Li Gora Lûqa
16 Paşê Îsa şagirtên xwera got: “Merivekî dewletî hebû. Û wîra gotin, ku xulamê mala wî* hebûka wî xerc dike. 2 Ev merivê dewletî gazî wî kir û gotê: ‘Ev çi gilî ne ez derheqa te dibihêm? Hesabê şixulê xwe bide, çimkî tu îda nikarî rêberiya malê bikî’. 3 Hingê ewî xulamî dilê xweda got: ‘Ez çi bikim? Axayê min şixulê rêberiya malê ji min distîne. Qewata min nagihîje erdkolanê, û ez şerm dikim parsê jî bikim. 4 Aha! Ez zanim ezê çi bikim, wekî meriv min qebûlî malên xwe bikin gava ez bême derxistinê’. 5 Û ewî yek-yek gazî deyndarên axayê xwe kir, û yê pêşinra got: ‘Tu çiqas deyndarê axayê min î?’ 6 Ewî got: ‘Sed bat* bizirê zeytûnê’. Ewî jî jêra got: ‘Han nivîsara peymana xwe hilde, rûnê û zû binivîse 50’. 7 Paşê ewî yê dinra got: ‘Lê tu çiqas deyndar î?’ Ewî got: ‘Sed qor* genim’. Ewî jî jêra got: ‘Han nivîsara peymana xwe hilde û binivîse 80’. 8 Û axa payê xulamê xweyî neamin da, wekî ewî bi aqilayî kir. Çimkî merivên vê dinyayê,* çaxê tevî nisilê xwe şixul dikin, ji xizmetkarên Xwedê* serwaxttir in.
9 Ez wera dibêjim: Bi saya hebûka vê dinya neheq xwera hevala qazanc kin, çimkî gava ew hebûk nemîne, ew heval wê we li ciyên heta-hetayê qebûl kin. 10 Yê ku tiştên biçûkda amin e, tiştên mezinda jî amin e, û yê ku tiştên biçûkda neamin e, tiştên mezinda jî neamin e. 11 Lema jî, hergê hûn hindava hebûka vê dinya neheq neamin in, kî wê rastiyê bispêre we? 12 Û hergê hûn hindava tiştên kesên din neamin in, kî wê tiştê ku bona we hatiye hazirkirinê bide we? 13 Tu xulam nikare du axara xulamtiyê bike. Çimkî ew wê yekî nefret ke û yê din hez bike, yan jî yekîra amin be û qedirê yê din negire. Hûn nikarin him xulamên Xwedê bin, him jî xulamên hebûkê bin”.
14 Fêrisiyên perehez ku ev yek dibihîstin, destpêkirin qerfê xwe wî bikin. 15 Hingê ewî wanra got: “Hûn xwe ber xelqê usa didine kifşê ku hûn merivne rast in, lê Xwedê dilê we zane. Tiştê ku nav merivada qîmet e, ber çevê Xwedê heram e.
16 Qanûn û Nivîsarên Pêxembera pêşiya Yûhenna hebûn. Ji wir şûnda mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê tê belakirinê, û her cûre meriv xîret dike ku bikevê. 17 Bi rastî diha hêsa ye ku erd û ezman betavebin, ne ku xezeke herfê ji Qanûnê neyê sêrî.
18 Her kesê ku jina xwe berde û yeke din bistîne, qaviyê dike. Û her kesê ku jina berdayî bistîne, qaviyê dike.
19 Merivekî dewletî hebû, yê ku kincên biha* li xwe dikir, û her roj bi kêf û şayî dewletiyêda dijît. 20 Û merivekî parsekçî, navê kîjanî Lazar bû, dianîne ber dergehê wî. Bedena wî tijî pizik bû,* 21 û ewî dixwest bi tiştên ku ji sifra merivê dewletî diketine erdê, xwe têr kira. Û hela hê kûçik jî dihatin û pizikên wî dalastin. 22 Wede şûnda, ev merivê parsekçî mir û meleka ew birine cem Birahîm.
Ev merivê dewletî jî mir û hate çelkirinê. 23 Gava ew Gorêda* diçerçirî, çevê xwe hilbirî, dûrva Birahîm û kêleka wî* Lazar dît. 24 Hingê ewî kire gazî û got: ‘Ya bavo Birahîm, gunê xwe min bîne,* Lazar bişîne, wekî ew tiliya xwe avêda şil ke û zimanê min hênik ke, çimkî ez nav vî agirê gurda diçerçirim’. 25 Lê Birahîm got: ‘Lawo, bîne bîra xwe ku te emirê xweda, ji gelek tiştên baş lezet dîtiye, lê Lazar nava zelûliyêda bûye. Niha jî ew vira berdiliyê distîne, lê tu diçerçirî. 26 Xêncî wê yekê, orta me û weda gelîkî mezin e. Yên ku dixwazin ji vir derbazî cem we bin, nikarin, û yên ku dixwazin ji wêderê derbazî cem me bin, nikarin’. 27 Hingê yê dewletî got: ‘Bavo, hergê usa ye, ez ji te reca dikim, wî bişîne mala bavê min. 28 Pênc birên min hene, bira ew wanra pêşda bêje, wekî ewana jî nekevine vî ciyê çerçirandinê’. 29 Lê Birahîm got: ‘Mûsa û Pêxemberên wan hene, bira guh bidine wan’. 30 Hingê ewî got: ‘Na, bavo Birahîm, ewê hingê tobe kin hergê yek ji nava miriya here bal wan’. 31 Lê Birahîm gote wî: ‘Hergê ewana gura Mûsa û Pêxembera nakin, yek ji nava miriya rabe jî, ewê bawer nekin’”.