Karên Şandiya
26 Egrîpa Pawlosra got: “Îzina te heye wekî tu bona xwe xeber dî”. Hingê Pawlos destê xwe dirêj kir û bona parastina xwe got:
2 “Ya Egrîpa Padşa, ez şa me ku îro ber te dikarim xwe biparêzim, bona hemû şikiyatên ku Cihû li min dikin. 3 Îlahî çimkî tu hemû edet û dew-dozên Cihûya rind zanî. Lema ez hîvî te dikim, bi sebir guh bide min.
4 Hemû Cihû rind zanin, wekî min jîyîna xwe ji xortaniya xweda çawa derbaz kiriye nava miletê xweda û Orşelîmêda. 5 Yên ku min nas dikin, hergê bixwazin, dikarin şedetiya vê yekê bidin, wekî ez Fêrisî bûm, peyçûyê komeke dînê me, kîjan ku hûr bi hûr û sert xwe li Qanûnê digire. 6 Lê bona gumana hindava wî sozê ku Xwedê dabû kal-bavên me, ez niha ber dîwanê sekinî me. 7 Donzdeh berekên me jî hîviya vî sozî ne, wekî ew bê sêrî, lema jî ewana şev-roj bi xîret Xwedêra xizmetiya pîroz dikin. Ya Padşa, seva vê gumanê Cihû min sûcdar dikin.
8 Hûn çima bawer nakin, wekî Xwedê miriya radike? 9 Min xwexa jî bawer dikir, wekî ez gerekê çi ji destê min tê bikim, seva ku miqabilî navê Îsayê Nisretî rabim. 10 Min ew tişt Orşelîmêda dikirin. Min ji serokên kahîna destûr stand û gelek şagirt* avîtine kelê, û gava ewana gerekê bihatana kuştinê, ez razî dibûm. 11 Min gelek cara hemû kinîştada* ewana ceza dikirin, û min zorê wan dikir ku terka baweriya xwe bidin. Û min usa kîna wan girtibû, ku diçûme bajarên din jî, wekî wana bizêrînim.
12 Çaxê ez bi vê nêtê û bi îzina ku serokên kahîna dabû min, diçûme Şamê, 13 ya Padşa, nîvro rêda min ronayîk dît. Evê ronayê ji ronaya tevê zêdetir şewq dida û ji ezmên avîte ser min û ser kesên ku tevî min bûn. 14 Û gava em hemû erdê ketin, min dengek bihîst, yê ku ser zimanê Îbranî minra got: ‘Şawûl, Şawûl, tu çira min dizêrînî? Tu zirarê didî xwe, ku miqabilî wî kesî radibî, yê ku şiva sertûj girtiye. 15 Min jî got: ‘Ezxulam, tu kî yî?’ Ewî got: ‘Ez Îsa me, kîjanî tu dizêrînî. 16 Rabe û ser niga bisekine. Ez tera xuya bûm, çimkî min tu bijartî. Tuyê him bona tiştên ku te dîtine, him jî bona tiştên ku ezê nîşanî te bikim, bibî xizmetkar û şedê min. 17 Û ezê te ji vê cimetê û ji wan mileta, cem kîjana ezê te bişînim, biparêzim. 18 Tuyê çevên wan vekî û wana ji teriyê derxî ronayê, û ji bin hukumê Şeytan derxî û bivî berbi Xwedê. Bi saya baweriya wane hindava min, gunên wan wê bêne baxşandinê, û ewana wê tevî pîroza milk bistînin’.
19 Lema, ya Egrîpa Padşa, çawa ku Îsa vê dîtinokêda minra got, min hema usa jî kir. 20 Pêşiyê ez çûme bal kesên li Şamê, paşê bal kesên li Orşelîmê, bal kesên li temamiya herêma Cihûstanê û bal miletên din jî. Min merivara digot, wekî ewana gerekê tobe kin, bêne ser riya Xwedê û pê kirên xwe nîşan kin ku wana tobe kiriye. 21 Bona vê yekê Cihûya ez paristgehêda girtim û dixwestin min bikujin. 22 Lê bi alîkariya Xwedê, ez heta roja îro şedetiyê didime kesên biçûk û mezin. Ez zêde tişt nabêjim, xêncî van tiştên ku Pêxembera û Mûsa gotibûn, yên ku gerekê bihatana sêrî: 23 Mesîh gerekê cefa bikişanda, û ça yê pêşin ji mirinê bihata rakirinê, wekî vê cimetêra û miletên dinra mizgînî bela kira û ronayî baniya”.
24 Gava Pawlos ev tişt bona parastina xwe digotin, Fêsto bi dengekî bilind got: “Pawlos, te hişê xwe unda kiriye! Xwendina teye zêde tu dîn kirî!” 25 Lê Pawlos got: “Ya Fêstoyê Xweyîqedir, min hişê xwe unda nekiriye, ez giliyên rast dibêjim û bi aqilayî. 26 Padşa van hemû tişta rind zane, lema jî ez bi azayî tevî wî xeber didim. Ez bawer im ku tiştek jî ji wî veşartî nîne, çimkî ev tişt dizîkava nehatine kirinê. 27 Ya Egrîpa Padşa, tu Pêxembera bawer dikî? Ez zanim ku tu bawer dikî”. 28 Hingê Egrîpa Pawlosra got: “Hindik maye tu min bikî Mesîhî”. 29 Ser vê yekê Pawlos got: “Ez Xwedêra dua dikim, wekî zû yan dereng ne tenê tu, lê hemûyên ku îro guh didine min, mîna min bibine Mesîhî, lê bê van zincîra”.
30 Hingê padşa rabû ser piya, welî, Bernîk û hemûyên tevî wî rûniştî jî pêra rabûn. 31 Gava ewana derdiketin, hevdura digotin: “Evî merivî tiştekî hêjayî girtinê yan mirinê, nekiriye”. 32 Hingê Egrîpa Fêstora got: “Hergê ewî merivî şixulê xwe nebira bal Qeyser, mecal wê hebûya wekî ew bihata berdanê”.