Nema Aqûb
2 Birano, qe ew rast e ku hûn Xudanê me Îsa Mesîh bawer dikin, him jî firqiyê dikine nava meriva? 2 Hergê du meriv têne civata we, yek bi gustîlkên zêr û bi kincên biha, lê yê din belengaz û bi kincên qirêj, 3 gelo hûnê qedirê yê bi kincên biha bigirin û bêjinê: “Kerem ke, li vî ciyê baş rûnê!”, lê yê belengazra bêjin: “Tu bisekine!”, yan “Ber nigên min rûnê”? 4 Hergê hûn usa bikin, ne dertê hûn firqiyê dikine nav meriva? Ne hûn dibine hakimên ku safîkirinên xirab dikin?
5 Bibihên birên minî delal: Ne Xwedê kesên ku ber çevê dinyayê belengaz in, bijartiye, wekî ewana baweriyêda dewlemend bin? Erê, ewî ewana bijartin, ku bibine warên Padşatiya wî, çi ku ewî soz daye wan meriva, yên ku wî hez dikin. 6 Lê hûn kesên belengaz bêhurmet dikin. Ne yên dewlemend zorê li we dikin û we dibine ber dîwana? 7 Xwedê navekî rûmet daye we. Îja yên ku kifiriya wî navî dikin, ne ewana ne? 8 Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî”. Hergê hûn li gora vê qanûna padşatiyê dikin, hûn qenc dikin. 9 Lê hergê hûn firqiyê dikine nava meriva, hingê hûn gune dikin, û li gora qanûnê dibine mîna kesên ku qanûnê diteribînin.
10 Çimkî hergê kesek temamiya Qanûnê xwey dike, lê temîkê nayne sêrî, ew temamiya Qanûnê diteribîne. 11 Xwedê dibêje: “Qaviyê neke”, ew usa jî dibêje: “Nekuje”. Hergê tu qaviyê nekî, lê bikujî, tu qanûnê diteribînî. 12 Her gav xeberdan û rabûn-rûniştina xweda mîna wan meriva bin, yên ku wê bêne dîwankirinê bi qanûna ku azayê dide. 13 Çimkî kî ku remtiyê nade kifşê, wê bêremtî bê dîwankirinê. Remtî himberî dîwanê ser dikeve.
14 Birano, hergê kesek dibêje ku ew Xwedê bawer dike, lê pê kirên xwe nade kifşê, kara vê yekê çi ye? Qe baweriya usa dikare wî xilaz ke? 15 Hergê xûşk yan bira bê kinc* bin, yan hewcê nanê rojê bin, 16 lê yek ji we wanra bêje: “Bi xêr û silamet herin, xwe germ kin û xwe têr kin”, lê tiştên ku ewana hewce ne nede wan, kara vê yekê çi ye? 17 Bawerî jî usa ye, hergê kirên wê tune bin, ew mirî ye.
18 Lê dîsa jî kesek wê bêje: “Cem te bawerî heye, lê cem min, kirên min hene. De tu baweriya xwe bê kira nîşanî min bike, lê ezê baweriya xwe pê kira nîşanî te bikim”. 19 Tu bawer dikî ku Xwedê yek e, usa nîne? Gelek baş e. Cin jî vê yekê bawer dikin û ji tirsa dilerizin. 20 Hey bêhişo! Tu nizanî ku bawerî bê kira bêkêr e? 21 Ne bavê me Birahîm pê kirên xwe yekî rast hate hesabê, gava kurê xwe Îshaq danî ser qurbangehê wekî bike qurban? 22 Tu divînî ku baweriya wî pê kirên wî eşkere bû, û pê kirên wî baweriya wî kamil bû. 23 Bi vî cûreyî, ev gotinên Nivîsarên Pîroz hatine sêrî: “Birahîm baweriya xwe Yehowa anî, û yekî rast hate hesabê”, û jêra dostê Yehowa hate gotinê.
24 Hûn divînin ku meriv pê kirên xwe yekî rast tê hesabê, ne ku tenê pê baweriya xwe. 25 Ne hema wî cûreyî Rexaba qav jî pê kirên xwe yeke rast hate hesabê, gava cesûs mala xweda qebûl kirin û paşê rêke dinra şandin? 26 Erê, çawa beden bê ruh mirî ye, usa jî bawerî bê kira mirî ye.