Tîtora
2 Lê tu berdewam ke li gora hînkirina rast* xeber de. 2 Bira mêrên emirda mezin her tiştîda xwegirtî, maqûl, aqilda giran, baweriyêda qewî, bi sebir û bi hezkirinê bin. 3 Bi wî cûreyî, bira rabûn-rûniştina jinên emirda mezin jî layîq be, buxdanbêj nîbin û pey şeravê nekevin,* lê bira tiştên qenc hîn kin, 4 wekî jinên cahil şîret kin, ku ewana mêrên xwe û zarên xwe hez bikin, 5 aqilda giran bin, nav-namûs bin, şixulên malê bikin, heyf bin û gura mêrê xweda bin, wekî xebera Xwedê neyê bêhurmetkirinê.
6 Usa jî xorta şîret ke, wekî aqilda giran bin, 7 û tu bi kirên xweye qenc her tiştîda bibe meseleke baş. Bi helaliyê û maqûliyê hîn ke.* 8 Bira xeberdana te kêrhatî be,* wekî lome lê neyê kirinê. Hingê kesên ku miqabilî me radibin wê şermî bin, çimkî wê nikaribin tiştekî xirab ser me bêjin. 9 Bira xulam her tiştîda gura axayên xweda bin, xîret kin ku wana xweş bên, miqabilî gotinên wan ranebin 10 û tu tiştî ji wan nedizin, lê wanra bidine kifşê ku ewana bi rastî kesên bi îtbar in. Bi vî cûreyî, ewana wê hînkirinên Xilazkarê me Xwedê her aliyava bixemilînin.
11 Çimkî kerema Xwedêye mezin bona xilazbûna hemû meriva xuya bû. 12 Ev kerema wîye mezin me hîn dike, ku em xirabiyê û xwestinên vê dinyayê înkar kin, vê dinyayêda aqilda giran bin, merivne rast bin û xizmetiya Xwedêda amin bimînin. 13 Û em hîviya vê yekê ne, ku gumana meye pir baş bê sêrî, û Xwedayê meyî mezin û Xilazkarê me Îsa Mesîh rûmetêda xuya bin. 14 Mesîh emirê xwe bona me da, wekî me ji her cûre neheqiyê xilaz ke û bona xwe cimetekê paqij ke, ku bibe ya wî. Ev cimeta wîye mexsûs e, kîjan ku bi dil û can qenciyê dike.
15 Her gav van tişta hîn ke, şîret ke û temiya bide, û vê yekê li gora hukumê ku tera hatiye dayînê, bike. Bira tu kes xwe ser tera negire.