1 Petrûs
2 De xwe ji hemû xirabiyê, derewiyê, durûtiyê, çevnebariyê û her cûre buxdana dûr bigirin. 2 Çawa ku zarên tezebûyî heyra şîrê dayîka xwe ne, hûn jî xwestina xwe hindava şîrê temize xebera Xwedê zêde kin, seva ku bibine merivne gihîştî û xilaz bin. 3 Çimkî we tem kiriye* ku Xudan qenc e.
4 Meriva kevirê sax înkar kirin, lê Xwedê ew bijart û wî qîmet hesab dike. Gava hûn nêzîkî wî dibin, 5 hûn jî mîna kevirên sax bona maleke ruhanî têne avakirinê. Usa hûn dibine kahînên pîroz, wekî bi Îsa Mesîh qurbanên ruhanî pêşkêş kin, yên ku li Xwedê xweş tên. 6 Çimkî Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Va ye, ez li Siyonê kevirê bijartî, dêmek kevirê hîm yê qîmet û sereke,* datînim. Û kesê ku baweriya xwe wî tîne, wê tu car dilteng nebe”.*
7 Hûn wî bawer dikin, lema jî ev kevir bona we qîmet e. Lê bona kesên ku wî bawer nakin, ev kevir qîmet nîne. Nivîsarên Pîrozda usa tê gotinê: “Kevirê ku avakara înkar kir, bûye kevirê sereke” 8 û “kevirê ku wê bibe sebebê ketina meriva û zinarê ku wana eciz bike”. Ewana dikevin, çimkî gura xebera Xwedê nakin. Axiriya usa hîviya wan e. 9 Lê hûn “cimeteke bijartî, kahînên ku ça padşa xizmet dikin, miletekî pîroz û milkê wîyî mexsûs in, seva ku hemû dera derheqa hunurên Xwedêye baş gilî kin”, yê ku hûn ji teriyê gazî ronaya xweye hujmekar kirine. 10 Berê hûn cimeta Xwedê nîbûn, lê niha hûn cimeta wî ne. Berê hûn bê rema Xwedê bûn, lê niha we rem dîtiye.
11 Birên delal, hûn vê dinyayêda mîna kesên xerîb û mêvan in. Ez ji we reca dikim ku hûn xwe dûr bigirin ji xwestinên bedenî, yên ku miqabilî we şer dikin. 12 Bira rabûn-rûniştina we nav miletada qenc be. Hergê jî ewana miqabilî we xeber din û bêjin ku hûn tiştên xirab dikin, wê kirên weyî qenc bivînin û Xwedê rûmet kin gava ew bê ku bicêribîne.
13 Bona xatirê Xudan, gura yên xweyîhukum bikin. Firqî tune ew padşa be, yê ku ser hemûyara ye, 14 yan welî be, yê ku aliyê padşada hatiye kifşkirinê, wekî wan meriva ceza ke, yên ku xirabiyê dikin, û payê wan bide, yên ku qenciyê dikin. 15 Çimkî Xwedê dixwaze ku hûn bi kirên qenc devê wan bigirin, yên ku bi nezanî xeber didin û serwaxt nînin. 16 Mîna merivên aza bijîn, lê azaya xwe bona xirabiyê nedine xebatê, lê çawa xulamên Xwedê bijîn. 17 Qedirê hemû meriva bigirin, hemû xûşk-bira* hez bikin, Xwedê bitirsin, hurmetê bidine padşa.
18 Bira xulam qedirê axayên xwe bigirin û gura wan bikin. Bira ewana him gura axayên heyf û serwaxt bikin, him jî gura wan axada bin, kîjana çetin e razî kin. 19 Çimkî kesê ku dixwaze îsafa wî ber Xwedê temiz be û bona vê yekê ber çetinaya teyax dike û bi neheqî cefa dikişîne, Xwedê ji wî razî ye. 20 Hergê hûn bona gunekirinê têne lêdanê û teyax dikin, îja kara vê yekê çi ye? Lê hergê hûn cefa dikişînin û teyax dikin ji bo wê yekê ku qenciyê dikin, Xwedê ji we razî ye.
21 Erê, bona vê yekê Xwedê hûn bijartin, çimkî Mesîh jî bona we cefa dikişand û wera mesele hîşt, seva ku hûn her tiştîda pêgeha wîda herin. 22 Ewî qe gune nekir, û tu xebereke derew ji devê wî derneket. 23 Gava meriva ew bêhurmet dikirin, ewî ewana bêhurmet nedikirin. Gava ewî cefa dikişand, gef li kesekî nedixwar, lê ewî xwe disparte wî, yê ku bi heqî dîwanê dike. 24 Gava Mesîh ser stûnê* hate mixkirinê, ewî bi bedena xwe gunên me hilgirt, seva ku em ji guna xilaz bin û bona rastiyê bijîn. Û “hûn pê birînên wî hatine qenckirinê”. 25 Çimkî hûn mîna pezên undabûyî bûn, lê niha hûn vegeriyane bal şivan û nobedarê jîyîna xwe.