KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Korintî 7
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Korintî Naveroka Kin

      • Şîret bona kesên azep û kesên zewacêda (1-16)

      • Bira her kes çi halîda bû gava hate gazîkirinê, usa jî bimîne (17-24)

      • Yên nezewicî û jinebî (25-40)

        • Kara azepbûnê (32-35)

        • Tenê bawermendê Xudan bistîne (39)

1 Korintî 7:1

Spartin

  • *

    Dêmek nekeve heleqetiya sêksûalî.

1 Korintî 7:2

Spartin

  • *

    Yan “bênamûsiya sêksûalî”.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 157

1 Korintî 7:3

Spartin

  • *

    Yan “hewcên sêksûalî”.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 157

1 Korintî 7:5

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê”,

    1/1/2015, rûp. 26

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 157-158

1 Korintî 7:7

Spartin

  • *

    Dêmek pêşkêşa azepbûnê.

1 Korintî 7:14

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    8/2016, rûp. 16

1 Korintî 7:15

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    v

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    8/2016, rûp. 16-17

1 Korintî 7:25

Spartin

  • *

    Raste-rast “yên bikir”.

1 Korintî 7:28

Spartin

  • *

    Binihêre spartina rêza 25.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    6/2017, rûp. 4-6

    “Birca Qerewiliyê”,

    1/1/2015, rûp. 17-18

1 Korintî 7:29

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    8/2016, rûp. 17

1 Korintî 7:31

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    8/2016, rûp. 17

    “Birca Qerewiliyê”,

    10/15/2015, rûp. 23-24

1 Korintî 7:36

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 15-16

1 Korintî 7:39

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê”,

    3/1/2015, rûp. 30-32

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
  • 29
  • 30
  • 31
  • 32
  • 33
  • 34
  • 35
  • 36
  • 37
  • 38
  • 39
  • 40
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Korintî 7:1-40

1 Korintî

7 Niha ez dixwazim derheqa tiştên ku we minra nivîsîne xeber dim: Bona mêr diha baş e ku destê xwe nede jinê.* 2 Lê çimkî zinêkarî* usa bela bûye, bira cem her mêrekî jina wî hebe û bira cem her jinekê mêrê wê hebe. 3 Mêr gerekê hewcên* jina xwe razî ke, û jin jî gerekê hema usa bona mêrê xwe bike. 4 Jin xweyê bedena xwe nîne, lê mêr e xweyî, usa jî mêr xweyê bedena xwe nîne, lê jin e xweyî. 5 Vê yekêda hevdura na-na nekin, xêncî gava hûn hevra qayîl dibin ku ser wextekê wedê xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerin, wekî Şeytan we necêribîne ji bo xwenegirtina we. 6 Tiştên ku min wera gotine, hûn dikarin bikin, lê eva temî nîne. 7 Minê bixwesta ku hemû mîna min bin. Lê her yek ji me pêşkêşa* xwe ji Xwedê standiye. Ji bo vê yekê, kesên ku dizewicin hene, û kesên ku nazewicin jî hene.

8 Ez nezewiciyara û jinebiyara vê yekê dibêjim: Hergê ewana mîna min bimînin, ev bona wan hê baş e. 9 Lê hergê ewana nikarin xwe bigirin, bira bizewicin û mêr kin. Dewsa ku ewana xweda bişewitin, diha baş e ku bizewicin, yan mêr kin.

10 Lê yên zewicîra û mêrkiriyara ez vê rêberiyê didim: Gerekê jin ji mêrê xwe neqete. Ev rêberî ji Xudan e. 11 Lê hergê ew ji mêrê xwe biqete, bira mêr neke, yan jî tevî mêrê xwe li hev bê. Mêr jî gerekê jina xwe bernede.

12 Lê yên mayînra, ez vê yekê dibêjim, ne ku Xudan: Hergê jina birakî, ya ku bawermend nîne, dixwaze tevî wî bimîne, bira wê bernede. 13 Û hergê mêrê jinekê, yê ku bawermend nîne, dixwaze tevî wê bimîne, bira ew ji wî neqete. 14 Çimkî mêrê nebawermend pê jina xwe pîroz dibe, û jina nebawermend pê mêrê xwe pîroz dibe. Yan na, zarên we wê paqij nîbûna, lê niha ewana pîroz in. 15 Lê hergê nebawermend safî dike jê biqete, bira biqete. Vê derecêda, xûşk yan bira mecbûr nîne, wekî tevî wî kesî bimîne. Xwedê gazî we kiriye ku hûn edilayêda bin. 16 Kulfetê, tu çi zanî, belkî tê mêrê xwe xilaz kî? Yan mêro, tu çi zanî, belkî tê jina xwe xilaz kî?

17 Yehowa çawa para her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira ew weke wê yekê jî bijî. Ev e temiya ku ez didime hemû civata. 18 Hergê yek sinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira vî halîda bimîne. Hergê yek nesinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira ew neyê sinetkirinê. 19 Ne sinetbûn tiştek e û ne jî nesinetbûn. Serî ew e, ku meriv xwe li temiyên Xwedê bigire. 20 Bira her kes çi halîda bû gava hate gazîkirinê, usa jî bimîne. 21 Hergê tu xulam bûyî gava hatî gazîkirinê, qe xem neke. Lê hergê tu dikarî aza bî, vê mecalê ji destê xwe bernede. 22 Çimkî xulamê ku ji aliyê Xudanda hatiye gazîkirinê, aza dibe û para Xudan e. Û kesê aza, yê ku ji aliyê Xudanda hatiye gazîkirinê, dibe xulamê Mesîh. 23 Hûn bi qîmetekî mezin hatine kirînê. Îda nebine xulamên meriva. 24 Birano, hûn çi halîda hatine gazîkirinê, ber Xwedê usa jî bimînin.

25 Bona qîz û xortên nezewicî,* min temî ji Xudan nestandiye. Lê ez ça yekî amin, ku ji aliyê Xudanda rem standiye, dixwazim nihêrandina xwe wera bêjim: 26 Van rojên zor û zemetda, ez difikirim ku ya here baş ew e, wekî meriv halê xweda bimîne. 27 Jina te heye? Meniya negere ku jê biqetî. Bê jin î? Jinê negere. 28 Lê hergê tu bizewicî yan mêr kî jî, tu gune nakî. Û yê azep* jî hergê bizewice, gune nake. Lê yeke yên ku dizewicin, tengasiyên wan wê hebin. Lê ez dixwazim alî we bikim, ku we ji van tengasiya xwey kim.

29 Xêncî vê yekê, birano, ez vê yekê wera dibêjim: Wext hindik maye. Ji vir şûnda, yên ku jina wan heye bira usa bin, ça bêjî jina wan tune ye. 30 Yên ku digirîn bira usa bin, ça yên ku nagirîn. Yên ku şa dibin bira usa bin, ça yên ku şa nabin. Yên ku dikirin bira usa bin, ça ewên ku tiştên wan tune. 31 Û yên ku tiştên vê dinyayê didine xebatê, bira bi temamî nedine xebatê, çimkî halê vê dinyayê tê guhastinê. 32 Ez dixwazim ku hûn ji xema xilaz bin. Yê nezewicî xem dike, ku çawa şixulê Xudan bîne sêrî, çimkî dixwaze li wî xweş bê. 33 Lê kesê zewicî bona tiştên vê dinyayê xem dike ku ça dilê jina xwe razî ke, 34 û usa hiş-aqilê wî dibe du para. Hema vî cûreyî, kulfeta bêmêr yan qîz xem dike, ku ewê çawa şixulê Xudan bîne sêrî, wekî him bedena wê him jî aqilê wê pîroz be. Lê kulfeta mêrkirî bona tiştên vê dinyayê xem dike, ku ça dilê mêrê xwe razî ke. 35 Ez vê yekê bona kara we dibêjim, ne ku wekî we sînor kim. Lê ez dixwazim wekî hûn bi terbetî hereket bikin, seva ku timê bi dil û can Xudanra xizmet kin.

36 Lê hergê kesek beden û aqilê xweda gihîştî ye, û difikire ku hergê ew nezewice ew îda nikare xwe bigire, hingê bira ew li gora dilê xwe bike; ew gune nake. Bira bizewice. 37 Lê hergê kesek dudilî nîne û xwe mecbûr hesab nake ku bizewice, û dikare xwestinên xwe zeft ke û dilê xweda safî kiriye ku nezewice, ew baş dike. 38 Awa kesê ku dizewice baş dike, lê kesê ku nazewice hê baş dike.

39 Heta ku mêrê jinê sax e, ew gerekê tevî wî bimîne. Lê hergê mêrê wê bimire, hingê ew aza ye û kê bixwaze dikare bistîne, lê tenê gerekê ew bawermendê Xudan be. 40 Lê bi nihêrandina min, hergê ew usa bimîne, ewê hê bextewar be. Û bi rastî ez difikirim ku ruhê Xwedê ser min e.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin