KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Korintî 14
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Korintî Naveroka Kin

      • Pêşkêşa ji Xwedê ku pêxembertiyê bikin û ser zimanên din xeber din (1-25)

      • Civat çawa gerekê bêne derbazkirinê (26-40)

        • Civatêda rola jina (34, 35)

1 Korintî 14:8

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê”,

    12/1/2015, rûp. 21

1 Korintî 14:9

Spartin

  • *

    Yan “wê ber ba here”.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê”,

    12/1/2015, rûp. 21

1 Korintî 14:38

Spartin

  • *

    Yan dibeke “hergê kesek fem nake, wê usa jî bimîne”.

1 Korintî 14:40

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Hizkirina Xwedê”, rûp. 49

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
  • 29
  • 30
  • 31
  • 32
  • 33
  • 34
  • 35
  • 36
  • 37
  • 38
  • 39
  • 40
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Korintî 14:1-40

1 Korintî

14 Pêşiya her tiştî berdewam kin ser riya hezkirinê bimeşin, û çi ji destê we tê bikin, wekî pêşkêşên Xwedê bistînin, îlahî pêşkêşa ku pêxembertiyê bikin. 2 Ewê ku ev pêşkêş standiye wekî bi zimanekî din xeber de, ew ne ku merivara xeber dide, lê Xwedêra. Ew bi qewata ruh surên pîroz eşkere dike, lema tu kes wî fem nake. 3 Lê ewê ku pêxembertiyê dike, ew bi giliyên xwe dilê merivên din qewî dike, dil dide ber wan û ber dilê wanda tê. 4 Ewê ku bi zimanekî din xeber dide, ew dilê xwe qewî dike. Lê yê ku pêxembertiyê dike, ew civatê qewî dike. 5 Minê bixwesta wekî hûn ser zimanên xerîb xeber din, lê ez hê zêde dixwazim, wekî hûn pêxembertiyê bikin. Hergê kesek ser zimanên din xeber dide û giliyên xwe tercime nake ku civatê qewî ke, ewê ku pêxembertiyê dike ji wî mezintir e. 6 Awa birano, hergê ez bême cem we û bi zimanên xerîb xeber dim, ezê çi karê bidime we? Hergê ez eyantiyê, yan zanebûnê, yan pêxembertiyê, yan hînkirinê wera neynim, ezê tu karê nedim.

7 Mesele tiştên nebînber jî, yên ku deng derdixin, ça bilûr yan çeng, gava dengê wan zelal nîbe, meriv wê çawa bizanibin çi miqam tê lêxistinê? 8 Hergê dengê boriyê zelal nîbe, kî wê bona şer hazir be? 9 Hema bi vî cûreyî, hergê hûn xeberên usa didine xebatê, ku çetin e fem kin, gelo kî wê we fem ke, ku hûn çi dibêjin? Xeberdana we wê badîhewa be.* 10 Dinyayêda gelek cûre ziman hene, û gişk jî dikarin bêne femkirinê. 11 Hergê ez xeberdana merivê ku ser zimanê xerîb xeber dide, fem nakim, ez bona wî xerîb im, û ew jî bona min xerîb e. 12 Bona we jî hema usa ye: Hûn ku dixwazin pêşkêşên ji Xwedê bistînin, xîret kin wekî ew pêşkêşên ku dikarin civatê qewî kin, bistînin.

13 Lema jî, yê ku ser zimanekî din xeber dide, bira dua bike ku ew bikaribe gotinên xwe tercime ke. 14 Gava ez ser zimanekî din dua dikim, ez pê pêşkêşa ku min ji Xwedê standiye dua dikim, lê hişê minda tu tişt rûnanê. 15 Îja ez çi bikim? Ezê bi pêşkêşa ruhanî dua bikim, lê ezê usa jî dua bikim, wekî fem kim çi dibêjim. Ezê bi pêşkêşa ruhanî bi kilama pesinê Xwedê bidim, lê ezê kilama pesindayînê jî bi giliyên ku ez fem dikim, bistirêm. 16 Hergê tu bi pêşkêşa ruhanî pesinê Xwedê didî, lê meriv giliyên te fem nake, îja ewê çawa bona duayê teyî şikirdayînê bêje “Amîn”? 17 Erê, tu bi cûrê baş şikiriyê didî Xwedê, lê merivê din ji wê karê nastîne. 18 Şikir Xwedêra ku min ev pêşkêş standiye, wekî ez ji we hemûya zêdetir ser zimanên din xeber dim. 19 Lê diha baş e civatêda ez bi pênc xeberên femdarî xeber dim, seva ku yên din hîn kim, ne ku bi 10 000 xeberên nefemdarî.

20 Birano, hiş-aqilê xweda nebin mîna zara, lê bona tiştên xirab bibine mîna zarên biçûk. Hiş-aqilê xweda bi temamî gihîştî bin. 21 Qanûnêda hatiye nivîsarê: “Yehowa dibêje: ‘Ezê bi ziman û giliyên xerîba vê cimetêra xeber dim, lê dîsa jî ewê guh nedine min’”. 22 Ev pêşkêşa ku kesek dikare bi zimanên din xeber de, ne ku bona bawermenda nîşan e, lê bona nebawermenda. Lê pêxembertî ne ku bona nebawermenda ye, lê bona bawermenda. 23 Hergê temamiya civatê li hev top be û her kes ser zimanekî din xeber de, û kesên nexwendî yan nebawermend bikevine hindur, ewana wê bêjin ku we hişê xwe unda kiriye. 24 Lê hergê hûn hemû jî pêxembertiyê bikin, û kesekî nebawermend yan nexwendî bikeve hindur, giliyên we wê nîşan kin ku ew çida nerast e û ewê dilê xwe kûr enene ke. 25 Hingê surên dilê wî wê eşkere bin, û ewê bikeve ser çoka, Xwedê bihebîne û bêje: “Bi rastî jî, Xwedê nav weda ye”.

26 Îja birano, hûn çi gerekê bikin? Gava hûn li hev top dibin, yek zebûrê distirê, yek hîn dike, yek eyantiya ku jêra hatiye dayînê gilî dike, yek ser zimanekî din xeber dide, û yekî din jî tercime dike. Van hemû tişta usa bikin, wekî hûn hevdu qewî kin. 27 Hergê yên ser zimanê xerîb xeber didin hene, bira dudu yan lape zef sê kes xeber din. Bira ewana yek pey yekîra xeber din, û kesekî din jî giliyên wan tercime bike. 28 Hergê bona kesekî terciman tune be, bira ew civatêda dengê xwe neke û dilê xweda Xwedêra xeber de. 29 Bira dudu yan sê pêxember xeber din, lê bira kesên din xîret kin wekî nêta vê fem kin. 30 Hergê wedê civînê kesek aliyê Xwedêda eyantiyê bistîne, bira yê ku xeber dide xwe ker ke. 31 Hûn dikarin yek pey yekêra pêxembertiyê bikin, wekî her kes tiştekî hîn be û dilê wî qewî be. 32 Gava pêxember vê pêşkêşa Xwedê bidine xebatê, bira haj xwe hebin, ku ewana çawa vê yekê dikin. 33 Çimkî Xwedê ne ku Xwedayê bêterbetiyê ye, lê Xwedayê edilayê ye.

Çawa ku hemû civatên pîrozada, 34 jin gerekê civatada dengê xwe nekin. Îzina wan tune xeber din. Çawa ku Qanûnêda jî tê gotinê, ewana gerekê guhdar bin. 35 Hergê jin dixwazin tiştekî hîn bin, bira ewana malda ji mêrên xwe bipirsin, çimkî şerm e ku jin ber civatê xeber de.

36 Gelo xebera Xwedê ji we derket? Yan jî tenê we ew standiye?

37 Hergê kesek difikire ku ew pêxember e, yan pêşkêşek ji Xwedê standiye, ew gerekê fem bike, wekî çi jî ez wera dinivîsim temiya Xudan e. 38 Hergê kesek vê yekê înkar dike, ewê bê înkarkirinê.* 39 Lema jî birên min, xîret kin ku hûn pêxembertiyê bikin, û riya kesên din negirin, wekî ewana ser zimanên din xeber din. 40 Lê bira her tişt bi cûrê rast, û terbetî be.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin