Li Gora Markos
9 Ewî usa jî wanra got: “Ez rast wera dibêjim, vira nav weda hine meriv hene, yên ku wê nemirin,* heta nevînin ku Padşatiya Xwedê bi qewat hatiye”. 2 Paşî şeş roja, Îsa tevî xwe Petrûs, Aqûb û Yûhenna birin û hilkişiya serê çiyakî bilind. Û ber çevê wan Îsa rûva hate guhastinê. 3 Kincên wî dibiriqîn û usa sipî bûn, ku ser rûyê erdê tu kesî nikaribû usa sipî kira. 4 Usa jî, Êlyas û Mûsa wanra xuya bûn û tevî Îsa xeber didan. 5 Petrûs Îsara got: “Dersdar, ça baş e ku em vira ne. Were em sê holika çêkin, yekê bona te, yekê bona Mûsa û yekê jî bona Êlyas”. 6 Bi rastî Petrûs tevlihev bibû, çimkî ewana gelekî tirsiya bûn. 7 Hingê ewrek xuya bû û dakete ser van, û dengek ji vî ewrî hat: “Ev e Kurê minî delal. Guh bidine wî!” 8 Paşê nişkêva şagirta der-dorê xwe nihêrî, xêncî Îsa kesek nedîtin.
9 Gava ewana ji çiyê dadiketin, ewî sert temî da wan, wekî tu kesîra tiştên ku wana dît, nebêjin, heta Kurê însên ji mirinê neyê rakirinê. 10 Wana gura Îsa kir,* lê nav hevda xeber didan, hela mena rabûna wî ji mirinê, çi ye. 11 Û wana ji Îsa pirsî: “Çima qanûnzan dibêjin, ku pêşiyê Êlyas gerekê bê?” 12 Ewî wanra got: “Rast e, pêşiyê Êlyas gerekê bê û her tiştî rast ke. Lê çima derheqa Kurê însên hatiye nivîsarê, ku ew gerekê gelek cefa bikişîne û bê înkarkirinê? 13 Lê ez wera dibêjim ku Êlyas îda hatiye, û dilê wan ça xwest usa serê wî kirin, çawa ku derheqa wî hatibû nivîsarê”.
14 Gava ewana vegeriyane bal şagirtên din, wana dît ku der-dorê wan gelek meriv top bûne, û qanûnzan wanra ketine dewê. 15 Lê çaxê meriva Îsa dît, ecêbmayî man û bi lez berbi wî çûn, ku silavê bidinê. 16 Îsa ji wan pirsî: “Hûn bona çi wanra dikevine dewê?” 17 Ji elaletê yekî cab da: “Dersdar, min kurê xwe aniye bal te, çimkî cinek nav wîda ye, ku wî lal dike.* 18 Her gav ku cin wî digire, ew wî li erdê dixe, kef ber dêv dikeve, bi diranên xwe dike çirke-çirk, û qewata wî namîne. Min ji şagirtên te reca kir, ku vî cinî derxin, lê wana nikaribû”. 19 Îsa wanra got: “Nisilê bêbawer, heta kengê gerekê ez tevî we bim? Heta kengê ez we sebir kim? Wî bînin cem min”. 20 Û wana jî kurik anî bal wî. Lê gava cin Îsa dît, derbêra zar vehejand. Ew kete ser erdê, pirpitî û kef ber dêv diket. 21 Îsa ji bavê wî pirsî: “Ji kengêva halê wî usa ye?” Ewî got: “Ji zarotiyê. 22 Cin ew gelek cara davîte nav agir û usa jî nav avê, wekî wî bikuje. Lê hergê tu dikarî, tiştekî bike, gunê xwe me bîne û alî me bike”. 23 Îsa wîra got: “Te çima got: ‘Hergê tu dikarî’? Baweriya kê heye, bona wî her tişt dibe”. 24 Hema vê demê bavê zarê bi dengekî bilind got: “Ez bawer dikim! Alî min bike ku baweriya min qewî be!”
25 Gava Îsa dît ku gelek meriv reve-rev berbi wan tên, ewî sert ferman da cin û got: “Cinê ku ker û lal dike, ez fermanê didime te, ku ji wî derkevî û careke din nekevî nav wî!” 26 Cin kire qîrîn, zar gelek cara vehejand û paşê ji wî derket. Usa dihate kifşê ku zar miriye. Lema geleka digot: “Ew mir!” 27 Lê Îsa destê zarê girt û ew rakir. 28 Çaxê ew kete malê, şagirtên wî başqe ji wî pirsîn: “Me çira nikaribû ev cin derxista?” 29 Ewî caba wan da: “Cinên usa tenê bi dua têne derxistinê”.
30 Ewana ji wêderê çûn û nav Celîlêra derbaz bûn, lê Îsa nexwest ku kesek vê yekê bizanibe. 31 Çimkî ewî şagirtên xwe hîn dikir û wanra digot: “Wê nemamiya Kurê însên bikin û wî bidine destê meriva, wê wî bikujin, lê paşî sê roja, ewê ji mirinê bê rakirinê”. 32 Lê wana gotinên wî fem nekir û ditirsiyan ji wî bipirsin.
33 Ewana gihîştine Kepernahûmê. Gava Îsa malda bû, ewî ji wan pirsî: “Hûn rêda bona çi hevra ketibûne dewê?” 34 Wana dengê xwe nekir, çimkî rêda bona wê yekê hevra ketibûne dewê, ku ji wana yê herî mezin kî ye. 35 Hingê Îsa rûnişt, gazî Donzdeha* kir û wanra got: “Yê ku dixwaze bibe yê pêşin, gerekê bibe yê paşin û berdestiyê hemûya”. 36 Paşê ewî zarek anî, nav wanda da sekinandinê, zar da hemêza xwe û wanra got: 37 “Kî ku zareke usa bona xatirê navê min qebûl dike, ew min jî qebûl dike. Û kî ku min qebûl dike, ne tenê min, lê Yê ku ez şandime jî qebûl dike”.
38 Yûhenna wîra got: “Dersdar, me dît ku kesek bi navê te cina derdixe. Me xwest wî bidine sekinandinê, çimkî ew pey me nayê”. 39 Lê Îsa got: “Riya wî negirin, çimkî kesê usa tune, ku bi navê min keremetekê* bike û pêra-pêra tiştekî xirab ser min bêje. 40 Çimkî kî ku miqabilî me nîne, aliyê me ye. 41 Û kesê ku tase av bide we, çimkî hûn para Mesîh ne, ez rast wera dibêjim, ewê xelata xwe tu car unda neke. 42 Lê kî bibe sebeb wekî yekî ji van biçûka, yê ku baweriya xwe min tîne, ji rê derê, bona wî hê baş e ku kevirekî mezin* stûyê wîva bê girêdanê û ew bê avîtinê nava berê.
43 Hergê destê te, te berbi gune dibe,* wî jêke. Dewsa ku tu bi her du destên xwe bikevî Gêhênayê,* nav agirê ku nayê temirandinê,* bona te diha baş e, ku tu destekî unda kî, lê jîyînê* bistînî. 44* —— 45 Û hergê nigê te, te berbi gune dibe, wî jêke. Dewsa ku tu bi her du nigên xwe bikevî Gêhênayê, bona te diha baş e, ku tu nigekî unda kî, lê jîyînê bistînî. 46* —— 47 Û hergê çevê te, te berbi gune dibe, wî bavêje. Dewsa ku tu bi her du çevên xwe bikevî Gêhênayê, bona te diha baş e, ku tu çevekî unda kî, lê bikevî Padşatiya Xwedê. 48 Li Gêhênayê kurm namirin û agir nayê temirandinê.
49 Çimkî her kes gerekê bi agir bê xwêkirinê. 50 Xwê tiştekî baş e, lê hergê ev şoraya xwe unda ke, ewê çawa dîsa şor be? Bira nav weda xwê hebe û hevra edilayêda bimînin”.