Romayara
1 Ez, Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, yê ku ça şandî hatime gazîkirin û bijartinê, wekî mizgîniya Xwedê bela kim, vê nemê dinivîsim. 2 Xwedê ev mizgînî hê berêda bi pêxemberên xwe Nivîsarên Pîrozda soz dabû. 3 Ev mizgînî derheqa Kurê wî ye, yê ku ji zureta Dawid bû. 4 Eşkere ye ku ew Kurê Xwedê ye, çimkî Xwedê bi saya qewata ruhê xweyî pîroz ew ji mirinê rakir. Belê, ew Xudanê me Îsa Mesîh e. 5 Me pê wî ji Xwedê qenciya mezin stand. Îsa ez ça şandî bijartime, wekî alî merivên ji hemû mileta bikim, seva ku ewana bawer bikin, guhdar bin û rûmetê bidine navê wî. 6 Hûn jî nav van miletada nin, yên ku hatine gazîkirinê ku pey Îsa Mesîh herin. 7 Ez wan hemûyara dinivîsim, yên ku Romêda nin, hezkiriyên Xwedêra, kîjana ewî bijartiye ku bibine yên pîroz:
Bira qenciya mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, ji we kêm nebe.
8 Pêşiya her tiştî ez bi navê Îsa Mesîh bona we hemûya Xwedayê xwera şikiriyê didim, çimkî nav temamiya dinyayêda derheqa baweriya we xeber didin. 9 Xwedê, kîjanîra ez bi temamiya dilê xwe xizmet dikim û mizgîniya derheqa Kurê wî bela dikim, şede ye ku ez hertim duayên xweda besa we dikim. 10 Ez dua dikim ku hergê bê standinê û hergê Xwedê bixwaze, ezê rojekê bême cem we. 11 Ez hizreta wê rojê me, ku we bivînim û pêşkêşeke ruhanî bidime we, wekî hûn baweriyêda qewî bin; 12 awa gotî em hevdu qewî kin, ez bi baweriya we qewî bim, hûn jî bi baweriya min.
13 Birano, ez dixwazim hûn bizanibin, wekî min gelek car xwestiye bême cem we, lê heta niha riya min tê girtinê. Min dixwest ku xizmetiya min nav weda jî berên baş bîne, çawa nav miletên dinda. 14 Ez him borcdarê* Yûnana, him miletên din, him bîlana him jî yê nezana me. 15 Lema ez bi dil û can dixwazim Romêda wera jî mizgîniyê bela kim. 16 Ez mizgîniyê şerm hesab nakim, çimkî ev bi rastî qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hemû bawermenda, pêşiyê bona Cihûya, paşê bona Yûnana. 17 Rastiya Xwedê eşkere dibe wanra, yên ku bawer dikin, û ev yek baweriya wan qewî dike, çawa ku Nivîsarên Pîrozda hatiye nivîsarê: “Yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî”.
18 Xezeba Xwedê ji ezmên ser hemû merivên zulm û neheq xuya dibe, yên ku bi neheqiyên xwe nahêlin ku rastî eyan be. 19 Çi ku gerekê bona Xwedê bizanibin wanra zelal eyan e, çimkî Xwedê ev tişt wanra zelal kirine. 20 Hergê ewana hûr bi hûr dîna xwe bidinê ku dinya çawa hatiye çêkirinê, wê xeyset-hunurên wîye ku nayêne dîtinê, bivînin. Hergê ewana ser tiştên ku ewî çêkirine kûr bifikirin, wê têderxin wekî Xwedê yekî ça ne. Ev tişt qewata wîye bêsînor nîşan dikin û îzbat dikin, wekî ew Xwedê ye. Kesên ku çevên xwe ser van îzbatiya digirin, nikarin heq derên. 21 Çimkî rast e wana Xwedê nas dikir, lê yeke rûmet nedane wî çawa Xwedê, ne jî razîbûn dane kifşê. Wana xwe dane fikirên pûç, û dilê wanî bêfem, bû terî. 22 Ewana xwe bîlan hesab dikin, lê bi rastî bêfem in. 23 Dewsa ku rûmetê bidine Xwedayê ku her û her dijî, ewana rûmetê didine pûta, yên ku mîna meriva ne ku dimirin, û usa jî yên ku mîna çivîka, heywanên çarnig û şûlikiya ne.
24 Lema jî Xwedê hîşt, wekî ewana pey xwestinên heram kevin yên ku dilê wanda nin, û usa bedena xwe biherimînin. 25 Wana dewsa rastiya Xwedê, derewî hez kir. Ewana efrîna dihebînin, ne ku Efirandar, yê ku heta-hetayê hêjayî pesina ye. Amîn. 26 Lema jî Xwedê ew dane xwestinên eyb û şerm, çimkî jina terka heleqetiya xweye tebiyetî dane û ne ku mêrara, lê jinara serê xwe datînin. 27 Hema wî cûreyî, mêra jî terka heleqetiya xweye tebiyetî dane û serê xwe ne ku jinara datînin, lê mêr tevî mêra tiştên heram dikin û pê temên xweye xirab ser hev dişewitin. Ewana wê seva gunê xwe bi temamî cezayê bistînin.
28 Çimkî wana hesab nekir ku hêja ye Xwedê nas kin,* lema Xwedê hîşt ku ewana berdewam kin ser tiştên pûç bifikirin û tiştên necayîz bikin. 29 Ewana bi van tişta tije ne: Neheqî, zulmî, timayî, xirabî, hevsûdî, kuştin, şer, derewî û mixenetî. Ewana geveze ne, 30 buxdanbêj in, Xwedê nefret dikin, bêşerm in, kubar-babax in, qure ne û xirabiyê tivdîr dikin.* Ewana gura dê-bavada nînin, 31 serhişk in, xweyê sozê xwe nînin, hezkirina wan tune û bêrem in. 32 Ewana rind zanin wekî merivên ku tiştên usa dikin, li gora qanûna Xwedê hêjayî mirinê ne. Dîsa jî ewana ne tenê berdewam dikin wan tişta bikin, lê usa jî qebûl dikin merivên ku tiştên usa dikin.