Romayara
15 Em ku baweriyêda qewî ne, gerekê kêmasiyên kesên sist hildin hesab û tenê kara xwe negerin. 2 Her yek ji me gerekê xîret ke ku bikeve heyra kesê din û tiştê ku bona wî qenc e, bike, wekî wî bişidîne. 3 Çimkî Mesîh jî kara xwe nedigeriya. Çawa Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Bêhurmetkirina kesên ku te bêhurmet dikin, hate ser min”. 4 Çimkî her tiştên ku Nivîsarên Pîrozda pêşda hatine nivîsarê, bona hînkirina me hatine nivîsarê, wekî pê sebirê û dilbîniya ku Nivîsarên Pîroz didine me, gumana me hebe. 5 Bira Xwedayê ku sebir û dilbîniyê dide we, alî we bike ku nihêrandina we jî mîna nihêrandina Mesîh Îsa be. 6 Bi vî cûreyî, hûnê yektiyêda rûmetê bidine Xwedê, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh.
7 Çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, gerekê hûn jî hevdu qebûl kin. Ev yek rûmetê dide Xwedê. 8 Ez wera dibêjim: Mesîh bû xizmetkarê Cihûya,* wekî nîşan ke ku Xwedê rast e û îzbat ke, wekî sozên ku Xwedê dane kal-bavên me, bi îtbar in, 9 û wekî miletên din bona rema wî rûmetê bidine Xwedê. Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Lema ezê nav miletada şikiriyê bidime te û bi kilama pesinê navê te bidim”. 10 Û usa jî tê gotinê: “Miletno, cimeta wîra şa bin”. 11 Usa jî tê gotinê: “Hûn, hemû miletno, pesinê Yehowa bidin, bira hemû cimet pesinê wî bidin”. 12 Usa jî Îşaya dibêje: “Koka Yêşa wê derkeve, ewê rabe ku ser miletara serwêrtiyê bike. Û milet wê gumana xwe bidine ser wî”. 13 Bira Xwedayê ku gumanê dide, we bi şabûn û edilayê tije ke bona vê yekê ku hûn îtbariya xwe wî tînin. Belê, bira pê qewata ruhê pîroz gumana we diha qewî be.
14 Birano, ez bawer im ku hûn bi qenciyê tije ne û zanebûna we heye, û hûn dikarin hevdu şîret kin.* 15 Min derheqa hine tişta eşkere wera nivîsî, wekî ez van tişta dîsa bînime bîra we, çimkî Xwedê qenciya mezin bona min kiriye, 16 wekî ez bibime xizmetkarê Mesîh Îsa, ku miletara mizgîniyê bela kim. Ez vî şixulê pîrozda gelek xîret im, wekî ev milet bibine qurbaneke ku li Xwedê xweş tê, ya ku bona wî bi ruhê pîroz hatiye pîrozkirinê.
17 Ez şa me ku şagirtê Mesîh Îsa me û şixulê Xwedê dikim. 18 Ezê derheqa tiştên ku min kirine, xeber nedim. Lê ezê tenê derheqa tiştên ku Mesîh pê min kiriye û gotiye, xeber dim, wekî alî miletên din bikim, ku ewana guhdariya wî bikin. 19 Wana ji bo nîşan û keremetên ku bi ruhê Xwedê hatine kirinê, guhdarî kirin. Bi vî cûreyî, ji Orşelîmê girtî heta Îlîrkûmê, min bi temamî mizgîniya derheqa Mesîh bela kir. 20 Min xwera nêt danî, ku ez mizgîniyê li ciyên ku navê Mesîh hatiye bihîstinê, bela nekim, çimkî min nedixwest şixulê ku merivekî din destpêkiriye, berdewam kim.* 21 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Kîjanara bona wî nehatiye gotinê, wê bivînin û kîjana nebihîstiye, wê fem bikin”.
22 Ji bo vê yekê, riya min gelek car dihate girtinê ku ez bême bal we. 23 Lê niha min xizmetiya xwe van herêmada xilaz kiriye, û îda gelek* sal e ku ez dixwazim teseliya we bikim. 24 Lema ez guman im ku gava herim Îspanyayê, ezê we bivînim, emê hinek wext tevayî derbaz kin, û paşê hûnê min verêkin. 25 Lê niha ez rê dikevim ku herim Orşelîmê, wekî alîkariyê bidime bira.* 26 Birên Makedonyayêda û Axayayêda şa bûn, wekî alîkariyê* bidine birên Orşelîmêda, yên ku kesîb in. 27 Belê, wana ev yek bi dil û can kir. Bi rastî, ewana deyndarên wan bûn, çimkî birên Orşelîmêda tevî wan bira tiştên ruhanî parevekiribûn. Lema ew bira jî gerekê aliyê hebûkêda komekê bidine birên Orşelîmêda. 28 Gava ez van qurbankirina bigihînime wan, ezê herim Îspanyayê û rêda ezê serîkî we xim. 29 Ez zanim ku gava ez bigihîjime we, ezê têr-tije keremên Mesîh wera bînim.
30 Birano, bi saya baweriya we hindava Xudanê me Îsa Mesîh û hezkirina ku ruhê pîroz dide, ez hîvî ji we dikim ku hûn tevî min ji dil bona min Xwedêra dua bikin. 31 Dua bikin ku ez ji destê nebawermendên ku Cihûstanêda nin, xilaz bim, û wekî birên li Orşelîmê ev qurbankirinên ku ez tînim bi şabûn qebûl kin. 32 Hingê, hergê xwestina Xwedê be, ezê bi şabûn bême cem we û emê hevdu qewî kin. 33 Bira Xwedayê ku edilayê dide, tevî we hemûya be. Amîn.