Li Gora Lûqa
15 Awa hemû xercgir û gunekar der-dorê Îsa top dibûn, wekî guh bidine wî. 2 Lê him Fêrisî û him qanûnzana dikirine kute-kut û digotin: “Ev meriv gunekara qebûl dike û tevî wan xwarinê dixwe”. 3 Hingê Îsa ev mesele wanra gilî kir: 4 “Ji we kî ye, yê ku 100 pezên wî hebin û gava yekî ji wan unda ke, 99 pezên din çolê nehêle û peza undabûyî negere, heta ku wê bivîne? 5 Û gava ew bivîne, wê şa be û bide ser milê xwe. 6 Û çaxê ew vegere mal, wê gazî heval û cînarên xwe bike û wanra bêje: ‘Tevî min şa bin, çimkî min peza xweye undabûyî dîtiye’. 7 Ez wera dibêjim, usa jî li ezmên bona gunekarekî ku tobe dike, wê şabûneke hê mezin be, ne ku bona 99 kesên rast, kîjanara tobekirin nelazim e.
8 Yan jî, hergê kulfetek ku deh drahmên* wê hebin, û ew yekî unda ke, gelo ewê çirê vênexe, mala xwe gêzî neke û rind lê negere heta bivîne? 9 Û gava ew bivîne, ewê gazî heval û cînarên xwe bike û bêje: ‘Tevî min şa bin, çimkî min drahmê xweyî undakirî dît’. 10 Ez wera dibêjim, melekên Xwedê jî usa şa dibin gava gunekarek tobe dike”.
11 Paşê Îsa got: “Du kurên merivekî hebûn. 12 Kurê biçûk bavê xwera got: ‘Bavo, ji hebûka xwe çi ku para min dikeve, bide min’. Hingê bav wanra hebûk parevekir. 13 Çend roj şûnda, kurê biçûk hemû tiştên xwe top kir û çû welatekî dûr. Wêderê ewî bi jîyîneke necayîz* dijît û hemû hebûka xwe pûç kir. 14 Çaxê ewî her tiştê xwe xerc kir, temamiya wî welatîda xelayîke mezin destpêbû, û ew kete halekî giran. 15 Ew çû bal binelîkî wî welatî, û ewî merivî ew şande deştên xwe wekî xinzîra* biçêrîne. 16 Hizreta wî bû ku xwe hema pê xurekê xinzîra têr kira. Lê tu kesî tiştek nedida wî.
17 Gava hişê wî hate serê wî, ewî got: ‘Haqas palên bavê min hene ku têr-tije nanê wan heye, lê ez vira birçîna dimirim! 18 Ezê rabim herim cem bavê xwe û wîra bêjim: “Bavo, min ber Xwedê* û ber te gune kiriye. 19 Ez îda ne hêja me kurê te bême hesabê. Min mîna palekî xwe qebûl ke”’. 20 Lema jî ew rabû çû bal bavê xwe. Gava ew hê rêda bû, bav ew ji dûrva dît û dilê wî ser şewitî, bi lez çû pêşiya wî, ew hemêz kir* û paç kir. 21 Hingê kur bavê xwera got: ‘Bavo, min ber Xwedê û ber te gune kiriye. Ez îda ne hêja me kurê te bême hesabê’. 22 Lê bav xulamên xwera got: ‘Zû herin kincê herî baş bînin û li wî bikin. Gustîlkê têkine tiliya wî, û sola bikine niga. 23 Golikekî kozîkirî bînin û serjêkin, em bixwin û şa bin, 24 çimkî kurê min mirî bû û vegeriya jîyînê, ew undabûyî bû û hate dîtinê’. Û wana destpêkir şa bin.
25 Wê demê kurê wîyî mezin li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, dengê stiran û reqasê bihîst. 26 Ewî gazî xulamekî kir û jê pirsî, ku çi diqewime. 27 Xulam jî got: ‘Birê te hatiye û bavê te golikê kozîkirî serjêkiriye, çimkî ew sax û silamet vegeriya’. 28 Lê ew hêrs ket û nexwest bikeve malê. Hingê bavê wî derket û lava wî kir. 29 Lê ewî bavê xwera got: ‘Eva çiqas sal e ez tera xulamtiyê dikim, û min timê gura te kiriye. Lê te qe karikek jî nedaye min, wekî min tevî hevalên xwe kêf kira. 30 Lê hema ça ev kurê te hat, yê ku tevî qava hebûka te pûç kir, te bona wî golikê kozîkirî serjêkir’. 31 Hingê bav jêra got: ‘Kurê min, tu hertim tevî min î, û her tiştê min, yê te ye. 32 Lê em gerekê eşq û şa bin, çimkî birê te mirî bû û vegeriya jîyînê, ew undabûyî bû û hate dîtinê’”.