KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 2 Korintî 2
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

2 Korintî Naveroka Kin

      • Pawlos dixwaze Korintiya şa ke (1-4)

      • Gunekarek tê baxşandinê û civatêda tê qebûlkirinê (5-11)

      • Pawlos Troyayêda û Makedonyayêda (12, 13)

      • Xizmetî, meşa serketinê (14-17)

        • Em xebera Xwedê nafiroşin (17)

2 Korintî 2:12

Spartin

  • *

    Raste-rast “derîk ber min vebû”.

2 Korintî 2:14

Spartin

  • *

    Ev tê hesabê cejina serketinê.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
2 Korintî 2:1-17

2 Korintî

2 Min safî kir ku gava ez dîsa bêm, we dilteng nekim. 2 Çimkî hergê ez we dilteng kim, kê wê dilê min şa ke, ewên ku min ew dilteng kirin? 3 Lema jî min wera nivîsî, ku çaxê ez bêm, bona we dilteng nebim, lê şa bim. Çimkî ez bawer im, wekî çi ku dilê min şa dike, dilê we jî şa dike. 4 Min bi keser, bi êşa dil û hêsira wera nivîsî, ne ku wekî we dilteng kim, lê wekî hûn bizanibin ku ez we gelek hez dikim.

5 Hergê kesek bûye sebebê xemgîniyê, ewî ne ku dilê min, lê alîkîva dilê we hemûya êşand. Lê ez naxwazim bi giliyên xwe sert bême kifşê. 6 Ew ceza besî wî merivî ye, ku ewî ji we geleka stand. 7 Niha gerekê hûn bi dil û can bibaxşînine wî û ber dilê wîda bên, wekî ew nav xemgîniya xweda nexeniqe. 8 Lema jî ez hîvî ji we dikim, wî bidine bawerkirinê wekî hûn wî hez dikin. 9 Hema bona wê yekê jî min wera nivîsiye, wekî ez bivînim hela hûn her tiştîda guhdar in yan na. 10 Hergê hûn dibaxşînine kesekî, ez jî dibaxşînim. Bi rastî her tiştê ku min baxşandiye (hergê tiştekî baxşandinê hebûye), Mesîh şede ye ku min ev yek bona xatirê we kiriye, 11 wekî em aliyê Şeytanda neyêne xapandinê, çimkî em nêtên wî zanin.

12 Gava ez bona belakirina mizgîniya derheqa Mesîh gihîştime Troyayê û mecal kete destê min,* wekî şixulê Xudanda kar bikim, 13 dilê min ne rihet bû, çimkî min birê xwe Tîto nedît. Lema min xatirê xwe ji wana xwest û ez çûme Makedonyayê.

14 Şikir Xwedêra, yê ku hertim meşa serketinêda* tevî Mesîh yektiyêda me pey xwe dibe, û ew bi me bîna xweş ya zanebûna derheqa xwe bela dike. 15 Çimkî em bona Xwedê bîna Mesîhe xweş in, him nav kesên ku xilaz dibin, him jî nav kesên ku qir dibin. 16 Ev bona kesên ku wê qir bin bîna mirinê ye, lê bona kesên ku wê xilaz bin, bîna jîyînê ye. Lê kî layîq e evê xizmetiyê bîne sêrî? 17 Em, çimkî mîna geleka em xebera Xwedê nafiroşin. Lê em çawa aliyê Xwedêda şandî, yektiya Mesîhda, ber Xwedê bi helalî xeber didin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin