Kolosiyara
2 Ez dixwazim wekî hûn bizanibin ku ez zemetên çiqas mezin dikişînim bona we û birên Lawdikyayêda, usa jî bona hemû kesên din, yên ku min şexsî nas nakin. 2 Ez vê yekê dibêjim, wekî dilê we hemûya rihet be û hûn hezkirinêda nêzîkî hev bin, û wekî baweriya we bi saya femkirina rast ava be. Bawerîke usa kerema tîne, dêmek zanebûna rast derheqa sura pîroz ya ku Xwedê dide. Û ev sur Mesîh e. 3 Bi saya wî em dikarin hemû bîlanî û zanebûna Xwedê bivînin, yên ku mîna xizna veşartî ne. 4 Ez vê yekê dibêjim, wekî tu kes bi zarê şîrin we nexalifîne. 5 Rast e ez bal we nînim, lê dilê min bal we ye. Ez şa me ku nav weda terbetiyê û baweriya qewî hindava Mesîhda divînim.
6 Awa we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî berdewam kin pey wî herin. 7 Kokên xwe kûr berdin, ser wî ava bin û baweriyêda qewî hîmgirtî bin, çawa ku hûn hatine hînkirinê. Û her gav bona her tiştî ji Xwedê razî bin.
8 Haj xwe hebin! Bira tu kes bi bîlaniya vê dinyayê, ya ku ser hîmê edetên merivaye derew û pûç in, we nexapîne. Fikirên wan li gora nihêrandina vê dinyayê ne, li gora hînkirinên Mesîh nînin. 9 Çimkî Mesîh bi temamî xeyset-hunurên Xwedêva tije ye. 10 Hûn bi saya wî temam dibin. Ew ser hemû serwêrtî û hukumetiyara ye. 11 Û bi vê yekê ku hûn Mesîh bawer dikin, hûn hatine sinetkirinê, lê ne bi destê meriva. Ev sinetkirin ya Mesîh e, û we ji bedena weye gunekar aza dike. 12 Gava hûn mîna wî hatine nixumandinê, hûn tevî wî hatine definkirinê, çimkî hûn tevî Mesîh yektiyêda nin û we baweriya xwe qewata Xwedê anî, yê ku wî ji mirinê rakir.
13 Xêncî vê yekê, hûn bona gunên xwe û bona vê yekê ku hûn nesinetkirî bûn, mirî bûn, lê Xwedê hûn tevî Mesîh sax kirin. Ewî bi dilovanî hemû gunên me baxşande me, 14 û qanûna nivîsar ku miqabilî me bû, resît kir.* Ewî ev Qanûn bi saya mirina Mesîhe ser stûna cefê, betal kir. 15 Ewî serwêrtî û hukumetî bindest kir û eşkere nîşan kir, ku ewî ewana bi saya stûna cefê bindest kirine. Niha ew wana meşa serketinêda dibe.
16 Lema bira tu kes wera nebêje ku hûn gerekê çi bixwin yan çi vexwin, yan gerekê hûn xwe li cejinekê, yan cejina hîva teze, yan roja Şemiyê bigirin yan na. 17 Ev hemû tişt siya van tişta ne, yên ku wê bên û wê Mesîhda bêne sêrî. 18 Nehêlin wekî kesekî ku xwe milûk dide kifşê, yan jî meleka dihebîne, xelata we ji we bistîne. Kesê usa xwe tenê li tiştên ku ewî dîtine digire, û bi fikirên xweye pûç payê xwe dide. 19 Û ew pey Mesîh, yê ku serê me ye, naçe. Mesîh ew kes e, yê ku hewcên temamiya bedenê, dêmek civatê razî dike, wekî ew rind bixebite. Bi wî temamiya bedenê bi pevgirêk û movika hevva girêdayî tê xweykirinê û bi qewata Xwedê mezin dibe.
20 Hergê hûn tevî Mesîh mirin û ji nihêrandina vê dinyayê aza bûn, îja hûn çira usa dijîn, têbêjî hûn hê para dinyayê ne? Hûn çira pey qeydên dinyayê diçin? Qeydên ku usa dibêjin: 21 “Hilnede, tem neke, destê xwe nedê!” 22 Ewa tenê temî û hînkirinên meriva ne derheqa tiştên ku merî dixwin û vedixwin, û paşê betavedibin. 23 Ev qeyde dibeke bi bîlanî têne kifşê, û merivên ku li gora wan hereket dikin xwe usa didine kifşê, ku yançi bi milûktî Xwedê dihebînin. Lê bi rastî ewana dixwazin xwexa safî kin, ku çawa Xwedê bihebînin. Ewana bedena xwe ceza dikin, lê dîsa jî nikarin miqabilî xwestinên xweye gunekar şer kin.