KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Tîmotêyo 6
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Tîmotêyo Naveroka Kin

      • Xulam gerekê qedirê axayên xwe bigirin (1, 2)

      • Dersdarên qelp û perehezî (3-10)

      • Rêberiya bona xizmetkarê Xwedê (11-16)

      • Pê kirên qenc dewlemend bin (17-19)

      • Tiştên ku tesmîlî te kirine, biparêze (20, 21)

1 Tîmotêyo 6:3

Spartin

  • *

    Yan “saxlem; kêrhatî”.

1 Tîmotêyo 6:4

Spartin

  • *

    Yan “hevrikî”.

1 Tîmotêyo 6:8

Spartin

  • *

    Yan dibeke “cî-sitara me heye”.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 40

1 Tîmotêyo 6:11

Spartin

  • *

    Raste-rast “merivê Xwedê”.

1 Tîmotêyo 6:19

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Çi Hîn Dike”, rûp. 192-193

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Tîmotêyo 6:1-21

1 Tîmotêyo

6 Bira xulam bi dil û can qedirê axayên xwe bigirin, ku tu kes bi xirabî derheqa navê Xwedê û hînkirina wî xeber nede. 2 Xêncî wê yekê, bira xulam axayên xweye bawermend bêhurmet nekin, çimkî ewana birên hev in. Lema bira xulam hê zêde bi xîret axayên xwera xizmet bikin, çimkî yên ku ji xizmetiya wan karê distînin, kesên bawermend û birên wane delal in.

Berdewam ke li gora van tişta hîn ke û wan şîreta bide. 3 Hergê kesek tiştekî din hîn dike û hînkirina rast* ya Xudanê me Îsa Mesîh, qebûl nake, yan jî hînkirinên ku nîşan dikin, wekî em gerekê Xwedêra xizmet kin, 4 ew qure ye û tu tiştî fem nake. Ew nexwaşê şer-dewa ye û ji bo xebera şera pêşda tîne. Ev tişt dibine sebeb ku çevnebarî, şer,* buxdan, şikên xirab 5 û şer-dewên bona tiştên biçûk pêşda tên. Tiştên usa ji wan meriva pêşda tên, hişê kîjana xirab bûye û ji rastiyê dûr ketine, û yên ku difikirin wekî dikarin ji xizmetiya Xwedêra tiştekî qazanc kin. 6 Hemikî emê gelek kerema bistînin, hergê bi aminî Xwedêra xizmet kin û razî bin bi tiştên ku destê meda hene. 7 Me tiştek neaniye vê dinyayê û em ne jî dikarin tiştekî ji vê dinyayê xwera bivin. 8 Lema hergê xwarin û kincên me hene,* em bi wan razî bin.

9 Lê kesên ku dixwazin dewletî bin, têne cêribandinê û dikevine telikê. Ewana dikevin ber bayê xwestinên axmax û ziyankar, kîjan ku meriva dibine berbi qirbûnê û wêranbûnê. 10 Çimkî perehezî koka her cûre xirabiyê ye. Hine meriv ji bo pereheziyê ji rastiyê dûr ketine û gelek bela anîne serê xwe.

11 Lê tu, xizmetkarê Xwedê,* ji van tişta bireve û pey rastiyê, xizmetiya amin, baweriyê, hezkirinê, sebirê û milûktiyê here. 12 Bona baweriyê rind şer bike û xwe qewî li gumana jîyîna heta-hetayê bigire, çimkî tu bona vê gumanê hatî gazîkirinê, û te ber gelek şeda derheqa vê gumanê eşkere xeber daye.

13 Ber Xwedayê ku jîyînê dide her tiştî û ber Mesîh Îsa, yê ku ber Pontiyo Pîlato şedetîke qenc da, ez temiyê didime te: 14 Tu vê rêberiyê bi cûrê bêqisûr bîne sêrî, ku tu kes nikaribe te neheq derxe, heta Xudanê me Îsa Mesîh, 15 yê ku bextewar e û Xweyîhukumê mezin e, wextê xweda xuya be. Ew Padşê padşaya ye û Xudanê xudana ye. 16 Tenê ew e nemirî, yê ku ronayîke usada ye, ku tu kes nikare nêzîk be. Û tu merivî ew nedîtiye û nikare wî bivîne. Bira hurmet û qewata heta-hetayê wîra be. Amîn.

17 Temiyê bide kesên ku vê dinyayêda dewletî ne, wekî ewana babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûkê, ku îro heye, sibê tune ye. Lê bira ewana gumana xwe bidine ser Xwedê, yê ku bi merdanî hemû tiştî dide me, wekî em lezetê bistînin. 18 Wana hêlan ke, wekî qenciyê bikin, bi kirên qenc dewletî bin, merd bin û parevekirinêra jî hazir bin. 19 Bi vê yekê ewana wê xwera xiznê top kin, dêmek bona axiriyê hîmê baş daynin. Û usa wê bikaribin xwe qewî li jîyîna rast bigirin.

20 Tîmotêyoyê minî delal, çi ku tera hatiye tesmîlkirinê, xwey ke. Xwe dûr bigire ji xeberdanên pûç, yên ku Xwedê bêhurmet dikin û ji derewên miqabilî rastiyê, kîjanara “zanebûn” tê gotinê. 21 Hine kesên ku ketine pey zanebûna usa, terka baweriya xwe dane.

Bira kerema Xwedêye mezin tevî we be!

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin