1 Korintî
8 Niha ez dixwazim derheqa xwarina pûtara qurbankirî binivîsim: Zanebûna me hemûya derheqa vê yekê heye. Zanebûn babax dike, lê hezkirin ava dike. 2 Hergê yek difikire, ku ew tiştekî zane, ew hê vê yekê ça lazim e nizane. 3 Lê hergê kesek Xwedê hez dike, Xwedê wî kesî nas dike.
4 Niha derheqa xwarina pûtara qurbankirî: Em zanin ku pût tiştek nîne, û tenê Xwedêk heye. 5 Li ezmên be yan ser rûyê erdê be, yên ku ser wan “xwedê” tê gotinê, hene. Gelek meriv wana “xwedê” yan “xudan” hesab dikin. 6 Lê bona me tenê Xwedêk heye, ew Bav e. Her tişt ji wî tê, û em bona wî dijîn. Û bona me tenê Xudanek heye, ew jî Îsa Mesîh e. Her tişt bi wî çêbû, û bi wî em dijîn.
7 Lê her kes vê yekê fem nake. Hineka berê pût dihebandin. Lema jî gava ewana xwarineke pûtara qurbankirî dixwin, hesab dikin ku ev yek pûtva girêdayî ye. Paşê îsafa wan wana diherimîne, çimkî sist e. 8 Xwarin me nêzîkî Xwedê nake. Hergê em naxwin, em tiştekî unda nakin, û hergê em dixwin jî, em tiştekî nastînin. 9 Haj xwe hebin ku azaya bijartina we nebe kevirê likumandinê bona kesên sist.* 10 Hergê jî hûn zanin ku pût tiştek nîne, merivê bi îsafa sist dikare bivîne ku hûn paristgeha pûtda xwarinê dixwin. Ev yek dikare wî hêlan ke, wekî xwarina ku pûtara hatibû qurbankirinê, bixwe. 11 Hergê jî tu zanî wekî îzina te heye vê xwarinê bixwî, tu baweriya kesê sist hildişînî. Bîr neke, ew birê te ye, bona kîjanî Mesîh mir. 12 Hergê hûn bi vî cûreyî miqabilî birên xwe gune dikin û îsafa wane sist birîndar dikin, hûn miqabilî Mesîh gune dikin. 13 Ji bo vê yekê, hergê xwarina ku ez dixwim, dibe sebebê sistbûna baweriya* birê min, ezê îda tu cara goşt nexwim. Ez naxwazim tiştekî usa bikim, çi ku dikare baweriya birê min sist ke.