Li gora Yûhenna
11 Merivekî bi navê Lazar nexweş ketibû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê Meryem û xûşka wê Mertayê bû. 2 Eva ew Meryem bû, ya ku rûnê bînxweş ser nigên Xudanda rêtibû û bi porê xwe nigên wî ziha kiribû. Ev Lazarê ku nexweş bû, birê wê bû. 3 Xûşkên wî kesek şandin cem Îsa, ku wîra bêjin: “Xudan, ewê ku tu hez dikî nexweş e”. 4 Lê gava Îsa ev yek bihîst, got: “Ev nexweşî bona mirinê nîne, lê bona vê yekê ye, ku Xwedê û Kurê Xwedê bêne rûmetkirinê”.
5 Îsa Mertayê, xûşka wê û Lazar hez dikir. 6 Lê gava ewî bihîst ku Lazar nexweş e, dîsa jî du roja li ciyê ku ew wêderê bû, ma. 7 Paşê ewî şagirtara got: “Werên, em dîsa herin Cihûstanê”. 8 Şagirta wîra gotin: “Dersdar, çendek pêşda Cihûya dixwestin tu bidana ber kevira, û niha tu dixwazî dîsa herî wêderê?” 9 Îsa cab da: “Ne ronaya rojê 12 sihet e? Hergê kesek roj digere, ew nalikume, çimkî ew ronaya vê dinyayê divîne. 10 Lê hergê kesek şev digere, ew dilikume, çimkî ronayî wîda tune”.
11 Paşî van giliya, ewî got: “Dostê me Lazar xewra çûye, lê ez diçim wêderê, ku wî hişyar kim”. 12 Hingê şagirta jêra gotin: “Xudan, hergê ew xewra çûye, ewê qenc be”. 13 Îsa derheqa mirina wî digot, lê wana tirê ku ew derheqa razanê dibêje. 14 Hingê Îsa zelal wanra got: “Lazar miriye, 15 û ez şa me ku wêderê nîbûm, çimkî çi ku ezê bikim wê baweriya we qewî ke. Lê niha werên em herin bal wî”. 16 Hingê Tûma, yê ku jêra “Cêwî” digotin, şagirtên dinra got: “Werên em jî herin, ku tevî wî bimirin”.
17 Gava Îsa gihîşte wêderê, ew pêhesiya ku Lazar îda çar roj e tirbêda ye. 18 Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû, weke 3 kîlomêtra* jê dûr bû. 19 Gelek Cihû hatibûn ku ber dilê Merta û Meryemêda bên, bona mirina birê wan. 20 Û gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, çû pêşiya wî, lê Meryem malda ma. 21 Hingê Mertayê gote Îsa: “Xudan, hergê tu li vir bûyayî, birê minê nemira. 22 Lê niha jî ez zanim, tu ji Xwedê çi bixwazî, Xwedê wê bide te”. 23 Îsa wêra got: “Birê te wê ji mirinê rabe”. 24 Mertayê wîra got: “Ez zanim ku roja xilaziyê, wedê rabûna miriya ewê ji mirinê rabe”. 25 Îsa wêra got: “Rabûn û jîyîn ez im. Yê ku min bawer dike, hergê bimire jî, wê vegere jîyînê. 26 Û her kesê ku dijî û min bawer dike, ewê qe nemire. Tu vê yekê bawer dikî?” 27 Ewê got: “Erê Xudan, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê, yê ku gerekê bihata dinyayê”. 28 Paşî wan giliya, ew çû gazî xûşka xwe Meryemê kir û dizîva jêra got: “Dersdar li vir e û ew gazî te dike”. 29 Gava ewê ev yek bihîst, zû rabû û çû bal wî.
30 Îsa hê neketibû gund, lê li wî ciyî mabû, kîderê Merta rastî wî hatibû. 31 Cihûyên ku malda tevî Meryemê bûn û ber dilê wêda dihatin, gava dîtin ku ew zû rabû û derkete derva, pey wê çûn, çimkî wana tirê ewê here ber tirbê bigirî. 32 Gava Meryem gihîşte ciyê ku Îsa wêderê bû û ew dît, xwe avîte nigên wî û got: “Xudan, hergê tu li vir bûyayî, birê minê nemira”. 33 Gava Îsa dît ku ew û Cihûyên ku tevî wê hatibûn, digirîn, kesera kûr hatê û dilê wî êşiya. 34 Ewî pirsî: “We ew daniye ku?” Wana caba wî da: “Xudan, were bivîne”. 35 Hingê ji çevên Îsa hêsir hatin. 36 Û Cihûya gotin: “Binihêrin, ewî çiqas lê hez dikir!” 37 Lê ji wan hineka gotin: “Evî ku çevên yê kor vekirin, nikaribû usa bikira, ku ev meriv nemira?”
38 Dîsa kesera kûr hate Îsa, û ew çû ber tirbê. Ev tirb şkeftek bû û kevirek ber devê wê bû. 39 Îsa got: “Vî kevirî wêda kin”. Lê Mertayê, xûşka yê mirî, wîra got: “Xudan, îda çar roj e ku ew miriye, niha îda bîn ketiyê”. 40 Îsa jêra got: “Min tera negot, hergê tu bawer bikî, tuyê rûmeta Xwedê bivînî?” 41 Wana kevir wêda kir. Hingê Îsa çevên xwe berbi ezmên bilind kir û got: “Bavo, zef razî me ku te duayê min bihîst. 42 Ez zanim ku tu hertim min dibihêyî, lê min ev yek bona xatirê vê cimeta vira sekinî got, wekî ewana bawer kin, ku te ez şandime”. 43 Paşî van giliya, ewî bi dengekî bilind got: “Lazar, derkeve!” 44 Û ev merivê ku mirî bû, derket, dest-piyên wî bi kitan pêçayî bûn, serçevê wî jî bi perçekî pêçayî bû. Îsa wanra got: “Wî vekin, ku ew rê here”.
45 Wê demê gelek Cihûyên ku hatibûn bal Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, baweriya xwe wî anîn. 46 Lê ji wan hinek çûne bal Fêrisiya û tiştên ku Îsa kiribû, wanra gotin. 47 Hingê serokên kahîna û Fêrisiya, Dîwana Bilind* ya Cihûya topî ser hev kirin û gotin: “Em çi bikin? Ev meriv gelek keremeta dike. 48 Hergê em usa bihêlin, hemû meriv wê baweriya xwe wî bînin. Û Romayî jî wê bên û him ciyê me,* him jî miletê me ji me bistînin”. 49 Lê yek ji wan bi navê Qeyafa, yê ku wê salê kahînê mezin bû, wanra got: “Hûn qe tiştekî fem nakin. 50 Qe nagihîje hişê we ku bona we hê baş e, wekî merivek bona cimetê bimire, ne ku temamiya milet qir be?” 51 Ewî ev ji ber xwe negot. Lê çimkî ew wê salê kahînê mezin bû, ewî pêxembertî kir ku Îsa gerekê bona cimetê bimire, 52 û ne tenê bona cimetê, lê usa jî ku zarên Xwedê yên belabûyî, tevayî top ke û bike yek. 53 Ji vê rojê, wana şêwira kuştina Îsa dikir.
54 Lema jî Îsa îda eşkere nava Cihûyada nedigeriya, lê ew ji wêderê derket û çû bajarekî bi navê Efrayîm, ya ku li herêma nêzîkî beriyê bû, û ew tevî şagirtên xwe wêderê ma. 55 Hingê Cejina Derbazbûnê ya Cihûya îda nêzîk dibû, û ji gunda gelek meriv hevraz çûne Orşelîmê, wekî pêşiya cejinê xwe li gora edet paqij kin. 56 Wana Îsa digeriya, û gava paristgehêda sekinî bûn, hevra digotin: “Hûn çi difikirin? Gelo ewê qe neyê cejinê?” 57 Lê serokên kahîna û Fêrisiya ferman dabûn, wekî hergê kesek bizanibe ku Îsa kîderê ye, gerekê elamî wan ke, wekî ewana bikaribin wî bigirin.