KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 2 Têsalonîkî 2
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

2 Têsalonîkî Naveroka Kin

      • Merivê bêqanûn (1-12)

      • Qayîm bisekinin (13-17)

2 Têsalonîkî 2:3

Spartin

  • *

    Yan “ji rê dernexe”.

2 Têsalonîkî 2:8

Spartin

  • *

    Raste-rast “wedê ku hatina wî eşkere be”.

  • *

    Raste-rast “bi ruhê devê xwe”.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
2 Têsalonîkî 2:1-17

2 Têsalonîkî

2 De îja birano, derheqa hatina Xudanê me Îsa Mesîh û derheqa vê yekê, ku emê bêne topkirinê wekî tevî wî bin, em ji we reca dikin: 2 Hergê kesek wera bêje, wekî roja Yehowa îda hatiye, hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, hela hê jî hergê wera bêjin, ku ev xeber ji Xwedê ye, yan jî nemekêda nivîsar e, kîjan ku yançi ji me ye.

3 Nehêlin kesek we bixapîne,* çimkî ev roj wê neyê heta raberîbûn pêşda neyê û merivê bêqanûn, dêmek kurê qirbûnê eşkere nebe. 4 Ew miqabilî her tiştên ku xwedê têne hesabê, yan jî têne hebandinê, disekine, ew hela hê paristgeha Xwedêda jî rûdinê û xwe dewsa xwedê dide kifşê. 5 Gelo nayê bîra we ku gava ez bal we bûm, min ev tişt wera digotin?

6 Niha hûn zanin ku kî rê ber wî merivê bêqanûn digire, wekî ew pêşiya wedê xwe eşkere hereket neke. 7 Belê, ewê bêqanûn dizîva hereket dike, lê kirên wî wê veşartî bimînin, heta yê ku rê ber wî digire, here. 8 Û hingê yê bêqanûn wê eşkere be. Xudan Îsa wê wedê hatina xweda,* bi qewata giliyên xwe* wî bikuje û bide hildanê. 9 Şeytan alî yê bêqanûn dike, wekî kirên mezin, nîşanên derew û keremeta bike, 10 û yên ku berbi qirbûnê diçin, bi her cûre neheqiya bixapîne. Ewana qir dibin, çimkî wana rastî hez nekir û qebûl nekir ku xilaz bin. 11 Lema Xwedê dihêle, wekî ewana bin hukumê derewiyêda bêne xapandinê û vê derewiyê bawer bikin. 12 Bi vî cûreyî, hemû kesên ku baweriya xwe rastiyê neanîne û neheqî hez kirine, wê bêne dîwankirinê.

13 Lê em gerekê timê bona we, birên ji aliyê Yehowada hezkirî, şikiriyê bidine Xwedê, çimkî ewî serê sêrîda hûn bijartine, wekî xilaz bin. Û ewî hûn bi ruhê xwe pîroz kirine, bona baweriya weye hindava rastiyê. 14 Xwedê gazî we kiriye pê mizgîniya ku em bela dikin, wekî hûn bigihîjine rûmeta Xudanê me Îsa Mesîh. 15 Îja birano, qayîm bisekinin û xwe li wan tişta bigirin, kîjan ku hûn ji gotinên me yan jî ji nemên me hîn bûne. 16 Bira Xudanê me Îsa Mesîh û Bavê me Xwedê, yê ku em hez kirin, û bi kerema xweye mezin dilrihetiya heta-hetayê û gumaneke xweş daye me, 17 dilê we rihet kin û we her şixul û gotinên qencda qewî kin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin