Li Gora Markos
2 Paşî çend roja Îsa vegeriya Kepernahûmê, û deng bela bû ku ew malda ye. 2 Haqas meriv top bûn, ku ber dêrî jî cî-sitar tune bû. Û Îsa destpêkir derheqa mizgîniyê tevî wan xeber de. 3 Û çar meriva şilûşetek anîne bal wî. 4 Lê ji bo elaletê wana nikaribû ew bivira bal Îsa. Lema wana banê malê ser Îsara hev derxistin û yê şilûşet nivînava* daxistine jêrê. 5 Gava Îsa baweriya wan dît, yê şilûşetra got: “Lawo, gunên te hatine baxşandinê”. 6 Wêderê hine qanûnzan jî rûniştî bûn û dilê xweda digotin: 7 “Ev meriv çira usa dibêje? Ew kifiriya dike. Xêncî Xwedê kî dikare guna bibaxşîne?” 8 Lê Îsa derbêra têderxist* ku ewana çi difikirin û ji wan pirsî: “Hûn çira dilê xweda usa difikirin? 9 Çi diha hêsa ye şilûşetra bêjin, ‘Gunên te hatine baxşandinê’, yan ‘Rabe, nivîna xwe hilde û rê here’? 10 Lê seva hûn bizanibin ku hukumê Kurê însên ser erdê heye, wekî guna bibaxşîne . . .” Û ewî gote yê şilûşet: 11 “Ez tera dibêjim, rabe, nivîna xwe hilde û here mala xwe”. 12 Ew rabû, derbêra nivîna xwe hilda û ber çevê hemûya derkete derva. Gişk zendegirtî man, û şikirî didane Xwedê, digotin: “Me tiştekî usa qe tu car nedîtiye!”
13 Îsa dîsa çû ber devê berê. Gelek meriv dihatine bal wî û ewî ewana hîn dikirin. 14 Gava Îsa rêda diçû, ewî Lêwiyê kurê Halfawo dît, yê ku li ciyê topkirina xerca rûniştî bû, û wîra got: “Pey min were!” Ew jî rabû û pey wî çû. 15 Paşê gava Îsa mala wîda ber sifrê rûniştibû, gelek xercgir û gunekar jî tevî Îsa û şagirtên wî rûniştibûn, çimkî gelek ji wan pey wî diçûn. 16 Lê gava qanûnzan û Fêrisiya dît ku ew tevî gunekar û xercgira xwarinê dixwe, şagirtên wîra gotin: “Ew ça tevî xercgir û gunekara xwarinê dixwe?” 17 Îsa ev yek bihîst û wanra got: “Ne ku yên sihet-qewat hewcê hekîm in, lê yên nexweş. Ez hatim, ne ku gazî yên rast, lê gazî gunekara kim”.
18 Şagirtên Yûhenna û Fêrisiya rojî digirtin. Lema ewana hatin bal Îsa û ji wî pirsîn: “Çira şagirtên Yûhenna û şagirtên Fêrisiya rojî digirin, lê şagirtên te rojî nagirin?” 19 Îsa caba wan da: “Gelo meniya hevalên zeva heye wekî rojî bigirin, heta zeva tevî wan e? Heta zeva cem wan be, ne lazim e ewana rojî bigirin. 20 Lê wext wê bê, gava zeva ji wan bê hildanê, û hingê ewana wê rojî bigirin. 21 Tu kes kinceke kevine qelişîva perçê teze nadirû, çimkî perçê teze wê kinca kevin bikişîne, û ciyê qelişî wê hê li ber hev here. 22 Usa jî tu kes şerava teze nake meşkên* kevin. Hergê kesek usa bike, şerav wê meşka biteqîne, hingê wê şerav birije û meşk jî îda kêrî tiştekî neyên. Lê şerava teze dikine meşkên teze”.
23 Gava Îsa roja Şemiyê* nava zeviyara derbaz dibû, şagirtên wî rêva destpêkirin simbilên genim biçinin. 24 Çaxê Fêrisiya ev yek dît, wîra gotin: “Binihêre! Çira ewana vê yekê dikin, çi ku qedexe ye roja Şemiyê bikin?” 25 Lê ewî wanra got: “We nexwendiye Dawid çi kir, çaxê ew û yên tevî wî, birçî bûn? 26 Çawa serhatiya derheqa Abiyatarda nivîsar e, yê ku serokê kahîna bû, ew kete mala Xwedê û nanê pîroz* xwar, kîjan ku hemûyara qedexe bû xêncî kahîna. Û him jî ewî ev nan da merivên tevî xwe jî”. 27 Paşê Îsa wanra got: “Roja Şemiyê bona meriva hate danînê, ne ku meriv bona roja Şemiyê. 28 Lema Kurê însên Xudanê roja Şemiyê ye jî”.