Li Gora Metta
3 Wan rojada Yûhennayê Nixumdar* hate beriya Cihûstanê, ku xebera Xwedê bela ke. 2 Ewî digot: “Tobe kin, çimkî Padşatiya ezmana nêzîk bûye!” 3 Yûhenna ew e, derheqa kîjanî Îşaya pêxember berêda gotibû: “Beriyêda kesek bi dengê bilind dike gazî: ‘Riya Yehowa hazir kin! Riyên wî rast kin’”. 4 Kincên Yûhenna ji hiriya devê bûn û qayîşa ser pişta wî ji çerm bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû. 5 Xelq ji Orşelîmê, ji temamiya Cihûstanê û ji hemû aliyên Çemê Ûrdunê dihatine bal wî. 6 Wana gunên xwe didane rûyê xwe, û ewî Çemê Ûrdunêda ewana dinixumandin.
7 Gava ewî dît ku gelek Fêrisî û Sadûqî bona nixumandinê hatin bal wî, ewî wanra got: “Hey zureta* merên jerdar, kî wera gotiye wekî hûn dikarin ji xezeba Xwedê ya ku tê, birevin? 8 De bi kirên xwe nîşan kin, ku hûn tobe dikin.* 9 Dilê xweda nefikirin û nebêjin: ‘Birahîm bavê me ye’. Ez wera dibêjim, ku Xwedê dikare ji van kevira jî Birahîmra zara çêke. 10 Balte îda li ber koka dara ye. Her dara ku berên baş nade, wê bê birînê û avîtinê nava agir. 11 Ez we bi avê dinixumînim, çimkî hûn tobe dikin. Lê yê ku paşî min tê, ji min qewattir e, û ez ne jî hêja me ku ji nigên wî çarixa bêxim. Ewê we bi ruhê pîroz û bi agir binixumîne. 12 Haceta* wî destê wîda ye û ewê bêdera* xwe bi temamî paqij ke. Ewê genim li embara top ke û kayê bişewitîne bi agirê ku natemire”.
13 Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê bal Yûhenna, wekî ew wî binixumîne. 14 Lê Yûhenna dixwest wî bide sekinandin û wîra got: “Tu têyî cem min? Tu gerekê min binixumînî!” 15 Îsa caba wî da: “Riya min negire, çimkî bi vî avayî emê hemû tiştên ku Xwedê dixwaze,* bînin sêrî”. Îda Yûhenna riya wî negirt. 16 Hema ça Îsa hate nixumandinê û ji avê derket, hingê ezman vebûn, û Yûhenna dît ku ruhê Xwedê mîna kevotkekê dakete ser Îsa. 17 Û dengekî ji ezmana usa got: “Ev e Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike”.