Li Gora Lûqa
13 Wî çaxî hine merivên ku wêderê bûn, Îsara derheqa wan Celîliya gilî kirin, xûna kîjana Pîlato tevî xûna qurbanên wan kiribû. 2 Ewî wanra got: “We tirê ev tişt hatine serê wan Celîliya, çimkî ewana ji hemû Celîliyên din diha gunekar bûn? 3 Na, lê ez wera dibêjim, hergê hûn tobe nekin, hûnê hemû jî usa bêne qirkirinê. 4 Yan jî ew 18 merivên ku Sîlwamêda birc ser wanda ket û mirin, we tirê ewana ji hemû bineliyên Orşelîmê diha gunekar bûn? 5 Na, lê ez wera dibêjim, hergê hûn tobe nekin, hûnê hemû jî usa bêne qirkirinê”.
6 Paşê ewî ev mesele wanra got: “Merivekî nav rezê xweda dareke hêjîrê çandibû. Û ew hat ku bivîne hela darê ber daye, lê ser tiştek nedît. 7 Hingê ewî rezvanra got: ‘Îda eva sê sal e ez têm ku berê vê dara hêjîrê bivînim, lê min tiştek nedîtiye. Evê bibire! Çima badîhewa cî girtiye?’ 8 Rezvan wîra got: ‘Axayê min, vê darê salekê jî bihêle. Ezê dora wê bikolim û peyn bikimê. 9 Hergê paşê ew ber bide, baş e, lê hergê ber nede, hingê bibire’”.
10 Îsa rojeke Şemiyê* kinîştêda* hîn dikir. 11 Wêderê jinek hebû, ya ku 18 sala nexweş bû, çimkî ew bin hukumê cinda bû. Pişta wê qûz bibû, û ewê nikaribû xwe rast kira. 12 Gava Îsa ew dît, jêra got: “Tu ji nexweşiya xwe qenc bûyî”. 13 Û ewî destê xwe danî ser wê, û jinikê derbêra pişta xwe rast kir û destpêkir pesinê Xwedê bide. 14 Lê serwêrê kinîştê xweş nehat ku Îsa roja Şemiyê qenc kir, û ewî cimetêra got: “Şeş roj bona şixulkirinê hene, lema wan rojada werên xwe qenc kin, ne ku roja Şemiyê”. 15 Lê Xudan caba wî da: “Durûno! Her kes ji we roja Şemiyê ga yan kerê xwe ji afir venake û nabe ser avê? 16 Lê ev jinik, ku qîza Birahîm e, û Şeytan ew 18 sala girêdabû, gerekê roja Şemiyê ji vê qeydê aza nebûya?” 17 Gava ewî ev tişt gotin, hemû neyarên wî şerm kirin, lê temamiya cimetê gelek şa dibû bona wan kirên wîye hujmekar.
18 Paşê ewî berdewam kir got: “Padşatiya Xwedê mîna çi ye, û ez beramberî çi bikim? 19 Ew mîna toximê xerdalê ye, yê ku merivekî erdê xweda çandibû. Ew mezin bû û bû dar, û çivîkên ezmana nav çiqilên wêda hêlûnên xwe çêkirin”.
20 Û ewî dîsa got: “Ez Padşatiya Xwedê beramberî çi bikim? 21 Ew mîna hevîrtirşk e, ku kulfetekê hilda û kire nava sê çap* ar, hevîr stira, heta ku temamiya hevîr hilat”.
22 Gava Îsa diçû Orşelîmê, ew gund û bajarara derbaz dibû û meriv hîn dikirin. 23 Merivekî wîra got: “Xudan, ewên ku wê xilaz bin, hindik in?” Ewî wanra got: 24 “Hemû qewata xwe bidine xebatê, ku hûn derê tengra bikevine hindur, çimkî ez wera dibêjim, gelek kes wê xîret bikin ku bikevinê, lê wê nikaribin. 25 Gava xweyê malê rabe derî dade, hûnê derva bisekinin, derî xin û bêjin: ‘Xudan, derî li me veke’. Lê ewê wera bêje: ‘Ez nizanim hûn kî ne’. 26 Hingê hûnê bêjin: ‘Me ber te dixwar û vedixwar, û te kûçên serekeda em hîn dikirin’. 27 Lê ewê wera bêje: ‘Ez nizanim hûn kî ne. Ji min dûr kevin, hûn hemûyên ku neheqiyê dikin!’ 28 Gava hûn bivînin ku Birahîm, Îshaq, Aqûb û hemû pêxember Padşatiya Xwedêda nin, lê hûn derva nin, hûnê bigirîn* û wê çirke-çirka diranên we bin. 29 Meriv ji rohilatê û roavayê, ji bakurê û başûrê jî wê bên û Padşatiya Xwedêda ber sifrê rûnên. 30 Hine kesên paşin wê bibine yên pêşin, û hine kesên pêşin wê bibine yên paşin”.
31 Hema vê sihetê hine Fêrisî hatine bal Îsa û wîra gotin: “Rabe ji vir here, çimkî Hêrodes dixwaze te bikuje”. 32 Ewî wanra got: “Herin û wî rûviyîra bêjin: ‘Îro û sibê ez cina derdixim û nexweşa qenc dikim, û roja sisiyada şixulê min wê xilaz be’. 33 Lê gerekê ez îro, sibê û dusibe şixulê xwe berdewam kim, çimkî nabe ku pêxemberek ji Orşelîmê der, bê kuştinê. 34 Wax Orşelîm, Orşelîm, tu pêxembera dikujî û yên ku hatine şandinê cem te, didî ber kevira! Çend cara min dixwest zarên te top kira, çawa ku mirîşk cûcûkên xwe bin perê xweda top dike! Lê we nexwest. 35 Lema mala we wê wêran bimîne.* Ez wera dibêjim, hûnê min îda nevînin heta hûn bêjin: ‘Keremkirî ye ewê ku bi navê Yehowa tê!’”