ji ezmên bihîst.
19 Lema em hê zêde baweriya xwe vê yekê tînin, wekî hemû tiştên ku Xwedê gotine, wê bêne sêrî. Rind dîna xwe bidine van hemû tişta. Bira ev gotin dilê weda bibine mîna çirayê, ku cîkî terîda şewq dide (heta ku sibeh zelal dibe û steyrka sibehê derdikeve). 20 Hûn zanin ku tu pêxembertiya Nivîsarên Pîroz ser hîmê fikirên meriva nîne. 21 Çimkî tu pêxembertî aliyê merivada nehatiye dayînê, lê meriva bi rêberiya ruhê pîroz giliyên Xwedê digotin.