Îbraniyara
7 Ev Melkîsedek padşê Şelîmê û kahînê Xwedayê Herî Jorin bû. Gava Birahîm paşî qirkirina padşaya vedigeriya, Melkîsedek pêşiya wîda çû û dua li wî kir. 2 Birahîm ji her tiştî dehek da wî. Navê wî tê welgerandinê ça “Padşê Rastiyê”. Ew usa jî padşê Şelîmê bû, çi ku tê hesabê “Padşê Edilayê”. 3 Eyan nîne ku bavê wî û diya wî kê bûn, û navên kal-bavên wî nehatine nivîsarê. Xêncî wê yekê, nehatiye nivîsarê ku ew kengê hatiye bûyînê yan kengê miriye.* Û çimkî ew vê yekêda mîna Kurê Xwedê bû, ewê heta-hetayê kahîn bimîne.
4 Binihêrin ev meriv çiqas mezin bû, ku baveşîrê me Birahîm tiştên herî baş ji talan, dehek da wî. 5 Li gora Qanûnê, kurên Lêwîra, yên ku hatine kifşkirinê ça kahîn, temî hatiye dayînê ku ji cimetê, dêmek ji birên xwe, yên ku rast e zureta Birahîm in, dehekê top kin. 6 Lê vî merivî, yê ku ne ji malbeta Lêwî bû, ji Birahîm dehek stand û dua li wî kir, yê ku sozên Xwedê standibû. 7 Ev yek femdarî ye, wekî yê mezin dua li yê biçûk dike. 8 Merivên ji bereka Lêwî dehek distandin, û ew meriv dimirin. Lê Nivîsarên Pîrozda tê gotinê ku merivê din, yê ku dehek stand, sax e. 9 Em dikarin bêjin, wekî Lêwiyê ku dehek distîne jî, bi destê Birahîm dehek da. 10 Çimkî gava Melkîsedek rastî Birahîm hat, Lêwiyê ku ji zureta Birahîm bû, hê nehatibû dinyayê.
11 Li gora Qanûna Mûsa, ya ku Îsraêliyara hatibû dayînê, kahîn ji bereka Lêwî dihatine kifşkirinê. Hergê kahînên ji nav bereka Lêwî bikaribûna em bigîhandana bêqisûrtiyê, îda kahînekî mîna Melkîsedek wê mera lazim bûya? Kahînekî mîna Harûn bes nîbû? 12 Lê çimkî kahîntî tê guhastinê, gerekê Qanûn jî bê guhastinê. 13 Çimkî ev meriv derheqa kîjanî tê gilîkirinê, ji bereka din bû. Û ji vê berekê tu kesî ber qurbangehê xizmet nekiriye. 14 Eşkere ye ku Xudanê me ji bereka Cihûda hat. Lê Mûsa negotiye ku ji vê berekê kahîn wê derkevin.
15 Û ev yek diha zelal dibe, gava kahînekî din eyan dibe, yê ku mîna Melkîsedek kahîn e. 16 Ew ne ji bo wê yekê bûye kahîn, ku ji vê berekê bû, kîjan ku li gora Qanûnê dikarin kahîntiyê bikin, lê bi saya qewata ku jîyînê dide wî, ya ku tu kes nikare kuta ke. 17 Çimkî ser wî usa tê gotinê: “Tu kahîn î mîna Melkîsedek û tuyê heta-hetayê kahîn bî”.
18 Awa çimkî temiya berê sist û bêkêr bû, ew hate betalkirinê. 19 Çimkî Qanûnê tu tişt negîhande bêqisûrtiyê, lê Xwedê gumaneke diha baş daye me, ya ku her tiştî digihîne bêqisûrtiyê. Bi saya vê gumanê em nêzîkî Xwedê dibin. 20 Ji bo wê yekê ku Îsa bi sonda Xwedê ça kahîn hate kifşkirinê 21 (erê, meriv hene, yên ku bê sond bûne kahîn, lê Îsa bi saya sonda wî, bû kahîn, yê ku usa gotiye: “Yehowa sond xwar, û ewê fikira xwe neguhêze,* ‘Tu heta-hetayê kahîn î’”), 22 ew xwexa bû îzbatiya vê yekê, ku peymaneke diha baş wê bê sêrî. 23 Xêncî wê yekê, gelek meriv pey hev dibûne kahîn, çimkî mirinê nehîşt ku ewana xizmetiya xwe berdewam kin. 24 Lê Îsa heta-hetayê dijî, lema jî xizmetiya wîye kahîntî xilaz nabe. 25 Û bona vê yekê jî, ew dikare kesên ku bi navê wî Xwedêra dua dikin, xilaz ke, çimkî ew heta-hetayê dijî û dikare bona wan hîvî ji Xwedê bike, wekî ew alî wan bike.
26 Mera lazim e ku kahînê meyî mezin hema yekî usa be. Ew amin e, bêsûc e û bêleke ye, mîna merivên gunekar nîne, û heta ezmana hatiye bilindkirinê. 27 Nelazim e ku ew mîna kahînên mezine din her roj pêşiyê bona gunên xwe û paşê jî bona gunên merivên din qurbana bide, çimkî ewî carekê xwe kire qurban bona hertim. 28 Li gora Qanûnê, meriv ku şaşiyên wan hene, ça kahînên mezin têne kifşkirinê. Lê li gora sonda ku pey Qanûnê hatibû dayînê, Kurê ku heta-hetayê kamil e, hatiye kifşkirinê.