Galatiyara
3 Galatiyên bêfem! Kê hûn xalifandin? Ne wera zelal hatiye eyankirinê, ku Îsa Mesîh stûnêva hate mixkirinê? 2 Ez dixwazim pirsekê bidime we: We ruhê pîroz stand, çimkî we qanûn dianî sêrî, yan çimkî we tiştên ku we bihîstine bawer kiriye? 3 Hûn usa bêfem in? Destpêkêda hûn li gora ruhê pîroz dimeşiyan, lê niha hûn li gora nihêrandina meriva dimeşin? 4 Gelo we badîhewa haqas tengasî kişand? Ez bawer nakim ku badîhewa bû! 5 Yê ku ruhê pîroz dide we û nav weda keremeta dike, gelo ew vê yekê dike, çimkî hûn qanûnê tînin sêrî, yan çimkî hûn tiştên ku we bihîstine bawer dikin? 6 Hela derheqa Birahîm bifikirin, yê ku “baweriya xwe Yehowa anî, û yekî rast hate hesabê”.
7 Çawa hûn zanin, yên ku xwe li baweriyê digirin, ew in kurên Birahîm. 8 Nivîsarê hê pêşda dabû kifşê, ku Xwedê wê merivên ji miletên din bi saya baweriyê rast hesab ke. Û hê zûdava Birahîmra ev mizgînî hate dayînê: “Bi saya te hemû milet wê bêne keremkirinê”. 9 Lema jî merivên ku xwe li baweriyê digirin, têne keremkirinê çawa Birahîm, baweriya kîjanî hebû.
10 Hemû kesên ku gumana xwe didine ser kirên ku qanûn dewa dike, bin nifirda nin, çimkî usa nivîsar e: “Nifir li her kesî be, yê ku nava hemû nivîsarên kitêba Qanûnêda namîne û wan nayne sêrî”. 11 Serda jî, eşkere ye ku Xwedê tu kesî bi qanûnê rast hesab nake, çimkî “yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî”. 12 Qanûn ser hîmê baweriyê nîne, lê “yê ku van tişta dike, wê bi saya wan bijî”. 13 Mesîh em kirîn û ji nifirê Qanûnê aza kirin, bi vê yekê ku dewsa me kete bin nifir. Çimkî usa nivîsar e: “Her kesê ku ser stûnê dardakirî ye, nifir ser wî ye”. 14 Ev yek usa bû, wekî bi saya Mesîh Îsa kerema ku Birahîmra hatiye sozdayînê, bigihîje miletên din. Û bi vê yekê emê bi saya baweriya xwe ruhê pîroz bistînin, çi ku Xwedê soz daye.
15 Birano, ez dixwazim ji emirê herrojî wera meselekê bînim: Gava peymanek îda hatiye girêdanê, hergê jî merivekî vê yekê girêdabe, tu kes nikare wê peymanê betal ke, yan jî tiştekî din serda zêde ke. 16 Awa Birahîm û zureta wîra soz hatine dayînê. Nivîsarên Pîrozda nayê gotinê, “zuretên te”, çawa bona geleka. Lê tê gotinê, “zureta te”, dêmek bona yekî tê gotinê, û ev Mesîh e. 17 Him jî, ez dibêjim: Qanûna ku 430 sal şûnda hate dayînê, nikare peymana ku Xwedê pêşda girêdabû, betal ke û bi vî cûreyî soz pûç ke. 18 Hergê milk pêkanîna qanûnêva girêdayî bûya, wê îda sozdayînêva girêdayî nîbûya. Lê Xwedê bi dilovanî bi saya sozê xwe ev milk da Birahîm.
19 Îja Qanûn bona çi bû? Ev qanûn paşê hate dayînê bona eşkerekirina guna, heta hatina zureta wî, kîjanîra soz dabû. Xwedê qanûn da meleka û wana ev qanûn bi destê orteçî gîhandine meriva. 20 Lê gava peyman tenê kesek datîne, orteçî nelazim e, çimkî ev alîkîva tê danînê, û ev alî, Xwedê ye. 21 Îja Qanûn miqabilî sozên Xwedê ye? Hemikî na! Çimkî hergê merivara qanûneke ku jîyînê dide, bihata dayînê, hingê ewana wê rast bihatana hesabê hergê qanûn bianiyana sêrî. 22 Lê Nivîsarên Pîroz nîşan dikin ku hemû meriv dîltiya guneda nin, wekî ewên ku bawer dikin, kerema sozdayî bi saya baweriya hindava Îsa Mesîh, bistînin.
23 Lê pêşiya ku bawerî pêşda bihata, qanûnê em diparastin. Em dîltiya wêda bûn, çaxê hîviya wê baweriyê bûn ku gerekê bihata eşkerekirinê. 24 Bi vî awayî, Qanûn bû dersdarê me û em berbi Mesîh dibirin, wekî em bi saya baweriyê merivne rast bêne hesabê. 25 Lê niha, çimkî bawerî hatiye, em îda bin destê dersdarekîda nînin.
26 Hûn hemû, bi saya baweriya xwe hindava Mesîh Îsa, kurên Xwedê ne. 27 Çimkî we hemûya, yên ku bi navê Mesîh hatine nixumandinê, xeyset-hunurên Mesîh li xwe kiriye.* 28 Îda firqî tune ku hûn Cihû ne yan Yûnan in, xulam in yan aza ne, mêr in yan jin in, hûn hemû jî yek in yektiya Mesîh Îsada. 29 Û hergê hûn para Mesîh ne, hûn bi rastî zureta Birahîm in, û warên wî sozî ne.