Fîlîmonra
1 Ez Pawlos, yê ku bona baweriya hindava Mesîh Îsada girtî me, û birê me Tîmotêyo, vê nemê hevalkarê meyî delal Fîlîmonra, 2 xûşka me Afiyayêra, û Arxîpoyê hevaleskerê mera, û civatêra ku mala teda top dibe, dinivîsin:
3 Bira kerema mezin û edilaya Bavê me Xwedê û Xudan Mesîh ser we be!
4 Gava ez te duayên xweda tînim bîra xwe, ez her gav şikiriyê didime Xwedayê xwe. 5 Çimkî min bihîstiye ku baweriya te hindava Xudan Îsa çiqas qewî ye û tu çiqas wî û hemû pîroza hez dikî. 6 Ez dua dikim wekî baweriya te, ya ku bal me jî heye, wê alî te bike ku tu fem kî, wekî her tiştê qenc çi ku bal me heye, me bi saya Mesîh standiye. 7 Birê min, gava min derheqa hezkirina te bihîst, ez gelek şa bûm û dilê min rihet bû, çimkî dilê pîroza bi saya te hatiye qewîkirinê.
8 Lema ez çawa şandiyê Mesîh dikarim aza temiyê bidime te, wekî vê yekê bikî, çi ku cayîz e, 9 lê ez dixwazim bona hezkirina te tiştekî hîvî ji te bikim, çimkî ez, Pawlos, îda kal bûme û bona baweriya hindava Mesîh Îsa niha jî girtî me. 10 Hîvîkirina min, kurê min Onîsîmova girêdayî ye. Gava ez girtî bûm,* ez wîra bûme bav. 11 Berê ew kêrî te nedihat, lê niha ew him kêrî te tê, him jî kêrî min. 12 Ez wî, dêmek kîjanî ez gelek hez dikim,* paşda dişînim bal te.
13 Min dixwest ku ew cem min bimîne, wekî dewsa te minra berdestiyê bike heta ku ez bona mizgîniyê girtî bim. 14 Lê ez naxwazim tu tiştî bê îzina te bikim, wekî qenciya te ne bi mecbûrî be, lê bi rezedilî. 15 Dibeke Onîsîmo bona vê yekê ser wextekê ji te çû, wekî vegere û hertim cem te be, 16 ne ku çawa xulam, lê ji xulamekî zêdetir, çawa birê teyî delal. Ez wî gelekî hez dikim, û tê jî wî gelekî hez bikî, him çawa xulamê xwe, him jî çawa birakî delal xizmetiya Xudanda. 17 Awa hergê tu min çawa hevalê xwe hesab dikî, wî bi dilgermî qebûl ke, çawa teyê ez qebûl kirama. 18 Hergê ewî tiştekîda neheqî li te kiribe, yan jî ew tiştekîda deyndarê te ye, ser min hesab ke. 19 Ez Pawlos, vê yekê bi destê xwe dinivîsim: Onîsîmo çiqas jî deyndarê te ye, ezê li te vegerînim. Naxwazim bêjim, lê tu xwexa jî deyndarê min î. 20 Belê, birê min ji kerema xwe vê yekêda alî min bike, çimkî em tevî Xudan yektiyêda nin. Bona xatirê Mesîh dilê min rihet ke.
21 Ez tera dinivîsim, çimkî bawer im, wekî tuyê hîvîkirina min bînî sêrî. Û ez zanim ku tuyê ji gotina min zêdetir jî bikî. 22 Xêncî vê yekê, minra cîkî hazir ke ku ez bimînim, çimkî gumana min heye, wekî ezê bi saya duayên we vegerim cem we.*
23 Êpafras, yê ku mîna min bona baweriya xweye hindava Mesîh Îsa girtî ye, te silav dike. 24 Usa jî hevalkarên min Markos, Erîstarxo, Dîmas û Lûqa jî te silav dikin.
25 Bira kerema mezin ya Xudan Îsa Mesîh ser we be bona vî ruhî, kîjanî hûn didine kifşê!