Îbraniyara
12 Îja hergê ewrê şedaye usa mezin der-dorê me heye, werên em hemû barê giran ji xwe bavêjin, usa jî gune ku hêsa dikare riya me bigire, û werên bi sebir lecmeydanêda, ya ku pêşiya me ye, birevin. 2 Û were em dîna xwe bidine Îsayê ku Serokê me ye û baweriya me kamil dike. Ewî bona şabûna ku hîviya wî bû, ber stûna cefê sebir kir, û şerm ber tiştekî hesab nekir. Û niha ew aliyê Xwedêyî rastê rûniştiye. 3 Belê, seva ku hûn qidûm nekevin û sist nebin, bifikirin derheqa wî, yê ku ber giliyên gunekaraye bêhurmetî teyax kir. Wan kesên gunekar bi vê yekê xwexa zirar didane xwe.
4 Hûn şerê xweyî miqabilî guneda hê negihîştine vê yekê, ku xûna we bê rêtinê. 5 Usa jî we bîr kiriye şîreta ku Xwedê wera ça kurên xwera daye: “Kurê min, şîreta Yehowa pişt guhê xweva nevêje, û gava ew te rast dike, sist nebe. 6 Çimkî Yehowa kê hez dike, wana şîret dike, û kê çawa kurê xwe qebûl dike, wana ceza dike”.*
7 Hûn gerekê ber tengasiya teyax kin, çimkî ev pareke şîretkirina* we ye. Xwedê hindava weda usa ne, çawa hindava kurên xweda. Gelo kîjan kur aliyê bavê xweda nayê şîretkirinê? 8 Lê hergê Xwedê we şîret neke, wekî usa ne, hûn zarên helal nînin, lê kurên bêqanûnî ne. 9 Bavên me em şîret dikirin, û me jî qedirê wan digirt. Îja gelo nelazim e ku em hê zêde bi hazirbûn guh bidine Bavê xweyî ezmanî, yê ku bi ruhê pîroz rêberiyê me dike wekî em bijîn? 10 Bavên me wedekî kin em şîret kirine, û usa çawa ku wana rast hesab dikir. Lê Bavê meyî ezmanî bona kara me, me şîret dike, wekî em mîna wî pîroz bin. 11 Rast e gava em têne şîretkirinê, pêşiyê ev yek me xweş nayê û dilê me dêşîne, lê paşê, hergê em şîretê qebûl dikin, ev yek berê edilayê û rastiyê pêşda tîne.
12 Lema jî destên westiyayî û çokên sist qewî kin, 13 û berdewam kin riya rastda herin, wekî nigê ku dikule, ji movikê cî derneyê, lê qenc be. 14 Xîret kin ku tevî hemû meriva edilayêda bin û bi jîyîneke pîroz bijîn,* çimkî bêyî pîroziyê em nikarin Xudan bivînin. 15 Haj xwe hebin, nebe ku yek ji we kerema Xwedêye mezin unda ke, û koka jerdadayî nav weda şîn be, kîjan ku wê zirarê bide û geleka heram ke. 16 Haj xwe hebin ku nav weda yekî usa tune be ku zinêkariyê dike* yan jî tiştên pîroz qîmet nake mîna Esaw, yê ku bona xwarinekê nixurtiya xwe firot. 17 Hûn zanin, paşê, gava ewî dixwest keremê bistîne, ew hate înkarkirinê. Rast e ewî bi hêsira lavaya bavê xwe dikir, wekî ew safîkirina xwe biguhêze, lê ev yek badîhewa bû.
18 Çimkî hûn nêzîkî wî çiyayî nebûne, kîjan ku meriv dikare destê xwe bidê, û yê ku bi êgir dişewite, ne jî nêzîkî ewrên terî, ne jî nêzîkî terîstaniyê û ne jî nêzîkî bayê mezin bûn, 19 ne jî hûn nêzîkî dengê boriyê bûn û ne jî dengê ku xeber dide. Gava cimetê ev deng bihîst, lava kir ku zêde tiştekî din wanra neyê gotinê, 20 çimkî ewana ji vê temiyê tirsiyan: “Hergê heywanek jî gavekê bavêje ser vî çiyayî, gerekê wî bidine ber kevira”. 21 Xuyabûna wan tişta usa tirs bû, ku Mûsa got: “Ez ditirsim û dilerizim”. 22 Lê hûn nêzîkî Çiyayê Siyonê û bajarê Xwedayê sax bûne, dêmek Orşelîma ezmanî. Hûn usa jî nêzîkî bi deha hezara melekên 23 civiyayî bûne û nêzîkî civata nixuriya, navê kîjana li ezmana hatiye nivîsarê. Û hûn nêzîkî wî Xwedêyî bûne, kîjan ku Hakimê her tiştî ye, û nêzîkî jîyîna ruhaniye kesên rast bûne, yên ku gihîştine kamiliyê. 24 Usa jî hûn nêzîkî Îsa, orteçiyê peymana nû û xûna wîye reşandî, bûne. Ev xûn ji xûna Habîl çêtir xeber dide.
25 Haj xwe hebin ku hûn înkar nekin bibihên wî kesî, yê ku wera xeber dide. Wedê berê, merivên ser erdê guh nedane tiştên ku Xwedê elam kirin,* û hatine cezakirinê. Îja hergê em guh nedine dengê yê ku ji ezmana xeber dide, emê hê zêde bêne cezakirinê. 26 Hingê dengê wî erd hejand, lê niha ewî soz daye: “Ezê careke din jî bihejînim, ne ku tenê erdê, lê ezmana jî”. 27 Ev gilî “careke din jî” nîşan dike, wekî Xwedê wê kokêva rake tiştên ku têne hejandinê, dêmek tiştên ku ewî çênekirine, wekî tiştên ku nayêne hejandinê, bimînin. 28 Lema jî, çimkî em zanin, wekî emê Padşatîke ku nikare bê hejandinê, bistînin, werên berdewam kin kerema Xwedêye mezin bistînin, bi saya kîjanî em dikarin li gora dilê Xwedê bi tirs û xof xizmetiya pîroz bînin sêrî. 29 Çimkî Xwedayê me mîna agir e, yê ku her tiştî kuta dike.