Li gora Yûhenna
17 Paşî van giliya, Îsa çevên xwe berbi ezmên hilbirî û got: “Bavo, sihet hatiye. Kurê xwe rûmet ke, wekî kurê te jî te rûmet ke. 2 Te hukumê ser hemû merivara daye wî, wekî jîyîna heta-hetayê bide hemû kesên ku te dane wî. 3 Seva ku jîyîna heta-hetayê bistînin, ewana gerekê te, Xwedayê tek û rast nas kin,* û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye. 4 Min ev şixulê ku te daye min anî sêrî û bi vê yekê min tu ser rûyê erdê rûmet kirî. 5 Û niha Bavo, aliyê xweda min rûmet ke bi wê rûmetê, kîjan ku pêşiya efirandina dinyayê cem min hebû, gava ez kêleka te bûm.
6 Min navê te wan merivara eyan kiriye, yên ku te ji dinyayê dane min. Ewana yên te bûn, û te ew dane min, û wana xwe li xebera te girtiye.* 7 Niha ewana zanin, wekî hemû tiştên ku te dane min, ji te ne, 8 çimkî gotinên ku te dane min, min dane wan û wana jî ew qebûl kirine. Ewana zanin ku ez ji te me, û bawer kirine ku te ez şandime. 9 Ez seva wan reca dikim. Ez ne ku seva dinyayê reca dikim, lê seva wan reca dikim, yên ku te dane min, çimkî ewana yên te ne. 10 Her tiştên min yên te ne û her tiştên te yên min in, û ez nav wanda hatime rûmetkirinê.
11 Ez îda li dinyayê nînim, lê ewana li dinyayê ne, û ez tême cem te. Bavê Pîroz, ji bo xatirê navê xwe, ku te daye ser min, wan bibe xweyî, wekî ewana bibine yek, çawa ku em yek in.* 12 Gava ez tevî wan bûm, min ewana xwey dikirin bona xatirê navê te, ku te da ser min. Min ewana parastin, û tu kes ji wan qir nebûye, xêncî wî, yê ku wê bê qirkirinê,* seva ku Nivîsarên Pîroz bêne sêrî. 13 Lê niha ez tême cem te, û heta ku ez li dinyayê me, ez wan tişta dibêjim, wekî şabûna wan mîna şabûna min be û ewana bi vê şabûnê tije bin. 14 Min xebera te daye wan, lê dinyayê ewana nefret kirine, çimkî ewana para vê dinyayê nînin, çawa ku ez para vê dinyayê nînim.
15 Ez reca nakim wekî tu wana ji dinyayê hildî, lê ez reca dikim wekî tu wana ji Mîrê-cina* xwey kî. 16 Ewana para vê dinyayê nînin, çawa ku ez para vê dinyayê nînim. 17 Wana pê rastiyê pîroz ke.* Xebera te rastî ye. 18 Çawa ku te ez şandime dinyayê, min jî ewana şandine dinyayê. 19 Ez bona wan pîroz dimînim, seva ku ewana jî bi saya rastiyê pîroz bin.
20 Ez ne ku tenê bona wan reca dikim, lê usa jî bona wan hemûya, yên ku bi saya giliyên wan baweriya xwe min tînin. 21 Bavo, çawa ku tu tevî min yektiyêda nî, û ez tevî te yektiyêda me, bira ewana hemû jî bibine yek û tevî me yektiyêda bin, seva ku dinya bawer ke, ku te ez şandime. 22 Min rûmeta ku te daye min, daye wan, wekî ewana bibine yek, çawa ku em jî yek in. 23 Ez tevî wan yektiyêda me, û tu tevî min yektiyêda nî, wekî ewana bi temamî yektiyêda bin. Bi vê yekê dinya wê bizanibe ku te ez şandime, û te ewana usa hez kirin, çawa te ez hez kirim. 24 Bavo, ez dixwazim wekî yên ku te dane min, tevî min wêderê bin, kîderê ez im, seva ku ewana rûmeta min, ya ku te daye min, bivînin, çimkî te pêşiya destpêka dinyayê ez hez kirim. 25 Bavê heq, bi rastî dinyayê tu nas nekirî, lê ez te nas dikim, û ewana zanin ku te ez şandime. 26 Min navê te wanra eyan kir û ezê dîsa jî eyan kim, wekî ewana jî meriva usa hez bikin, çawa ku te ez hez kirime, û wekî ez tevî wan yektiyêda bim”.