1 Tîmotêyo
4 Gotinên ji bîna ber Xwedê zelal dibêjin, wekî wext wê bê, ku hinekê terka baweriyê bidin. Ewana wê guh bidine xeberên derew, yên ku yançi ji Xwedê ne, usa jî wê guh bidine hînkirinên cina. 2 Him jî ewana wê guh bidine derewên merivên durû, îsafa kîjana dax bûye.* 3 Ewana qedexe dikin ku meriv bizewicin yan mêr kin, û temiyê didin ku hine xwarina nexwin. Lê Xwedê ev xwarin çêkirine, wekî kesên ku bawerî û zanebûna wane rast heye, bixwin û şikiriyê bidine Xwedê. 4 Her tiştê ku Xwedê efirandiye qenc e, û dewsa ku ew bêne înkarkirinê, gerekê bi razîbûnê bêne qebûlkirinê. 5 Çimkî ewana bi xebera Xwedê û bi dua hatine pîrozkirinê.
6 Gava tu van şîreta bidî bira, tuyê nîşan kî ku tu xizmetkarê Mesîh Îsa yê qenc î, dêmek, yê ku xwe bi gotinên baweriyê têr dike û xwe hûr bi hûr li hînkirinên Xwedê digire. 7 Guh nede çîrokên pîra, kîjan ku Xwedê bêhurmet dikin. Dewsê, bira nêta te ev be, ku xizmetiya xweye aminda pêşda herî. 8 Çimkî kara meşqa* ku meriv dike, wekî bedena xwe qewî ke, gelek nîne. Lê kara xizmetiya amin her tiştîda heye, çimkî meriv ji vê him niha kerema distîne, him jî axiriyêda wê bistîne. 9 Ev gilî rast in û hêja ne meriv wan bawer kin. 10 Lema em bi cefa û xîreteke mezin şixul dikin, çimkî em gumana xwe didine ser Xwedayê sax, yê ku Xilazkarê hemû cûre meriva ye, îlahî kesên ku wîra amin in.
11 Berdewam ke van temiya bide û hîn ke. 12 Tu car nehêle ku kesek ji bo cahiltiya te xwe ser tera bigire. Dewsê bona kesên amin bibe mesele, xeberdanêda, rabûn-rûniştinêda, hezkirinêda, baweriyêda û temizayêda.* 13 Heta hatina min, berdewam ke bi xîret cimetêra bixûne, şîret ke* û hîn ke. 14 Terka vê pêşkêşê nede, ya ku bi saya pêxembertiyê tera hatiye dayînê, gava koma rûspiya destê xwe danîne ser te. 15 Ser van tişta kûr bifikire û bi temamî dîna xwe bide van, wekî pêşdaçûyîna te hemûyara eyan be. 16 Haj xwe û hînkirina xwe hebe. Berdewam ke xwe li van tişta bigire, çimkî hergê tu usa bikî, tuyê him xwe him jî kesên ku guh didine te, xilaz kî.