KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Tîmotêyo 2
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Tîmotêyo Naveroka Kin

      • Bona her cûre meriva dua bikin (1-7)

        • Xwedê yek e, orteçî yek e (5)

        • Heqê kirînêye layîq bona hemûya ye (6)

      • Rêberiya bona xûşk-bira (8-15)

        • Xwe bi kincên layîq û maqûl bixemilînin (9, 10)

1 Tîmotêyo 2:4

Spartin

  • *

    Yan “zanebûna rast derheqa rastiyê”.

1 Tîmotêyo 2:8

Spartin

  • *

    Yan “bi aminî destên xwe bilind kin jor”.

1 Tîmotêyo 2:9

Spartin

  • *

    Raste-rast “bi dura”.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    5/2016, rûp. 16-17

    “Hizkirina Xwedê”, rûp. 56-57

    “Qirara Yahowa”

1 Tîmotêyo 2:10

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    5/2016, rûp. 16-17

    “Qirara Yahowa”

1 Tîmotêyo 2:15

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    6/2017, rûp. 6

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Tîmotêyo 2:1-15

1 Tîmotêyo

2 Pêşiya her tiştî ez hîvî we dikim, wekî hûn bona her cûre meriva ji dil Xwedêra dua kin, lava kin û razîbûnê bidine kifşê. 2 Usa jî bona padşa û hemû serwêra dua kin, wekî em bikaribin her tiştîda Xwedêra amin bimînin û bi jîyîneke maqûl, edil û rihet bijîn. 3 Ev yek ber çevê Xilazkarê me, Xwedê, qenc û rast e. 4 Ew dixwaze wekî hemû cûre meriv xilaz bin û bigihîjine rastiyê.* 5 Xwedê yek e, û orta Xwedê û merivada tenê orteçîk heye, ev Mesîh Îsa ye, 6 yê ku emirê xwe çawa heqê layîq da, çi ku lazim bû wekî hemû meriv ji gune bêne azakirinê. Şedetiya vê yekê wê wededa bê dayînê. 7 Û bona vê yekê Xwedê ez ça mizgînvan û şandî kifş kirime. Bi vî cûreyî ez dikarim miletên din derheqa baweriyê û rastiyê hîn kim. (Ez rastiyê dibêjim û derewa nakim.)

8 Lema ez dixwazim ku her dera, kîderê ku hûn top dibin, mêrên ku dua dikin, bira bi aminî,* bê hêrs û bê şer-dew dua bikin. 9 Usa jî bira kulfet bi kincên layîq, bi milûktî û maqûlî xwe bixemilînin. Bira ewana ne ku bi vegirtina porên xwe, bi zêr, bi moriya* û bi kincên gelek biha xwe bixemilînin, 10 lê bi kirên qenc, kîjan ku layîqî xizmetkarên Xwedê ne.

11 Bira kulfet kere-ker hîn be, bi temamî guhdar be. 12 Ez îzinê nadim, wekî kulfet hîn ke, yan jî serwêrtiyê ser mêra bike, bira ew dengê xwe neke. 13 Çimkî Xwedê pêşiyê Adem efirand, paşê Hêwa. 14 Û Adem nehate xapandinê, lê kulfet hate xapandinê û gune kir. 15 Lê kulfet wê bi zaranînê bê parastinê, hergê ew nava baweriyêda, hezkirinêda, pîroziyêda û maqûliyêda bimîne.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin