Îbraniyara
5 Her kahînekî mezin ji nav meriva tê bijartinê bona xizmetiya Xwedê û bona kara meriva, wekî ew seva gunên wan pêşkêş û qurbana bide. 2 Ew dikare hindava kesên ku bi nezaniyê gune dikin, dilşewat be,* çimkî ew xwexa jî sist e. 3 Seva vê yekê, ew gerekê bona gunên xwe jî qurbana bike, çawa ku bona gunên meriva qurbana dike.
4 Meriv nikare xwexa xwe ça kahînê mezin bijbêre. Tenê Xwedê dikare wî bijbêre, çawa Harûn bijartibû. 5 Mesîh jî xwe ça kahînê mezin nebijart. Ewî xwe rûmet nekir, lê Xwedê ew rûmet kir û wîra got: “Tu kurê min î; îro ez bûme bavê te”. 6 Cîkî dinda jî ewî aha gotiye: “Tu kahîn î mîna Melkîsedek* û tuyê heta-hetayê kahîn bî”.
7 Gava Mesîh ser erdê bû, ewî bi lavaya, bi hewar-gazî û bi hêsira, dua-dirozge gîhande wî, yê ku dikaribû wî ji mirinê xilaz ke. Û duayên wî hatine bihîstinê, çimkî ew Xwedê ditirsiya. 8 Rast e ew kurê wî bû, lê dîsa jî pê cefê ku ewî kişand, hîn bû guhdar be. 9 Û paşî wê yekê ku ew guhdarîkirinêda gihîşte kamiliyê, hemû merivên ku guhdariya wî dikin, dikarin bi saya wî xilazbûna heta-hetayê bistînin. 10 Çimkî Xwedê ew ça kahînê mezin kifş kiriye, mîna Melkîsedek.
11 Gelek tişt hene ku em derheqa wî wera bêjin, lê çetin e şirovekin, çimkî hûn guhada giran bûne. 12 Û rast e hûn gerekê îda bibûna dersdar, lê hewcedariya we heye ku kesek tiştên sereke, yên ku hûn ji xebera Xwedê hîn bûne, dîsa sêrîda we hîn ke. Hûn hela hê hewcê şîr in, ne ku xwarina giran. 13 Kesê ku berdewam dike xwe pê şîr têr ke, xebera Xwedêye rast nas nake, çimkî ew zar e. 14 Lê xwarina giran bona merivên gihîştî ye. Ewana hîn bûne bifikirin û têderxin çi qenc e û çi xirab e.