Li Gora Metta
13 Wê rojê, Îsa ji malê derket û çû ber berê rûnişt. 2 Li dora wî haqas meriv top bûn, ku ew kete qeyîkê û têda rûnişt, lê ev hemû meriv ber devê berê sekinî bûn. 3 Îsa destpêkir bi mesela gelek tişt wana hîn ke: “Cotkarek derket ku toxim biçîne. 4 Gava ewî toxim direşand, hine toxim ketine ser rê, çivîk hatin û xwarin. 5 Hine toxim ketine ser erdê kevirî, kîderê ku xwelî kêm bû. Û toxim zû şîn bûn, çimkî xwelî kûr nîbû. 6 Lê gava tev derket, ew çîl çilmisîn û hişk bûn, çimkî kokên wan tune bûn. 7 Hine toxim jî ketine nava stiriya, stirî derketin û nehîştin ew mezin bin. 8 Lê hine toxim ketine ser erdê baş û destpêkirin ber bidin, yekî 100 cara zêdetir, yê din 60 û yê mayîn jî 30 cara. 9 Guhên kê hene, bira bibihê”.
10 Şagirtên Îsa hatin bal wî û jê pirsîn: “Tu çira bi mesela wanra xeber didî?” 11 Ewî wanra got: “Wera hatiye dayînê wekî hûn surên pîroz yên Padşatiya ezmana fem bikin, lê wanra nehatiye dayînê. 12 Çimkî bal kê heye, ewê hê zêde bistîne, û ji wî wê kêm nebe. Lê bal kê tune ye, tiştê ku bal wî heye jî wê ji wî bê standinê. 13 Ez bona wê yekê bi mesela tevî wan xeber didim, çimkî ewana dinihêrin, lê navînin, ewana dibihên, lê guhê xwe nadine ser û mena gotina jî fem nakin. 14 Ser wana pêxembertiya Îşaya tê sêrî, ku dibêje: ‘Hûn bibihên jî, lê hûnê tu car fem nekin. Hûn binihêrin jî, lê hûnê tu car nevînin. 15 Çimkî dilê vî miletî hişk bûye, wana bi guhê xwe bihîst, lê hereket nekir, û wana çevên xwe girtine, wekî tu car nevînin, û bi guhên xwe nebihên û bi dilê xwe fem nekin û venegerin bal min, ku ez wana qenc kim’.
16 Lê hûn bextewar in, çimkî çevên we divînin û guhên we dibihên. 17 Ez rast wera dibêjim, gelek pêxember û merivên rast hizreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn divînin, lê nedîtin, û hizreta bihîstina van tişta bûn çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin.
18 Niha guh bidin şirovekirina mesela cotkar. 19 Mena toximên ku ketine ser rê, ev e: Gava kesek xebera derheqa Padşatiyê dibihê, lê mena wê fem nake, Mîrê-cina* tê û tiştên ku dilê wîda hatine çandinê, derdixe. 20 Mena toximên ku ketine ser erdê kevirî, ev e: Kesek vê xeberê dibihê û derbêra bi şabûn qebûl dike, 21 lê çimkî dilê wîda kok tune, ev xeber tenê demekê dimîne. Û çaxê ew ji bo vê xeberê rastî tengasiya û zêrandinê tê, ew derbêra baweriya xwe unda dike. 22 Mena toximên ku ketine nav stiriya, ev e: Kesek vê xeberê dibihê, lê xemên vê dinyayê û dewlemendtiya xapînok evê xeberê difetisînin, û ew bê ber dimîne. 23 Û mena toximên ku ser erdê baş hatine çandinê, ev e: Kesek vê xeberê dibihê, mena wê fem dike û ber dide, yek 100 cara zêdetir, yê din 60 û yê mayîn jî 30 cara”.
24 Îsa besa meseleke din jî kir û got: “Padşatiya ezmana mîna vî merivî ye, yê ku toximê baş erdê xweda çand. 25 Lê gava gişk razayî bûn, dijminê wî hat nav genimda zîwan çand û çû. 26 Gava genim gihîşt û ber da, zîwan jî xuya bûn. 27 Xulamên xweyê erdê hatine bal wî û wîra gotin: ‘Axayê me, ne te erdê xweda toximên baş çandibû? Lê ev zîwan ji ku hatin?’ 28 Ewî wanra got: ‘Dijminekî ev yek kir’. Xulama ji wî pirsî: ‘Dixwazî em herin wana rakin?’ 29 Ewî got: ‘Na, çimkî gava hûn zîwanê rakin, dibeke hûn genim jî pêra rakin. 30 Bihêlin, bira her du heta dema dirûnê hevra bigihîjin. Wî çaxî ezê xebatkarara bêjim: Pêşiyê zîwanê rakin û bona şewitandinê gurz-gurz girêdin. Paşê genim top kin û bikine embara min’”.
31 Îsa besa meseleke din jî kir û got: “Padşatiya ezmana mîna toximê xerdalê ye, yê ku merivekî erdê xweda çandibû. 32 Rast e ew nav hemû toximada yê herî biçûk e, lê gava ew mezin dibe, ew ji şînkayên baxçe mezintir dibe. Ew dibe dareke usa, ku çivîkên ezmana ser çiqilên wê hêlûnên xwe çêdikin”.
33 Ewî meseleke din jî wanra got: “Padşatiya ezmana mîna hevîrtirşk e, ku kulfetekê hilda û kire nava sê çap* ar, hevîr stira, heta ku temamiya hevîr hilat”.
34 Îsa ev hemû tişt bi mesela elaletêra got. Ewî bê mesele tu tişt wanara nedigot, 35 seva ev gotinên pêxember bêne sêrî: “Ezê bi mesela wanra xeber dim. Ezê eşkere kim wan tişta, çi ku ji berêda* veşartî bûn”.
36 Paşê Îsa elalet şand û çû kete malê. Şagirtên wî hatin bal wî û wîra gotin: “Mena mesela zîwanên zeviyêda mera şiroveke”. 37 Îsa cab da: “Yê ku toximê baş çand Kurê însên e, 38 zevî dinya ye, toximê baş kurên Padşatiyê ne, lê zîwan kurên Mîrê-cina* ne. 39 Û dijminê ku ew çandin Mîrê-cina ye. Dirûn rojên xilaziya* vê dinyayê ne, lê xebatkar jî melek in. 40 Û çawa ku zîwan tê topkirinê û nava agirda tê şewitandinê, rojên xilaziya vê dinyayê jî wê usa bin. 41 Kurê însên wê melekên xwe bişîne û ewana wê ji Padşatiya wî hemûyên ku meriya ji rê derdixin û xirabiyê dikin, top kin. 42 Û ewê wana bavêjine nava agirekî mezin. Wêderê ewana wê bigirîn* û çirke-çirka diranên wan bin. 43 Hingê yên rast wê Padşatiya Bavê xweda mîna tevê şewq bidin. Guhên kê hene, bira bibihê.
44 Padşatiya ezmana mîna xizneke erdêda veşartî ye, kîjan ku merivek divîne û dîsa vedişêre. Paşê ew bi şabûn diçe, hemû mal-milkê xwe difiroşe û wî erdî dikire.
45 Dîsa Padşatiya ezmana mîna bazirganekî ye, yê ku kevirên qîmet* digere. 46 Çaxê ewî kevirekî qîmet dît, bi lez çû, hemû mal-milkê xwe firot û ew kevir kirî.
47 Dîsa Padşatiya ezmana mîna torekê ye, ya ku hatiye avîtinê nava berê û cûre-cûre mesî dikevinê. 48 Gava tor tije dibe, mesîgir dikişînin ber devê berê, rûdinên û mesiyên baş dikine derdana, lê yên nebaş davêjin. 49 Rojên xilaziya vê dinyayêda jî wê usa be. Melek wê bên û wê merivên xirab ji merivên rast veqetînin. 50 Û yên xirab wê bêne avîtinê nava agirekî mezin. Wêderê ewana wê bigirîn û çirke-çirka diranên wan bin.
51 Îsa ji şagirtên xwe pirsî: “Gelo we nêta van hemû tişta fem kir?” Wana got: “Erê”. 52 Paşê ewî wanra got: “De bizanibin, wekî her dersdarek, yê ku derheqa Padşatiya ezmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilk e, yê ku ji xizna xwe tiştên teze û kevin derdixe”.
53 Çaxê Îsa ev mesele xilaz kirin, ji wêderê çû. 54 Ew gihîşte herêma xwe* û destpêkir kinîşta* wanda hîn ke. Xelq ecêbmayî dima û digot: “Gelo serwaxtî û qewata ku van keremeta* bike, ewî ji ku standiye? 55 Ne ev kurê necar e? Ne navê diya wî Meryem e, û Aqûb, Ûsiv, Şimhûn û Cihûda birên wî ne? 56 Ne hemû xûşkên wî nav meda dijîn? Îja, ev hemû tişt wîra ku hat?” 57 Lema wana nexwest wî bawer kin.* Lê Îsa wanara got: “Pêxember hemû ciya xweyîqedir e, xêncî bajarê xwe û mala xweda”. 58 Ewî wêderê gelek keremet nekirin, çimkî baweriya wan tune bû.