Efesiyara
5 Lema çev bidine Xwedê, çawa zarên hezkirî. 2 Hûn jî mîna Mesîh berdewam kin ser riya hezkirinê bimeşin. Ewî em* hez kirin û emirê xwe bona me da çawa pêşkêş û qurbaneke bînxweş Xwedêra.
3 Bira besa zinêkariyê,* her cûre mirdariyê yan timayê nav weda qe neyê kirinê jî, çimkî ev yek ne layîqî pîroza ye. 4 Usa jî bira rabûn-rûniştina şermî, xeberdana bêfemî yan jî henekên xirab, nav weda tune bin, lê dewsê şikiriyê bidine Xwedê. 5 Çimkî hûn rind zanin, erê hûn rind fem dikin, wekî yê ku zinêkariyê dike, yê ku tiştên mirdar dike, yê çevbirçî, dêmek pûtparist, wê Padşatiya Mesîh û Xwedêda tu war nestîne.
6 Bira tu kes pê gotinên pûç we nexapîne, çimkî ji bo wan tişta hêrsa Xwedê ser merivên neguhdar radibe. 7 Lema bira karê we tevî wan tune be. 8 Çimkî berê hûn terîstan bûn, lê niha hûn tevî Xudanê me ronayî ne. De îja berdewam kin ça zarên ronayê bijîn. 9 Çimkî berê ronayê her cûre qencî, heqî û rastî ye. 10 Hertim haj kirên xwe hebin, hela ew dilê Xudan xweş tên yan na. 11 Îda tevî kirên teriyêye bêkêr* nebin, dewsê eşkere nîşan kin ku ewana xirab in. 12 Çimkî bona tiştên ku ewana dizîva dikin, şerm e ku meriv xeber de jî. 13 Awa hemû tiştên xirab bi saya ronayê têne eşkerekirinê, çimkî her tiştê ku têne eşkerekirinê, ronayî ye. 14 Lema usa tê gotinê: “Hey kesê razayî, hişyar be û ji nav miriya rabe! Û Mesîh wê ser te şewq bide”.
15 De îja binihêrin ku hûn nebine mîna bêfema, lê bibine mîna bîlana. 16 Wedê xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê,* çimkî em rojên xirabda dijîn. 17 Bona vê yekê, îda mîna bêaqila hereket nekin, lê berdewam kin têderxin hela çi ye qirara Yehowa. 18 Usa jî bi şeravê serxweş nebin, çimkî serxweşbûn meriva berbi tiştên xirab dibe. Lê berdewam kin bi ruhê Xwedê tije bin. 19 Dilê hevdu qewî kin pê zebûra, pê kilamên bona pesindayîna Xwedê û pê stiranên ruhanî. Bi temamiya dilê xwe* Yehowara bistirên. 20 Her gav bona her tiştî şikiriyê bidine Bav û Xwedayê me, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.
21 Ji bo qedirê mezin hindava Mesîh gura hevdu bikin. 22 Bira jin gura mêrê xweda be, çawa gura Xudanda ye, 23 çimkî mêr serê jina xwe ye, çawa Mesîh serê civatê ye, û xilazkarê vê bedenê ye.* 24 Belê, çawa ku civat gura Mesîhda ne, gerekê jin jî her tiştîda gura mêrê xweda be. 25 Mêrno, berdewam kin jinên xwe hez bikin, çawa Mesîh jî civat hez kir, û emirê xwe bona wê berva da, 26 wekî civatê bi xebera Xwedê çawa bi avê bişo û pîroz ke. 27 Ewî usa kir, wekî civat ber wî bedew be, ku tu leke, qerçimok yan kêmasiya wê tune be, lê pîroz û bêqisûr be.
28 Bi vî cûreyî jî mêr gerekê jina xwe hez bike, çawa bedena xwe hez dike. Mêrê ku jina xwe hez dike, xwe jî hez dike, 29 çimkî tu mêr bedena xwe nefret nake, lê ew têr dike û rind lê xwey dike, çawa Mesîh jî civatê xwey dike, 30 çimkî em endemên bedena wî ne. 31 “Lema jî, mêr wê dê û bavê xwe bihêle û tevî jina xwe bijî, û her du wê bibine yek”.* 32 Ev sura pîroz mezin e. Ez niha derheqa Mesîh û civatê xeber didim. 33 Belê, her yek ji we gerekê jina xwe usa hez bike çawa xwe hez dike, lê jin jî bira bi dil qedirê mêrê xwe bigire.