KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Tîmotêyo 5
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Tîmotêyo Naveroka Kin

      • Tevî cahila û yên emirda mezin çawa bin (1, 2)

      • Alîkarî bona jinebiya (3-16)

        • Bona mala xwe xem bikin (8)

      • Rûspiya bona cefên wan qîmet kin (17-25)

        • Seva zik neêşe, hinek şeravê vexwe (23)

1 Tîmotêyo 5:3

Spartin

  • *

    Raste-rast “qedirê wan bigire”.

1 Tîmotêyo 5:4

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 149, 173-174

1 Tîmotêyo 5:6

Spartin

  • *

    Dibeke wira tê gotinê derheqa xwestinên sêksûalî.

1 Tîmotêyo 5:8

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Hizkirina Xwedê”, rûp. 116

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 160

1 Tîmotêyo 5:9

Spartin

  • *

    Yan “mêrê xwera amin bû”.

1 Tîmotêyo 5:11

Spartin

  • *

    Dêmek xwestinên sêksûalî.

1 Tîmotêyo 5:12

Spartin

  • *

    Raste-rast “baweriya xweye pêşin înkar dikin”.

1 Tîmotêyo 5:18

Spartin

  • *

    Dêmek ciyê ku genim ji kayê tê veqetandin.

1 Tîmotêyo 5:20

Spartin

  • *

    Raste-rast “wekî kesên din bitirsin”.

1 Tîmotêyo 5:22

Spartin

  • *

    Raste-rast “kesekî leze-lez kifş neke”.

1 Tîmotêyo 5:23

Spartin

  • *

    Dêmek ciyê mehandina xwarinê.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê”,

    12/1/2015, rûp. 25-26

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Tîmotêyo 5:1-25

1 Tîmotêyo

5 Mêrên emirda mezinra sert xeber nede, lê wana çawa bavên xwe hesab ke û xorta çawa birên xwe, 2 kulfetên emirda mezin çawa dayîkên xwe hesab ke û kulfetên cahil jî bi dilê temiz çawa xûşkên xwe.

3 Bona jinebiyên ku bi rastî hewcê alîkariyê ne, xem bike.* 4 Lê hergê zar yan nebiyên jinebîkê hene, bira ewana hîn bin pêşiyê malbeta xweda bidine kifşê ku Xwedêra amin in. Û bira ewana borcdariya xwe ber dê-bavê xwe û kalik-pîrikên xwe bînin sêrî, çimkî ev yek Xwedê xweş tê. 5 Jinebiya ku bi rastî hewcê alîkariyê ye û bê komek maye, ew gumana xwe dide ser Xwedê, û şev-roj dua-dirozga dike. 6 Lê jinebiya ku tenê pey kêfa dilê xwe diçe,* rast e ew dijî, lê mirî ye. 7 Lema jî berdewam ke van temiya bide wan, wekî ewana neyêne sûcdarkirinê. 8 Belê, hergê kesek merivên xwe, îlahî neferên mala xwe nabe xweyî, ewî terka baweriyê daye û ji kesê nebawermend xirabtir e.

9 Vê jinebiyê bikine deftera alîkariyê, ya ku 60 salî kêmtir nîne û jina mêrekî bû,* 10 pê kirên xweye qenc tê naskirinê, zar mezin kirine, mêvanhezî dida kifşê, nigên pîroza dişûşt, komek dida kesên destteng û hertim xîret dikir qenciyê bike.

11 Lê jinebiyên cahil nekine deftera alîkariyê, çimkî çaxê ewana dewsa ku Mesîhra xizmet kin, dikevine pey xwestinên xweye bedenî,* dixwazin mêr kin. 12 Û ewana wê dîwanê ser xweda bînin, çimkî sozê xweyî pêşin xwey nekirin.* 13 Xêncî wê yekê, ewana xwera dikine xeyset wedê xwe boş-betal derbaz kin û mal bi mal bigerin. Ewana ne tenê wedê xwe boş-betal derbaz dikin, lê geveztiyê jî dikin, dikevine nava şixulên xelqê, û derheqa tiştên ku ne îşê wan e, xeber didin. 14 Lema jî ez dixwazim ku jinebiyên cahil mêr kin, zara bînin, şixulên malêva mijûl bin û mecalê nedine neyara ku lome li me bikin. 15 Hinek îda ji riya rast derketine û pey Şeytan çûne. 16 Hergê nava merivên kulfeteke bawermendda jinebî hene, bira ew komekê bide wan, ku barê civatê giran nebe. Hingê îda civat dikare komekê bide jinebiyên ku bi rastî hewcê alîkariyê ne.

17 Rûspiyên ku rind rêberiya civatê dikin, îlahî ewên ku xeberdan û hînkirinêda xîret in, ducar zêde hêjayî qedir in. 18 Çimkî Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Devê gayê ku bêderêda* dixebite, girênede”, û “Xebatkar hêjayî heqê xwe ye”. 19 Guh nede sûcdarkirina hindava rûspîkî, heta ku du yan sê şede tune bin. 20 Kesên ku gune dikin, ber çevê hemûya şaşiya wan bide rûyê wan, wekî bona yên din bibe ders.* 21 Ez ber Xwedê, ber Mesîh Îsa û ber melekên bijartî temiyê didime te, wekî tu van rêberiya bînî sêrî, usa ku nedî xatira û firqiyê nekî orta meriva.

22 Tu car lez nekeve ku destê xwe daynî ser kesekî,* ne jî tevî gunên yên mayîn be. Xwe temiz xwey ke.

23 Ji vir şûnda tenê avê venexwe, lê hinekî şeravê jî vexwe, seva zikê* te neêşe, çimkî tu timê nexweş dikevî.

24 Gunên hine meriva eşkere ne, û derbêra berbi sûcdarkirinê dibin. Lê gunên hineka paşê eşkere dibin. 25 Bi vî cûreyî, kirên qenc eşkere ne, û yên ku eşkere nînin jî, wê veşartî nemînin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin