Karên Şandiya
3 Rojekê, Petrûs û Yûhenna paşî nîvro nêzîkî siheta sisiya* wextê dua hilkişiyane paristgehê. 2 Hingê merivekî ku ji bûyîna xweda nigada seqet bû, anîne wêderê. Wana her roj ew nêzîkî derê paristgehê dihîştin (ser wî derî digotin “Derê Bedew”), wekî ew ji xelqê ku diketine paristgehê, pera bixwaze. 3 Gava ewî dît ku Petrûs û Yûhenna dikevine paristgehê, destpêkir hîvî ke ku pera bidinê. 4 Lê Petrûs û Yûhenna dîna xwe dane wî, û Petrûs got: “Me binihêre”. 5 Ewî jî wana nihêrî, hîviyê bû ku ewana wê tiştekî bidine wî, û çevê wî li wan bû. 6 Lê Petrûs got: “Zêr û zîvê min tune, lê çi bal min heye ezê evê bidime te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretî, rabe û bigere!” 7 Petrûs destê wîyî rastê girt û ew rakir. Derbêra nigên wî şidiyan, 8 ewî banzda û destpêkir rê here. Ew tevî wan çû paristgehê, rêva ewî banzdida û pesinê Xwedê dida. 9 Û hemûşka dît ku ew rê diçe û pesinê Xwedê dide. 10 Wana ew nas kir, ku ev hema ew meriv e, kîjan ber Derê Bedew yê paristgehê rûniştî bû û ji meriva pere dixwest. Ewana şaş û ecêbmayî man ser vê yekê ku ew dikare rê here.
11 Heta ewî merivî hê xwe li Petrûs û Yûhenna digirt, gişk şaşmayî revîn bal wan, berbi ciyê ku jêra Sivdera* Silêman dihate gotinê. 12 Gava Petrûs ev yek dît, ewî cimetêra got: “Gelî Îsraêliya, hûn çira ser vê yekê ecêbmayî dimînin? Hûn çira usa me dinihêrin, qey tê bêjî me pê qewata xwe yan pê aminiya xweye hindava Xwedê usa kir, wekî ew rê here? 13 Xwedayê Birahîm, Îshaq û Aqûb, Xwedayê kal-bavên me, Xizmetkarê xwe Îsa rûmet kir, yê ku we da destê meriva û ber Pîlato înkar kir, çaxê Pîlato safî kiribû wî aza ke. 14 Belê, we yê pîroz û rast înkar kir, û we xwest ku mêrkujek bê berdanê, 15 lê we Serokê jîyînê kuşt. Lê Xwedê ew ji mirinê rakir, û em şedên vê yekê ne. 16 Pê navê Îsa û bi saya baweriya meye hindava navê wî, nigên wî merivî şidiyan, kîjanî ku hûn niha divînin û nas dikin. Hema pê wê baweriya hindava Îsa, ew meriv ber çevê we hemûya qenc bû. 17 Birano, ez zanim ku we jî mîna serwêrên xwe bi nezaniya xwe ev yek kir. 18 Bi vî cûreyî, Xwedê ev tiştên ku pêşda bi devê hemû pêxembera gotibûn, anî sêrî, ku Mesîhê wî wê cefê bikişîne.
19 Lema tobe bikin û vegerin,* wekî gunên we bêne paqijkirinê, û hûnê ji aliyê Yehowada dilrihetiyê bistînin. 20 Û ew wê Mesîhê ku ewî bona we bijartiye, dêmek Îsa, bişîne. 21 Ew gerekê li ezmên bimîne, heta ku hemû tişt dîsa usa bibin çawa destpêkêda bû, çawa ku Xwedê bi devê pêxemberên xweye pîroz, yên ku berê dijîtin, gotibû. 22 Mûsa usa gotiye: ‘Xwedayê we Yehowa wê ji nava birên we pêxemberekî mîna min bide we. Hûn gerekê guh bidine her tiştê ku ewê wera bêje. 23 Her kesê ku guh nede wî Pêxemberî, wê bê kuştinê. 24 Û hemû pêxembera jî, ji Samûyêl girtî heta yên ku paşî wî hatin, eşkere derheqa van roja elam dikirin. 25 Hûn in kurên pêxembera û vê peymana ku Xwedê tevî kal-bavê we girêdabû. Xwedê Birahîmra got: ‘Bi saya zureta te, hemû miletên ser rûyê erdê wê bêne keremkirinê’. 26 Çaxê Xwedê Xizmetkarê xwe bijart, ewî ew pêşiyê şande bal we ku we kerem ke û alî we her kesî bike, wekî hûn terka kirên xweye xirab bidin”.