Karên Şandiya
28 Gava em silametî gihîştine devê berê, em pêhesiyan ku navê vê giravê Malta ye. 2 Bineliyên giravê* mera gelek heyf bûn. Ji bo vê yekê ku baran dibarî û sar bû, wana agir vêxist, û em hemû bi dilgermî qebûl kirin. 3 Lê çaxê Pawlos hine qirşik top kir û avîte ser agir, ji bo germê merek derket û xwe avîte destê wî. 4 Gava bineliyên giravê merê jerdadayî destê Pawlosva daliqî dîtin, wana hevdura got: “Bê şik ew meriv mêrkuj e. Rast e ew sax û silamet ji berê xilaz bû, lê yeke Heqiyê* îzin neda ku ew sax bimîne”. 5 Lê Pawlos merê destê xweva dawşande ser agir, û tu zirar nestand. 6 Ewana jî hîviyê bûn ku wê destê wî biwerime û ew nişkêva bikeve bimire. Lê gava ewana gelek wext hîviyê bûn û dîtin ku tiştek nehate serê wî, fikirê xwe guhastin û digotin ku ew xwedê ye.
7 Nêzîkî wêderê erdên merivekî hebûn û ew mezinê vê giravê bû, navê wî Popliyo bû. Ewî bi dil em qebûl kirin û sê roja em cem wî man. 8 Wê demê bavê Popliyo bi zikêşê nexweş û bi germa bilind nav nivînada bû. Pawlos çû bal wî, dua kir, destên xwe danîn ser wî û ew qenc kir. 9 Paşî vê yekê, merivên giravê jî yên ku nexweş bûn, dihatine bal wî û qenc dibûn. 10 Wana qedirê me digirt û gelek pêşkêş dane me. Û gava em hazir bûn rê kevin, wana hemû tiştên ku mera lazim bûn, kirine gemiyê.
11 Sê meh şûnda em pê gemîkê, ser kîjanê şikilê “Kurên Zews” hebû, rê ketin. Ew gemî ji Skenderyayê bû û temamiya zivistanê ser vê giravê bû. 12 Em gihîştine Sîrekûsê û sê roja wêderê man. 13 Ji wêderê em çûne Regiyûmê. Rojek şûnda bayê başûrê rabû, û roja duda em îda gihîştine Potiyolê. 14 Potiyolêda me bira dîtin, û wana ji me hîvî kir ku em heft roja cem wan bimînin. Paşê em berbi Romê çûn. 15 Gava birên Romê derheqa hatina me bihîstin, ewana heta Meydana Epiyû û ciyê bi navê Sê Mêvanxane hatine pêşiya me. Gava Pawlos ewana dîtin, şikirî da Xwedê, û dilê wî qewî bû. 16 Axiriya axiriyê em ketine Romê, û Pawlosra îzin hate dayînê ku ew bin nobedariya eskerda tenê bimîne.
17 Paşî sê roja Pawlos gazî giregirên Cihûya kir. Gava ewana top bûn, ewî wanra got: “Birano, rast e min tiştek miqabilî cimetê yan edetên kal-bavên me nekiriye, lê ez Orşelîmêda girtime û dame destê Romaya. 18 Wana ez dame ber pirsa, paşê dixwestin min berdin, çimkî tu menî nedîtin ku min bikujin. 19 Lê Cihû miqabilî vê yekê rabûn, û ez mecbûr bûm şixulê xwe bidime destê Qeyser, lê ne seva vê yekê ku şikiyatê miletê xwe bikim. 20 Lema min hîvî kir ku ez we bivînim û tevî we xeber dim. Ez bona gumana Îsraêlê van qeyd-zincîrada me”. 21 Wana wîra got: “Me derheqa te tu neme ji Cihûstanê nestandiye, û birên ku ji wêderê hatine jî, tu yekî ser te tiştekî xirab negotiye. 22 Lê em difikirin wekî hêja ye ku em nihêrandina te ser vê yekê pêbihesin, çimkî hemû dera derheqa vî dînê teze* xirab xeber didin”.
23 Hingê wana rojek kifş kir ku wî bivînin, û tevî hê zêde meriva hatine ciyê ku Pawlos dima. Ji sibehê heta êvarê ewî wanra derheqa Padşatiya Xwedê hûr bi hûr şirovedikir. Ewî xîret kir ku him pê Qanûna Mûsa, him jî pê Nivîsarên Pêxembera wana Îsada bide bawerkirinê. 24 Hineka baweriya xwe giliyên wî anîn, hineka jî bawer nekirin. 25 Û çimkî nihêrandina wan ji hev cude dibû, ewana ji wêderê diçûn, û hingê Pawlos usa got:
“Ruhê pîroz bi devê Îşaya pêxember kal-bavên wera çiqas rast gotibû: 26 ‘Here cem vî miletî û bêje: “Hûnê bibihên, lê tu car fem nekin. Hûnê binihêrin, lê tu car nevînin. 27 Çimkî dilê vî miletî hişk bûye, wana bi guhê xwe bihîst, lê hereket nekir, û wana çevên xwe girtine, wekî tu car nevînin, û bi guhên xwe nebihên û bi dilê xwe fem nekin û venegerin bal min, ku ez wana qenc kim”’. 28 Lema jî bizanibin, wekî xilazkirina ji Xwedê, miletên dinra hatiye şandinê û ewana wê guh bidine vê xeberê”. 29* ——
30 Pawlos du sala wê malêda ma, kîjan ku ewî kirê girtibû, û ewî her kesê ku dihate bal wî, bi dilgermî qebûl dikir. 31 Ewî wanra derheqa Padşatiya Xwedê gilî dikir û bê tirs derheqa Xudan Îsa Mesîh hîn dikir, û tu kesî riya wî nedigirt.