KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Korintî 3
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Korintî Naveroka Kin

      • Xûşk-birên Korintî hê ça merivên vê dinyayê xwe didine kifşê (1-4)

      • Xwedê “mezin dike” (5-9)

        • “Em hevalkarên Xwedê ne” (9)

      • Bi tiştên ku nayêne şewitandinê ava kin (10-15)

      • Hûn paristgeha Xwedê ne (16, 17)

      • Bîlaniya vê dinyayê ber çevê Xwedê bêaqilayî ye (18-23)

1 Korintî 3:12

Spartin

  • *

    Dêmek qesel.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Malbeta Bextewar”, rûp. 55

1 Korintî 3:22

Spartin

  • *

    Jêra Petrûs jî dihate gotinê.

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Korintî 3:1-23

1 Korintî

3 Birano, min nikaribû tevî we ça tevî merivên ruhanî xeber da. Lazim bû ku min wera usa xeber da, çawa tevî merivên vê dinyayê, çawa tevî zarên biçûk baweriya Mesîhda. 2 Min ne ku xwarina giran dida we, lê şîr. Hûn bona xwarina giran hazir nîbûn, û niha jî hûn hazir nînin. 3 Nihêrandina we hê mîna nihêrandina merivên vê dinyayê ye. Ji bo vê yekê ku nav weda hevsûdî û şer-dew heye, eşkere ye wekî hûn mîna merivên vê dinyayê hereket dikin. 4 Çimkî gava yek dibêje: “Ez pey Pawlos diçim”, lê yekî din jî dibêje: “Ez pey Apolos diçim”, gelo hûn mîna merivên vê dinyayê nînin?

5 Lê Apolos kî ye? Yan Pawlos kî ye? Em tenê xizmetkar in, yên ku alî we kirin, wekî hûn bibine bawermend. Me tenê şixulê ku Xudan daye me, anî sêrî. 6 Min çand, Apolos av da, lê yê ku mezin kir Xwedê ye. 7 Xwedêyê ku mezin dike hêjayî pesina ye, ne ku yê diçîne, û ne jî yê ku av dide. 8 Yê ku diçîne û yê ku av dide yektiyêda şixul dikin, û her yek wê li gora şixulê xwe xelatê bistîne. 9 Çimkî em hevalkarên Xwedê ne. Hûn jî zeviya Xwedê ne, ya ku ew bêcer dike, hûn avayê Xwedê ne.

10 Li gora qenciya Xwedêye mezin, ya ku minra hate dayînê, min ça avakarekî hoste hîm danî, lê yekî din ser vê ava dike. Lê bira her kes haj xwe hebe, ku ew çawa ser vî hîmî ava dike. 11 Çimkî tu kes nikare hîmekî din dayne, xêncî hîmê ku îda hatiye danînê, û ew Îsa Mesîh e. 12 Kesek dikare ser vî hîmî bi zêr, zîv, kevirên qîmet, dar, gîhayê hişk* yan bi qirş ava ke. 13 Lê ew roj wê bê, gava şixulê her kesî eyan be, çimkî agir wê her tiştî eşkere ke û nîşan ke, ku şixulê her kesî çi cûreyî bû. 14 Hergê avakirina kesekî ser vî hîmî bimîne, ewê xelatê bistîne. 15 Lê hergê bişewite, ewê zirarê bivîne, lê xwexa wê xilaz be, ça yekî ku ji agir xilaz bûye.

16 Hûn nizanin wekî hûn paristgeha Xwedê ne, û ruhê Xwedê nav weda ye? 17 Hergê kesek paristgeha Xwedê wêran ke, wê Xwedê wî wêran ke. Çimkî paristgeha Xwedê pîroz e, û ev paristgeh hûn in.

18 Xwe nexapînin: Hergê kesek vê dinyayêda xwe bîlan hesab dike, bira bibe yekî bêaqil, wekî bibe yekî bîlan. 19 Çimkî bîlaniya vê dinyayê ber çevê Xwedê bêaqilî ye. Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Ew yên bîlan fêlbaziya wanda digire”. 20 Û dîsa usa tê gotinê: “Yehowa zane ku fikirên bîlana pûç in”. 21 Lema bira tu kes pê meriva qure nebe. Çimkî her tişt para we ye: 22 Pawlos, Apolos, Kîfas,* dinya, jîyîn, mirin, tiştên niha, tiştên ku wê bên, her tişt para we ye. 23 Lê hûn para Mesîh ne, û Mesîh para Xwedê ye.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin