2 Têsalonîkî
1 Ez Pawlos, Sîlvanûs* û Tîmotêyo, vê nemê civata Têsalonîkiyara dinivîsin, kîjan ku tevî Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh yektiyêda ye:
2 Bira kerema mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ser we be!
3 Birano, em her gav bona we şikiriyê didine Xwedê. Û hûn hêja ne, çimkî baweriya we roj bi roj qewî dibe û hezkirina we hindava hevda diha zêde dibe. 4 Lema em wera firnaq dibin û nav civatên Xwedêda derheqa we gilî dikin. Em gilî dikin, ku hûn çawa ber hemû zêrandin û çetinaya teyax dikin û baweriya xwe didine kifşê. 5 Ev yek îzbat dike ku dîwana Xwedê heq e, û hûnê ça kesên hêja bêne hesabê, wekî bikevine Padşatiya Xwedê, seva çi jî hûn diçerçirin.
6 Ji bo vê yekê ku Xwedê heq e, ewê merivên ku tengasiyê didine we, ceza ke. 7 Lê hûnê, yên ku tengasiya dikişînin, tevî me wedê hatina* Xudan Îsa, ji van tengasiya xilaz bin. Ewê ji ezmana tevî melekên xweyî qewî, 8 û bi agirekî gur bê. Hingê ewê heyfê ji wan hilde, yên ku Xwedê nas nakin û gura mizgîniya derheqa Xudanê me Îsa nakin. 9 Ewana wê bêne dîwankirinê û cezaya wan wê ew be, ku ser heta-hetayê bêne qirkirinê. Ewana wê ber çevê Xudan unda bin û qewata wîye mezin nevînin. 10 Hingê gava Xudan bê, wekî tevî pîrozên xwe bê rûmetkirinê, hemû kesên ku wî bawer dikin, wê ji wî heyr-hujmekar bin. Û çimkî we baweriya xwe tiştên ku me wera gotibûn, aniye, hûnê jî nav van merivada bin.
11 Lema em timê bona we dua dikin û reca dikin, ku Xwedê we hêjayî jîyînê hesab ke. Xwedê bona vê jîyînê gazî we kiriye. Bira ew bi qewata xwe hemû kirên qenc li gora xwestina xwe bîne sêrî û alî we bike, wekî hûn bi kirên xwe, yên ku hûn bi baweriyê dikin, serkevin. 12 Hingê wê navê Xudan Îsa Mesîh bi we bê rûmetkirinê û hûnê jî ku tevî wî yektiyêda nin, bêne rûmetkirinê bi saya kerema mezin ya Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh.