Îbraniyara
10 Qanûn ne ku kerem in, lê siya van kerema ne, yên ku wê bên. Lema Qanûn nikare bi qurbanên ku sal bi sal têne dayînê, kesên ku nêzîkî Xwedê dibin, bêqisûr ke. 2 Hergê van qurbana ew bêqisûr bikirana, gelo wê lazim bûya ku ew timê bihatana dayînê? Çimkî xizmetkarên Xwedê, yên ku carekê hatine paqijkirinê, wê xwe îda ça kesên gunekar hesab nekirana. 3 Lê ev qurban sal bi sal tînin bîra meriva, ku ewana gunekar in. 4 Çimkî xûna ga û xûna nêriya nikare guna bide hildanê.
5 Lema, gava Mesîh hate dinyayê ewî Xwedêra got: “Te qurban û pêşkêş nexwestin, lê te bedenek bona min hazir kir. 6 Tu razî nebûyî ji qurbanên şewitandinê, ne jî ji qurbanên bona gune. 7 Hingê min got: ‘Va ye, ez hatim, ya Xwedê, (çawa ku kitêbêda* derheqa min nivîsar e) wekî qirara te bînim sêrî’”. 8 Ewî pêşiyê got: “Te qurban, pêşkêş, qurbanên şewitandinê û qurbanên bona gune nexwestin û tu ji van razî nebûyî”. (Ev qurban li gora Qanûnê têne dayînê.) 9 Paşê dibêje: “Va ye! Ez hatim qirara te bînim sêrî”. Ew ya pêşin* hildide, wekî ya duda* dayne. 10 Li gora vê “qirarê”, em hatine pîrozkirinê bi saya vê yekê, ku Îsa Mesîh bedena xwe kire qurban carekê bona hertim.
11 Her kahîn roj bi roj li ciyê xwe disekine, wekî xizmetiya pîroz bîne sêrî. Ew gelek cara xût wan qurbana dide, kîjan ku nikarin bi temamî guna bidine hildanê. 12 Lê Mesîh tenê carekê bona guna qurban da, û pey vê yekêra, ew li milê Xwedêyî rastê rûnişt. 13 Hingêda ew hîviyê ye heta hemû dijminên wî bin piyên wîda bêne danînê. 14 Çimkî ewî bi qurbanekê, kesên pîroz ser heta-hetayê bêqisûr kirin. 15 Xêncî wê yekê, ruhê pîroz şedetiyê dide û dibêje: 16 “‘Pey wan rojara, peymana ku ezê tevî wan girêdim, ev e’, Yehowa dibêje. ‘Ezê qanûnên xwe bikime dilê wan û hişê wanda binivîsim’”. 17 Paşê ew dibêje: “Ezê gune û şaşiyên wan îda neynim bîra xwe”. 18 Û gava gune têne baxşandinê, îda nelazim e wekî qurban bona gune bê dayînê.
19 Lema jî birano, em pê xûna Îsa dikarin bê tirs bikevine ciyê pîroz 20 rêke tezera, ya ku berbi jîyînê dibe. Ev riya teze ewî bona me vekir çaxê perdêra derbaz bû, kîjan ku bedena wî ye. 21 Awa çimkî ser mala Xwedêra kahînekî meyî mezin heye, 22 werên em bi dilekî sax û bawerîke qewî nêzîkî Xwedê bin. Dil û îsafa me temiz bûne û bedena me bi ava temiz hatiye şûştinê. 23 Werên em berdewam kin derheqa gumana xwe gilî kin û qayîm bisekinin,* çimkî Xwedayê ku soz daye, amin e. 24 Û werên em haj hev hebin,* wekî hezkirinêda û qencîkirinêda hêlana bidine hev. 25 Werên em civînên xwe bernedin, çawa ku hineka xwera kirine xeyset, lê dilê hev qewî kin. Û çiqas em divînin ku roja Xwedê* nêzîk dibe, werên em van hemû tişta hê zêde bi xîret bikin.
26 Hergê em paşî wê yekê, ku gihîştine zanebûna rast derheqa rastiyê, bi hemdê xwe gune dikin, îda tu qurban bona gunên me tune, 27 lê tenê dimîne ku em bi tirs hîviya dîwanê û xezeba Xwedê bin, ya ku mîna agir dişewitîne û wê dijmina kuta ke. 28 Kesekî ku Qanûna Mûsa pişt guhê xweva davît, bi şedetiya du yan sê kesa bêremtî dihate kuştinê. 29 Îja hûn ça difikirin? Kesê ku Kurê Xwedê pêpes kiriye û xûna peymanê, ya ku ew pê hatiye pîrozkirinê, bêqîmet hesab kiriye, û ruhê Xwedêyê ku kerema mezin dide, bêhurmet kiriye, gelo hêjayî cezakî diha giran nîne? 30 Çimkî em wî Xwedêyî nas dikin, yê ku gotiye: “Heyfhildan ya min e; ezê heyfê hildim”. Û ew usa jî dibêje: “Yehowa wê dîwana cimeta xwe bike”. 31 Tiştekî çiqas tirs e, ku meriv bikeve destê Xwedayê sax!
32 Lê belê, bînin bîra xwe wan rojên berê, paşî wê yekê ku hûn hatine ronayîkirinê, we ber tengasîke mezin û ber gelek cefa teyax kir. 33 Carna hûn ber çevê meriva* dihatine bêhurmetkirinê û tengasî didane we. Carna jî hûn tevî wan meriva bûn, yên ku rastî çetinayên usa dihatin. 34 Hûn dilşewat bûn hindava kesên ku kelêda bûn. Û gava hebûka we ji we dihate standinê, we şabûna xwe unda nedikir, çimkî we zanibû ku hebûka weye diha baş û hertim heye.
35 Lema berdewam kin bi mêrxasî xeber din, û hûnê bi merdanî bêne xelatkirinê. 36 Hûn gerekê teyax kin, wekî qirara Xwedê bînin sêrî û tiştên ku ewî soz dane, bistînin. 37 Çimkî îda “hinek wext maye”, û “yê ku tê, wê bê û wê derengî nekeve”. 38 “Lê xizmetkarê minî rast wê bi saya baweriya xwe bijî”, û “hergê ew xwe paş xe, ezê ji wî razî nîbim”. 39 Em ne ji wan meriva ne, yên ku xwe paş dixin û qir dibin. Lê em ji wan meriva ne, baweriya kîjana heye û usa jîyîna xwe xilaz dikin.