Efesiyara
6 Zarno, gura dê-bavê xweda bin, çimkî ev yek li gora qirara Xudan e û rast e. 2 “Qedirê dê û bavê xwe bigire”, eva temiya pêşin e tevî vî sozî: 3 “Wekî halê te baş be û ser rûyê erdê emirê te dirêj be”. 4 Û hûn bavno, zarên xwe hêrs neêxin, lê li gora şîretkirin û rêberiya Yehowa wana hîn kin.
5 Xulamno, çawa ku hûn bi qedir û temamiya dilê xwe gura Mesîhda nin, gura axayên xweda bin jî. 6 Bira hûn ne ji bo vê yekê guhdar bin ku meriv we bivînin û hûn dilê wan xweş bên, lê bira hûn mîna xulamên Mesîh guhdar bin û bi temamiya dilê xwe qirara Xwedê bînin sêrî. 7 Bi dil û can xizmet kin, çawa bona Yehowa, ne ku bona meriva. 8 Çawa ku hûn zanin, firqî tune ku kesek xulam be yan jî aza be, her qenciya ku wî kiribe, Yehowa wê li wî vegerîne. 9 Û hûn jî axano, hindava xulamên xweda usa bin û tirsa xwe nekine ser wan, çimkî hûn zanin ku Axayê wan û yê we li ezmên e, û ew firqiyê nake nava meriva.
10 Heyneser, bira Xudan we bi qewata xweye mezin qewî ke. 11 Hemû çekên Xwedê li xwe kin, wekî hûn nekevine telikên Mîrê-cina. 12 Çimkî em ne ku miqabilî meriva* şer dikin, lê miqabilî serwêrtî, hukumetî, serwêrên vê dinya terî, dêmek miqabilî ruhên xirabe li ezmana. 13 Bona vê yekê, hemû çekên Xwedê li xwe kin, wekî hûn bikaribin li roja ku dijmin hicûmî ser we bike,* miqabilî wî bisekinin. Û gava hûn van hemû tişta bikin, hûnê bikaribin qewî bisekinin.
14 De îja qewî bisekinin, pişta xwe bi qayîşa rastiyê girêdin, ziriha rastiyê li xwe kin, 15 solên mizgîniya edilayê pêkin û hazir bin vê mizgîniyê bela kin. 16 Xêncî wê yekê mertala mezin ya baweriyê bigirin, wekî bikaribin hemû tîrên agirî yên Mîrê-cina* bitemirînin. 17 Usa jî kumziriha xilazbûnê bikine serê xwe, û şûrê ruh, dêmek xebera Xwedê hildin. 18 Berdewam kin bi her cûre dua û dirozga, her derecada bin hukumê ruhê pîrozda dua bikin. Lema hişyar bimînin û bona hemû pîroza Xwedêra dua-dirozga bikin. 19 Û bona min jî dua bikin, wekî gava ez devê xwe vekim, bikaribim giliyên rast bêjim. Bi vî cûreyî ezê bikaribim bi dilekî qewî xeber dim û sura pîroze mizgîniyê bidime bihîstinê. 20 Xwedê ez şandim ku vê mizgîniyê bela kim, bona çi jî ez bi zincîra hatime girêdanê. Dua bikin, wekî ez bi dilekî qewî û bi mêrxasî xeber dim, çawa ku gerekê bikim.
21 Seva hûn haj min û halê min hebin, Tixîko, birakî delal û xizmetkarê amin yê Xudan, wê hemû tiştî wera bêje. 22 Ez wî dişînim bal we ku hûn bizanibin halê me çi ye, û wekî ew ber dilê weda bê.
23 Bira edilayî, hezkirin û baweriya ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh tevî bira be! 24 Bira kerema mezin tevî hemû kesa be, yên ku bi hezkirina ku xilaz nabe Xudanê me Îsa Mesîh hez dikin!