3 Yûhenna
1 Ez kalemêr,* Gayosê delalra dinivîsim, kîjanî bi rastî hez dikim.
2 Birê delal, ez dua dikim wekî tu timê hemû aliyava baş bî û sihet-qewat bî, çawa niha. 3 Ez gelek şa bûm, gava bira hatin û gilî kirin, ku tu xwe li rastiyê digirî û berdewam dikî riya rastiyêda diçî. 4 Şabûna* mine ji vê mestir tune, gava dibihêm ku zarên min riya rastiyêda diçin.
5 Birê delal, ev yek çi ku tu bona bira dikî, hela hê ku wana nas nakî jî, aminiya te eyan dike. 6 Wana li ber civatê besa hezkirina te kiriye. Ji kerema xwe wana usa verêke, çawa ku li Xwedê xweş tê. 7 Çimkî ewana bona xatirê navê Xwedê rê ketin, û ji miletên din* tiştek hilnedan. 8 Lema em borcdar in mêvanheziyê merivên usara bidine kifşê, seva ku em rastiyêda bibine hevalxizmetkar.
9 Min civatêra hine tişt nivîsîn, lê Diyotrefîs, yê ku hez dike ser hemûyara be, qedirê giliyên me nagire. 10 Lema hergê ez bêm, ezê kirên wî bidime rûyê wî, çimkî ew derheqa me derewa bela dike. Ev yek besî wî nîne, serda jî ew bira bi qedir qebûl nake, û ewên ku dixwazin wana qebûl kin, ew usa dike wekî riya wan bigire û wana ji civatê derxe.
11 Birê delal, çev nede xirabiyê, lê çev bide qenciyê. Kesê ku qenciyê dike, ji Xwedê ye, lê kesê ku xirabiyê dike, Xwedê nedîtiye. 12 Gişk derheqa Dîmîtriyo baş xeber didin, û ev yek îzbat dike, ku ew li gora rastiyê dijî. Bi rastî em jî derheqa wî şedetiya usa didin, û çawa tu zanî, şedetiya me rast e.
13 Gelek tişt hene, çi ku ez dixwazim tera gilî kim, lê naxwazim vê yekê pê qelem û hubirê binivîsim. 14 Ez guman im ku zûtirekê ezê te bivînim, û emê rû bi rû hevra xeber din.
Bira Xwedê edilayê bide te.
Heval-hogir te silav dikin. Tu jî aliyê minda hevala nav bi nav silav ke.